Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Bi namûs we Kurdistan kir tirrrrr!

 

Ehmed Beyan-24/09/07-Enqere- Mesek heye dibêjin:”Heçê zane zane, heçê nizane baqê nîskan e”. Dibêjin rojekê rêwîyek diçe gundekî li derîyê malekê dixe. Xanima malê derî vedike. Mêrê jinikê çûye cot yan ber pez û jinik bi tenê li malê ye. Jinik mazûrvanîya xwe dike û mêrik dawetî hindur dike, av û xwarinê didê û zikê wî têr dike.

 

   Qûnekê heram gava dibîne ku zilamê jinikê ne li malê ye, radibe dest davêje jinikê. Di wê navberê de zilamê malê dikeve hindur, dibîne ku ê mêhvan dest davê jina wî. Ê mêhvan dest bi revê dike, xwedîyê malê jî dide dû ku wî bigre û bikuje.

 

   Li biniya gund erdekî nîskan heye. Hema ê mêhvan dikeve nava erd, baqek nîsk diçine, direve, berê xwe dide nav koma gundîyan û diqîre:”Hewarêêêê, hewarêêêê, evê han dixwaze jibo baqek nîsk min bikuje!” û xwe davê bext û tora gundîyan.Gundî radibin bi ser xwedîyê malê hildibin û dibêjin:”Kuro ma tu ji bavê xwe fedî naki tu kirî jibo baqek nîsk vî zilamê reben bikuji hêê!” Xwedîyê malê jî nikare bêje “ Wele vî bêbavî dest avêtiye jina min”, jê re eyb û qebhetek mezin e. Radibe dibêje:”Erêêê erêêêê, heçê zane zane heçê nizane mesela baqê nîskan e”.

 

    Îcar mesela baqê nîskan ji vê serpêhatîyê tê.

 

   Werhasilî kelam, mesela me û DTP jî mesela baqê nîskan e. Dewleta Tirko qûþ li me qetandiye, me dikuje, gund û daristanên me diþewitîne, hebûna me qebûl nake, lê rayedarên DTP hîna jî bi dû çîroka “Mîsakî Mîllî, yek al yek ziman” ketine û biþkokên xwe li ber yekî wek Dewlet Bahçelî digrin.

 

   Dibêjin Wekîlê Þernexê ê DTP Hasîp Kaplan efendî li bajarê Izmîrê, di konferansekê de gotiye:”Pirsgirêka me û sînoran tuneye, pirsgirêka me û alê tuneye, pirsgirêka me a resmîyeta zimanê Tirkî tuneye, di nav yekîtîya welêt de tenê hebûna ferqîyeta me qebûl bikin bes û zêdeyî serê me ye” filan û fîstan. 

 

   Erêêêê erêêêêê! Her roj bi dehan xort û keçên me li serê çiyê tên kujtin û bela DTPî sînor, al û zimanê Tirko biparêzin û lê xwedî derkevin. Wey aferîn ji Kurdayetîya we re! Bi telaq we Kurdistan kir tirrrrrr!