Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Cil û bergên Kurdan û çavsorîya Tirkan

 

Cembelîyê Botî-22/03/08-Colemêrg-

 

Di Newroza îsal de DTP ê biryar girt ku bi cil û bergên Kurdî dakevin qadên Newrozan. Herçend biryarek gelek direngmayî be jî, lê gelek baþ bû.  Axaftinên wan jî li gor salên berê Kurdewarîtir bûn.

 

Heke mirov wek Kurdan lixwe bike, mirov wek Kurdan daxive û wek Kurdan tev digere. Ji ber ku cil û bergên Kurdayetî, hestên mirov yên Kurdayetîyê jî bilin dikin. Lê lixwekirina cil û bergên Kurdan zirav li dewleta Tirko qetandin, ew har û dîn kirin û girêza devê wan herikand. Ji ber hindê jî li Wanê û Colemêrgê destûr nedan ku Kurd Newroza xwe bi cil û bergên xwe pîroz bikin. Bi awayek harbûyî û çavsorî êrîþ birin ser girseyan û þer qewimandin. Li Wanê nêzîkî sedan kesan birîndar in. Di nav wan de birîndarên xedar jî hene. Tenê di malekê de sê kes bi gulebarandina polîsan bi giranî birîndar bûne.

 

Li Colemêrgê ji þevê dîve agirê Newrozê tê pêxistîn. Îro jî hêzên dewletê bi çavsorî êrêþên xwe birine ser girseyan  û þer hilkeftîye. Di hemi tax û kolanan de þer û pevçûn hene. Gelek kes brîndar bûne. Hinek ji wan bi çekên polîs û tîman hatine brîndarkirin.

 

Di nav brîndaran de yên brînên wan giran jî hene. Yek ji wan jî serokê þaredarîya Colemêrgê yê îstîfakirî birêz Tekçe ye. Tê gotin ku birîna wî gelek xedare û birine bajarê wanê. Hêjta jî li hemi kolan û taxên Colemêrgê û Wanê  þer berdewame. Kuþtî hene an nînin kes pê nizane. Her weha hejmara girtî û brîndaran jî ne kifþ in.

 

 Bila bimrin dijminên Kurdan û herbijî û serkeftî be cejna berxwedana Kurdan Newroz!