Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Nasrat Hacî

     

Wezareta werziþ û lawan pirekê di navbera lawên Kurdistanê û yên derve de dirust dike.

 

Havîn ji bo civaka akademîk werzekê taybete. Bihênvedaneke piþtî kar û çalakiyên sala derbaz boyî û herwesa xweamadakirine  bo xebatên sala bihêt. Werin em bihênvedan û xweamadekirina havîna sala 2007 ê ji bo demê çar hefteyan ji meha  xizîra- tîrmeh ê li Kurdistanê bi hev re derbas bikin. Eve derfeteke zêrîn e jibona lihevguhertina serbor û tecrubeyan di navbera lawên Kurdistanê û yên derve de.

 

Wezareta werziþ û lawan kampeka (xîvetgeh) havînê, bo xwêndekarên universite û fêrgeha bala, li Kurdistanê amade dike. Bi siruþtê ciwan û dilvekerê  Kurdistanê û kultura wê ya zengîn aþna bin. Mêhvanên dastana dêrîn ya sedahan sala bin.

 

Ev kampe ji bo xwêndkarên jiyê wan 18-30 salî e, yên ku di zanko û xwendina bala de di diwarê werziþ, zimanê îngilîzî, kompiyter(IT), huner, sitrangotin, musik, civaknasî, ekonomî, media, siyaset û pîþeyên din de dixwînin. Bernameyê karî yê çir û tejî ji kampê re hatiye amadekirin û piranîya bernamey jî ji pêxemetî yektir niyasîn û lihevguhertina serbor û tecrube hatiye terxan kirin.

 

Ev kampe dê lawên xwedî þiyan, qabiliyet ( kapasite) û pirhêvî di civînên sudbexiþ de bigehîne hev. Û iha livir xwendekarên kurd yên derve û navxwe dikarin dahênan û afrandinên mezin û hêja bikin ku bibine hêz û piþtevanî ji bo çareserkirina gelek probleman mîna bêhîvtyê û neselmandina dewruberan.

 

Merema wezaretê ji vî pirojey ewe ku delîve û îmkanan ji bo tecrubeka sengîn û pir tam ji bo hemû beþarbuyan birexsîne. Û van xalên xarê ser milên xwe digire:

1-     Dariþtina pêþniyarên bernamê karî

2-     Dabinkirina jingeheke aram û asude ji bo xwendekaram

3-     Wezaret xwarin, vexwarin û cîyê razanê di dema kampê de dabîn dike, lê xerciya sefera Kurdistanê li ser xendekaran e û wezaret li ser xwe nagire.

4-     Di dema kampê de wezaret dê alîkariya xwendekarên her du aliyan bike ji bo pirojên bicûk yên hevbeþ û pir alî amade bikin.

 

Beþek ji bernamê karê me ji bo þiyanên jinan e, ev jî her jibona ku balans, terazûya herdu zayendan yeksan bê ragirtin. Wezaret jinan teþwîq dike ku di pirojeyê de beþdar bibin.

 

Ji bo ku xerciyê serdana Kurdistanê nebe barek giran li ser milên xwendekarn û jibona direng nemînin, gelek baþe her ji niha ve ew daxaza alîkariyên madî ji aliyên cihê yên navnetewî bikin. Wezaret vî erkî liser milên xwe nagire.

 

Roja dawiyê jo bo danana peywendiyan û navnivîsînê  3-4-2007 e

Adresê têkeliyan : contact@mosy-krg.org

 

Wezareta spor û ciwanan

  

Amadekar

Nasrat Hacî

 

 

   Festîvala xelata werzîþ û lawan

 

       Nasrat Hacî (Berpirsê Peywendîyên Kurdistanîyekan li KRG) 05/12/06-

 

 

Wezareta werziþ û lawan festivalek a werziþê jibo xelatkirina baþtirîn karê werziþê yê salê radigehîne.

 

Cara yekê ye ku dê festîvaleke werziþê û pêþkeþkirina xelatekê salane, bi amadebûna serkirdayetiya hikumeta herêma Kurdistanê, saz bibe. Ev yeke jî bi merema;

1-     Handan, pêþxistin û pirrengî kirina werziþê û beþdarîkirina hemû hawelatîyekê Kurdistanê di warê werziþê de.

2-     Zêdetir werziþ di nav Kurdistanê de bilav bibe.

3-     Rêzlêêgirtin û sipasî kirina hemû yarîzan, navbijîwan, rahêner, mamoste û rêveberên werziþê ji herdu zayendan, yên ku navê Kurdistanê di warê werziþê de bilind dikin.

4-     Rêzlêgirtina wan rêveberên ku di dibistanan de giringiyê bi dersên werziþê didin.

5-     Rêzlêgirtina wan mamosteyan yên ku afrandinê di qada werziþê de dikin.

6-     Rêzlêgirtin û nasandina wam kanalên mediyayê yên ku kulturê werziþê bi baþî diweþînin û giringiyê pê didin.

7-     Rêzlêgirtina wan rêxistinên werziþê yên xêrwaz ku geþepêdana werziþê li herêma Kurdistanê girtiye ser milên xwe.

8-      Rêzlêgirtina wan dixtorên ku bi merema giringîdan bi werziþê beþekê mezin ji nexweþiyan çareser dibin û peywendiya di navbera werziþ û û saxlemiyê de bi baþî ji hawelatiyan re eþkere dikin.

9-     Ji ber hindê em vê daxuyanîyê zû diweþînin ji bo ku hemû alî her ji niha ve xwe amade bikin û wext jê re hebe ji bo vê rûdana giringa werziþê ya herêma Kurdistanê pilanê baþ ji xwe re danin.

10- Bê þik dem û cihê fistîvalê û danan Juri û pirsên din yên teknîkê, piþtî rawêjkirinê bi aliyên din yên peywendîda r re, dê werin ragehandin.

 

Xelatê sala 2007 ê di van waran de tê pêþkeþ kirin;

1-     baþtirîn yarîzana jin ya werziþê

2-     baþtirîn yarîzanê zelam yê werziþê

3-     baþtirîn werziþvanê kemendam

4-     baþtirîn werziþvanê taze yê wê salê

5-     baþtirîn navbijîwanê wewrziþê

6-     baþtirîn rahênerê werziþê

7-     baþtirîn  rêveberê dibstanên werziþê

8-     baþtirîn mamostayê werziþê

9-     baþtirîn dixtorê werziþê

10- baþtirîn dibistana werziþê

11-  baþtirîn xwêndkarê kolîja werziþê

12- Baêtirîn bajêr, bajêrk gundê werziþê yê salê

13- baþtirîn parêzgeka werziþê

14- baþtirîn kluba(yana) werziþê

15- baþtirîn komeleya werziþê

 

Çend têbîniyên giring:

-         vê fistîvalê dê malperê xwe yê teybet hebe. Lê ta dema ew malper dikeva kar, bi vî e-mail peywendiê bi mer e deynin: spotfestival2007@mosy-krg.org

-         kertê taybet her ji niha dikare rêklamên xwe ji bo malperê festîvalê u herwesa bo cihê dê festîval lê wer kirin binêre.

-         ew dahatiyê ji vê festîvalê bi dest dikeve, ji bo baþtirkirina werziþê li deverên hejarniþîn û zarokên þêhîdan, anfalkiriyên Helebce, Barazan, deverên feyliyan, zarokên bê bav û dayîk û kemendam dê wer xeric kirin.