|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Weyla qede bi wilo insanetî keve erê welle!
Abdullah El Kurdî-16/04/08-Yemen- Birastî ev çi mejî û ramanek gennî û kevnare li ser van misilmana ye ka hûn nabêjin? Yaw ma kes keça xwe a 8 salî dide mêr ey hewar! Keça 8 salî kuro, zarok haaa, hîna bêhna þîr ji devê wê tê ya rebbî! Li paytexta Yemen Sanaa yê bavekî Ereb nalet li bavê xwe anî û keça xwe a 8 salî da zilamekî 31 salî. Îcar qiraseyek 30 salî li ku û keçikek 8 salî li ku ka bifikirin. Îcar ma ev bû insanetî, ma ev bû misilmantî? Werhasil, keçika 8 salî radibe dozê li bav û mêrê xwe vedike, xwe ji mêrê xwe dide berdan û lotikek ademî davêje. Keçika bi navê Nojoud Nassera piþtî dadgehê gotiye:“Oxxxxxx, mala xwedê ava be, ez ji wî qirasî xelas bûm, ezê ji îro û pêde biçim dibistanê bixwînim. Qirase û xiyar li dê û bavê min heram bin“ filan û bêvan. Ez serê we neêþînim, bi hezaran heywanên bi navê insan zarokên xwe yên biçûk ji bo çend qirûþan difroþin zilamên qirase û mala xwe dibin mîratê û hew!
|