<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Heta bi xwedê jî dijminê feqîra ye

Raca Xan-07/05/08-Asya- Min tiþtek fêhm kiriye. Kesek ji feqîr û hejaran hez nake. Çi qede û bele hebin li bin guhê feqîran dikeve û malikê li wan diviritîne. Ne xwedê, ne xweza û ne jî beþer, kesek hevaltîya feqîran nake. De ji xwe re li Bûrmayê binerin.

   Xwezayê, tofan û bahozê belayek wisa mezin anî serê wan rebenan ku tirr ji wan berda û malik li wan þewitand. Heta niha di vê tofanê de zêdeyî 22 hezar Bûrmayî mirine û zêdeyî 50 hezarî jî brîndarin yan winda ne. Çima? Ji ber ku feqîr in, zilmê li kesî nakin û di halê xwe de ne.

Lê ma kes wêre bela xwe di Tirk, Ereb û Farisên zalim de bide? Na canim! Tirk, Ereb û Farisên ku bi sedê salane zilmê li Kurdan dikin, tofanek wek a Napalê li wan ranabe û qûn li wan naqete. Yanî, heta bi xweda, melkemot, xweza û ba û bahozê jî ji van zaliman ditirsin û bela xwe di wan de nadin.

Xuyaye hêvî tenê di Emerîka de ye. Heger Emerîka tofanek wek tofana Seddam Hisên neyne serê Tirk, Ereb û Farisan, wê Kurd nikaribin bi dua, niviþt û bazbendan rizgar bibin ellawekîl!

De aqûbet li serê Tirkiyê, Sûrî û Îranê be rebbî! Ya rebbî, ya yezdanê pak, tofanekê wilo rake ku Kurd ji bin zilma van zaliman azad bibin û di dinya medenî de ciyê xwe bigrin.

Amînnnnnn!