Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

M.Nureddin Yekta

mnyekta@yahoo.de

 

Propaganda nexweþ, yahûdîtiya Barzaniyan!...

 

Di van rojên dawîn de em dibînin ku medya tirka wek kampanyekê di eleyhiyê malbata Barzaniyan de vekiriye. Dibên ku “malbata Barzaniyan ji berê de cihû bûne.” Di vî warî de hemî tirk bihev re ne. Nexwe mislimanên wan, kemalîstên wan û nijadperestên wan!.. Heya hinek aqilsivikên kurdan jî, ji me re nama diþînin û dipirsin “gelo ev tiþtên tirk dibên rast e? Ger derew be çima hun bersivên wan nanvîsînin?..”

 

Xwendevanên Hêja!

Ma gelo bersiva virri û derewan heye? Ka mirov wê çawa bersiva îftirayan bide? Karên medya tirka vaya ye. Armanca wan dîsa xapandina kurda ye.

Lê heya em þibhe dibin ser derewên wan, gerek em bifikirin „gelo çima medya tirka ev kampanya di derheq Barzaniyan de vekiriye? Armanca wan, hedefa wan çî ye? Çima koka Tayyib Erdoxan napirsin, ka gelo ew tirk e, rûm e, laz e? Çima pirsa koka Ataturk nakin, ka gelo ew tirk e, yunanî ye, rûm e, yugoslav e, bulxar e?

Çima ji wan re malbata Barzaniyan û koka wan girîng e?

 

Helbet sedem hene, sedemek; malbata Barzaniyan ji berê de, di ware netewî de pêþkêþiya kurda kiriye û hê jî didomîne. Di vî warî de bê tirs û bê ta’wîz in! Ya duduyan, Birêz Mesûd Barzanî îro wek Serokê hemi kurda tê dîtin, ji herçar parçeyên Kurdistanê gel seroktiya wî qebûl dike. Hinek Kurd û rêxistinên ku berê ji wî re bê hurmetiyê dikirin îro ewana jî ji herkesî pirrtir ji Barzaniyan re hurmetê dikin.

Baþ e çi bi tirka hatiye?

Tirk dizanin ku pirraniya Kurda musliman in, dixwazin mêjoyê Kurdên musliman tevhev kin û bêjin “aha em musluman birayê hev in, ew serokên hun li pey wan diçin, wan wek rêber ji xwe re dibînin tew musliman nînin!..” Armanc dilsakirina hinek kurda ji Barzaniyan!..

Tirk ji berê de lîstikê wiha dilîzîn û pirr caran jî biser ketine. Car heye kurda wek insanan nahesibînin û tu rûmetê nadinê, carnan jî dibên birayê kurda yên olî û wan bi biratiya olî dixapînin. Tirkan bi sedsala ye ku kurd bi navê ol û mezheban parçe kirine, li hember hev bikar anîne û wan bihev dane kuþtin. Dijminî kirine nava eþîran, nava mezheban, kurda hevdu kuþtine û wan jî kêfa seltenê kirine. Þerrê di navbera Îran û Osmaniyan de ku bi esran domand yek ji wan lîstikan bû. Derdorê 300 salî þerrên wan domkir, lê þerr tim di erdê Kurdan da bû. Sunniya û elewiya lihember hev bikar anîn, nehîþtin kurd liser warê xwe, di netewa xwe de were bal hev, bibe yek!..

 

Îro dîsa dixwazin wê lîstika xwe carek din bilîzin. Lê wan jibîr kiriye ku kurd ne kurdê 80-100 sal berê ne. Belê Kurdan êdî lîstikên wan yên olî, yên sosyalîstî û yên demokratikî baþ fêm kirine, êdî naxapin. Ewana çiqas derewa bikin, çiqas bixwazin çamûrê bavêjin serok û rêberê kurdan, êdî tesîra propaganda wan li kurdekî nabe! Dema bi baweriyê kurd jihev diqetandin ew dem çû. Edî kurdekî musliman kurdekî ne misliman bi weliyê tirk û ereb û ecema nade, her wiha kurdeki demokrat jî kurdeki musliman bi hemî alema tirk, ereb û ecema nade!… Tektûk kurdên musliman an yên demokrat, an yên kemalîst yên qafþekal hebîn jî tesîra wan li malbata wan jî nabe, ma dora ku li civakê bibe!…

 

Hinek Kurda ku di dîroka xwe de xeta ya herî mezin kiribîn, ew jî qebûl kirina biratiyi tirk, ereb û eceman e!.. Lê di rastiya xwe de Kurd tu wext nebûne birayê tirk, ereb û eceman, belku hinek deman ji mecbûrî hemwelatiya wan qebûl kirine. Belê di dîrokê de em ne bîra bûn, niha jî ne bira ne û tu wext jî em nabin bira!.. Me hêvî heye ku em ebediyen ji hemwelatiya hev jî derkevin!…

 

Hinek dikarin bêjin, lê biratiya olî?  Belê Qur’an dibêje „Bawermend birayê hev in“ Kijan bawermend? Kesên ku bi hemî Qur’anê bawer in, gelo hun bawer in ku tirk, ereb û ecem bi hemî Qur’anê bawer bin? Di tiþtên ku xweþî wan ney, di wan meselan de baweriya wan tune. Mesela baweriya wan bi 2 ayetan tuneye, ku ewan ayetana jî behsa mafên mirovatiyê dikin, Ew ayetana Hucurat/13 û Rum/22

Pêxemberê me dibêje „Ki çi tiþtî ji xwe re bixwaze û ji birayê xwe re nexwaze wî îman naniye.“

Belê de ka ji hemî ereb, ecem û tirka pirskin, ewana dewleta wan heye gelo ewana ji Kurdan re jî mafî dewletî dixwazin? An çi heqên wan hene dixwazin wan heqana bidin kurda jî?...

Helbet na! Êêêêê… Îman li ku ma û biratî li ku ma?....

 

De bese gelî tirkan van derewan nekin lo wele ne hun bawer dikin ne jî em!.. Barzaniyê nemir 40 sal berê carek çûbe Îsraîl ku pê bive cihû ma gelô Erbakanê we yê micahîd bi îsrail re peymana siyasî û leþkerî erê kir ew çima nabe cihû? Werin ji me re dostî û yekîtiya tirk û îsrail þirove bikin, ne ya kurda û wan, werin ji me re ku di dema Osmaniyan de we çawa qedeme qedeme Filîstin firotiye yahûdiyan û bingeha dewleta îsrail avêtiye wê bêjin. Ka werin bêjîn yahudiyan çiqas erd ji tirkan kiriye? Wê bêjin, ger têkiliyên bi yahudiyan re mirova ji dîn derxe, gerek dîne we heta niha qet nemaba!...

Him tu problemek gelê kurd û yahudiyan jî tune. Beriya Îslamê em cînarê hevdu bûn, îro jî em cînarê hev in ewqas!.. 

 

Em dizanin armanca we bi vê propagandayê çî ye? Hun dibên ey gelî kurda serokên we yahûdî ne, hun dixwazin bi fitna xwe ya dîrokê fesadiyê bikin nava kurda, lê mixabin hun dereng ketin, êdî kes bi we bawer nake, jiber hemî tiþtîn we derew in, bingeha we liser derewa ava bûye.

 

Bi kurtî: ey gelî tirkan hun baþ bizanibin ku êdî em û hun jihev re nabîn, tu gotinên we li me tesirê nake! Hemî alem heya hun jî baþ dizanin ku malbata Barzaniyan ji berê de malbatek oldar bûye, Þeyx bûne û pêþkêþê olî û netewî bûne. Barzaniyê nemir di cephê þerr de him serokê peþmergê qehreman bû, him îmamê leþkeran bû, him zanyarek îslamî bû, him serokê netewî bû!...

Hun baþ bizanibin ku her kurdek (çi oldar, çi bê ol, çi misliman, çi yên din) tercîha kurdan liser hemî gelên din dike. Yanî kurdek musliman terciha kurdekî ne oldar li ser muslimanên tirk û ereb û eceman dike, her wiha kurdên bê ol jî terciha kurden musliman liser hemî tirk, ereb û eceman dikin. Propagandayên biratiya olî, û nizam çi kurreder tesîra xwe li me nake, em êdî hew pê dixapin!....

Ji me re; ne biratiya we, ne oldariya we, ne bê oliya we lazim nîne! Tu qiymetek ji gotinên  we re tuneye, bese hun jî êdî xwe pê nexapînin!…

 19.04.2007

 

 

))))))))))))))))))))))

Nivîsên berê

))))))))))))))))))

 

Newroz ne cejna zalim û dagirkira ye

 

Roja cîhan avabûye û ta îro di nava hemî gelan de cejnên netewî an jî yên kulturî hebûne. Her wiha di beriya Îslamê da jî, di nava muþrikan da hinek cejnên netewî û yên kulturî çêbûne. Dema Pêxemberê me Hz. Muhammed (a.s.) ji Mekkê koçberî Medînê bûye, dîtiye ku ehlê Medînê di hinek rojên kifþe de þahiyê dikin. Ji wan pirsiye „va çi þahiye hun dikin?“.. Ehlê Medînê gotine ku, „Ya Resûlullah ev rojana rojên cejnên me ne, ji berê da em di van rojan da cejnên xwe pîroz dikin.“ Pêxemberê me wiha gotiye; „ Ji îro þûn ve ji we re (ji mumînan re) du cejin hene, yek cejna Remezanê û ya din jî cejna Qurbanê ye“..

Herwekî tê zanîn ku hemî cejnên batil, ciyê wan di dînê me de tuneye. Bi taybeti cejnên li hember qanûn û nîzama Îslamî hatibin çêkirin!
Pirr sedem hene jî bo cejnan, yek ji wan sedeman jî, þahiya bindest û mezlûma ye. An serkeftina bindesta ye, an azadiya kole û bendeya ye! Di vî warê de dema mirov li cejna Newrozê binhêre, mirov dibîne ku, cejna Newrozê cejnekî xweser e, lewra ev roj roja li hember derketina zilm û zordariyê ye. Der-dorê 2707 salî ye ku gelên Rojhilata Navîn bi taybetî Gelê Kurd vê cejnê pîrozdikin.

Wek tê zanîn destpêka cejna Newrozê serhildana gelên bindest di rêberiya Kawa da li hember qiralê zordar Dehhaq bûye. Bi awakî din, cejna Newrozê ne wek cejnên dewletên ne misliman! Bi taybetî dewletên nexwe nav musliman û sîstem ne îslami. An dewletek di berê de sîstema wê îslamî be û dûvre sîstemê biguhêrê bike sîstemek beþerî û di wan rojên ku guhertin çêkirine wan rojan jî bikin wek cejin!.. Ji van cejnan re mirov dikare bêje cejnên kufrî!.. Lewra li hember Nîzama Îslamî hatine sazkirin.

Dînê Îslamê bi bindestan ra ye, ne hevalê kufr û zilmê ye! Bi vê minasebetê cejna Newrozê jê re cîhkî xweser heye. Mirov dikare bêje ku, ger mirov di mana serhildana li hember zaliman de newrozê pîroz bike, jê re tu astengîkî ji hêla dîn ve tuneye ku pîroz kirin jî ji heddê xwe dernekeve . Lewra mana Newrozê „rojek nû ji bo bindestan re,“ye, ne yekitiya bi zaliman ra. Serhildana bindesta ye li hember zaliman, ne þahiya bindest û zaliman bi hev re, li ser warê bêhiqûqî û bêedaletî.

Biratî xweþe bi yekîtî û bi wekheviyê. Her çiqas cejna Newrozê di berê Îslamê de, cejna nemuslimana be jî, di piþt Îslamê de jî, dîsan gelên bindest di mana serhildana li hember zaliman û emperyalîstan da pîrozkirine. Ger mirov di mana agirparêztiyê de, an jî di mana dînên berê de pîroz bike, bi angorê Dîne me caîz nîne!.. Lê em nebawer in ku gelê me di vê manê de pîroz dike. Gel bi roja Newrozê azadiya xwe tîne bîra xwe, di dinê me de jî azadî ji mafên mirova ye û pewîst e her kes li vî mafî xweyî derkeve.

2707 sal e ku bi taybetî gelê Kurd bi roja Newrozê tim serhildana li hember zalim û dagirkera tîne bîra xwe. Bi taybetî ev çend sal e ku gelê kurd li hember zilm û zora li ser xwe, bi serhildana dawa xwe aniye holê û bi sed hezaran insan hatine kuþtin û bi milyonan jî ketine binçav. Gelê Kurd, cejna xwe ya neteweyî ya Newrozê, ji mafên xwe yên neteweyî dihesibîne û dixwaze pîroz bike.

Her sal bi nêzîkbûna cejna Newrozê, dewleta Tirkiyê li Kurdistanê tedbîrên xwe yên leþkerî zêdetir dike û her wiha erîþên xwe li dijî gelê Kurd û hemî rêxistinên gel dijwartir dike. Bi sedemên pirr besît, bi siyasetekî pirr qirêj Kurdan tehdît dike, ceza dike. Bi vê minasebetê dixwaze provekasyonan çêke, Kurdan bigire û ceza bike! Herwekî hersal Kurd dîsan dibin tehdîdê da ne.

Kurd îro jî, di pêvajoyekê herî dijwar û hessas de dijîn. Di rewþa Kurdan de tu guhertinek qenc çênebûye û roj bi roj ber bi xerabbûnê ve diçe. Bêedaletî û bêhuqûqî û terora sîstemê li Kurdistan’ê li hember Kurdan berdewame. Wek çendsal berê dîsa kurd bi navê faili mechul tên kuþtin.

Dewleta tirk heta niha êrîþên PKK ji xwe re sedemên siyaseta xwe ya qirêj didîtin. Lê piþtî pêvajoya nû, ji berê xirabtir û hartir bûye. Pêvajoya berandambûna Tirkiye’yê ya Yekîtiya Ewrûpayê jî, di siyaseta Tirkiyê de tu guhartinekê baþ û berbiçav çênekiriye. Mafên mirovî li bin lingan e û Kurd ji mafên xwe her tim bê par dimînin. Azadiya ramanî û rêxistinî tuneye. Dewlet bi her awahî Kurdan înkar dike!... Soz û bextên dabû Amerika û Europayê hemî jibîr kiriye, an jî liser kaxiz maye!.. Li Kurdistanê qanûn û nîzama dewletê her zilm û zor e. Berdevkên dewletê jî evê înkar nakin û îtîraf dikin ku dewlet li Kurdistanê qanûnên xwe nasnake.

Gelê Kurd her dem ji bo aþtî û biratiyê amade ye, lê tu rûmetekî biratîyê nedîtiye. Çi dem gotibe ez jî insan im, wê demê hatiye sirgûnkirin, þkencekirin, hatiye girtin û hatiye qirkirin. Biratî wiha nîne!

Çi ecêb e ku gellek ji rewþenbîr û xwendevan û siyasetmedarên Kurdan, îro jî wek berê li Kurdan biratî û aþtiyê pozber dikin. Herwekî berê hinek muslimanên tirk digotin ger Îslam bibe hakim, sosyalistan jî digotin ger sosyalizm bibe hakim wê gelê kurd bigihîje mafên xwe. Îro jî dibêjin ku demokrasî bibe hakim gelê Kurd digihîje mafên xwe.

Lê ya rast ev e ku, dijminên kurda bi tu awahî naxwazin mafên kurdan bidin. Pewîst e em vê baþ bizanibin. Ya dudiya; tu wextî dewleta tirk nabe dewletekî demokratik em dixwazin an hinek dixwazin bi me bidin qebûl kirin! Roj bi roj, ji berê hovtir û xirabtir dibe!

Belê aþtî, biratî pirr qenc e, lê bi kê re?.. Va çend sed sal e Gelê Kurd di bin zilma dagirkiran da ye, hetta îro çend caran Kurdan biratî nexwestiye?... Kurdan her tim biratî gotiye, aþtî gotiye lê, ji biratî û aþtiyê re para wan her tim înkarbûyin bûye!..

Gelê Kurd jî, herwekî gelên cîhanê, xweyî maf e, dixwaze li ser axa xwe bijî. Bi zimanê xwe biaxive, rojnama xwe bixwîne, biçe dibistana xwe. Bi serbilindayî ala xwe libake û cîhê xwe di nava gelên cîhanê de bigire!

Îro dewlet li cejna kurda ya netewî xweyî derketiye û dixwaze wekî vî çend salên dawîn pîroz bike. Pewîst e ku gelê kurd li mafên xwe, xweyî derkeve, cejna xwe, xweser pîrozbikin û tev li cejinpîrozkirina dewleta xweyî siyaseta qirêj nebin.

Belê em jî dixwazin ku va cejna bibe sedemê aþtî û biratiyê. Aþtî û biratî, yekîtî gellek baþe, lê biratî jî, aþtî jî bi du aliyan çêdibe ne bi alîkî tenê. Sîstem dixwaze bi van lîstikên xwe, hêj bi sedsalan Kurdan di bin koletiya xwe de bigire, kultura Kurdan rake, zimanê Kurdan qedexe bike û insanên wan bikuje û wan bindest bihêle.

Di vê manê da em cejna gelê Kurd pîroz dikin û em hêvî dikin ku rojên wiha girîng bibin sedemê yekîtî, biratî û aþtiyê di nava gelê Kurd de. Lewra rêya aþtiya bi gelên din re, di biratî û aþtiya û yekitiya gelê Kurd de derbas dibe!

 

Em hêvîdar in ku hemî rêxistinên Kurdan carek din li ser mana Newrozê bifikirin û bi angôrê vê manê cejna xwe pîroz bikin.
Cejna Newrozê li hemî Gelî Kurd û li cîhanê pîroz be!

Bi silavên biratî

20.03.2007

 

 

Komkujiya Helebçê þermezar dikim!

 

Em îro gihîþtin salvegera komkujiya bajarê Helebçê ku wek rûpelek reþ, bûyerek bextireþ di dîroka Gelê Kurd de cihê xwe girtiye. Seddamê xwînmij, qatilê mirovatiyê di 16/18.03.1988’an de, bi çek û sîlehên kîmyavî ku ji dostê xwe yê wê demê Emerîka û ji alîkarên xwe yên Ewropa kirîbû, komkujiyek liser Gelê me pêkanî. Di encama qetlîamê de 5000 (pênc hezar) kurd ku pirraya wan ji jin û zarokan pêkdihat, hatin kuþtin û derdorê 6000 hezar kurd jî seqet man. Jiber vê komkujiya ne mirovane û zilma Seddam, bised hezaran Kurd terka warên xwe kirin, biserê rêya ketin, berê xwe dan Tirkiyê û Îranê.

 Bi hezaran Kurd di vê rê de, jiber nexweþî û bêçaretiyê jiyana xwe jidest dan! Pirr mixabin ku alema mirovatiyê, yanî hemî cîhan, Ewropa, Asya, Afrîka, Emerîka û hemî dewletên nexwe îslamî sirf temaþe kirin, bêdeng man, mirovatiya xwe jibîr kirin! Gelê kurd liser erdê xwe jî, di statûya penaberan (multeciyan)de nahat qebûl kirin! Di Kurdistan’a Tirkiyê û ya Îranê de, di kampên dor têlkirî wek zîndanên nîvvekirî hatin civandin. Birçî man, tî man, bê îlac, bê derman man!


 

Ev bûyera, mirov dikarê bêje bûyera qirkirina Gelê Kurd bû ji hêla sîstema barbar, faþîst, nijadperest ya Seddam ve. Armanc; tunekirina milletê me bû, ku va pênc hezar sal e, liser vî erdî dijî. Dema ev bûyer qewimî, Emerîka, Ewropa û hemî dewletên nexwe îslamiyên kodik, (qudix) bêdeng man. Hinek ji sazî û rêxistinên nexwe mislimanan jiber vê bûyerê Seddam pîroz kirin, wek el-fetha Yaser Arafat! 

Hinek ji dewletên rojava tew înkara bikaranîna çekên kîmyaviyên ku li Helepçê hatibûn bikar anîn dikirin. Wê çawa qebûl bikirina an ê’tiraf bikirina? Lewra evan çek û sîlehan, wan dabû Seddam! Seddam jî çekên xwe liser Kurda diceribandin!


Kurd bitenê bûn, Kurd bêkes bûn, dewleta Kurda tunebû, perên Kurda tunebû ku di þûna Seddam û hevalbên wî de, ji wan çek û sîlehan bistînin! Xwedî derketina li Gelê Kurd, xisar dida berjewendiyên wan yên maddî! Çi qiymetek hebû bo wan ku Kurd têne kuþtin! Lewra emperyalîst û dîktatorên cîhanê û hevalbendên xwe, yek armancek wan heye: “Dom kirina polîtika xwe ya mêtinkar, xwirt kirina ekonomiya xwe, ekonomiya cîhanê û dewletên din bikin bin bandora xwe.” Evan dewletana vî dixwestin û dixwazin. Boy vê ye ku, li cîhanê komkujî çêdibin an hinek bûyerên din diqewimin ji wan re ewqas ferq nake, bes bila berjewendiyên wan xisarê nebîne!… Bi vê minasebetê jî komkujiya Kurdan ji wan re bifêde bû, lewra wê dî þûna çekên ku Seddam liser Kurda bikar anîbû, wê hinekên din bifrotina wî, ji wan re derîyê bazarê vedibû!..
 
Çi ecêb e ku, du sal þûnve eyni ew Seddamê qatil îja jî çû Quweyt iþxal kir. Lê vê carê ji berjewendiyên mêtinkaran re çewt hat. Hêla wan ya mirovî di cî de werimî, rabûn ser xwe, gotin; “waaa! Dibe gelo? Qey mirovatî ji cîhanê rabûye? Dibe ku dewletek bikeve sînorê dewletek din.!” Çûn Seddam ji Quweytê derxistin. Di halê ku bi qasî ji hezarî yeka komkujiya Kurdan kes jî ji Quweytê nahatibû kuþtin! Helbet nedihat omid kirin ku bi qasi li Quweytê xwedî derketin, ewqas jî li Kurda xwedî derketina. Lewra ew bûn ku wan Kurdistanê parçe kirin, ekonomiya me, kultura me, mafên civakî hemî talan kirin, bi cîranên me yên tirk, ereb û farisan re rûniþtin û axa me lihev parve kirin! Dibe wan vê jibîr jî kiribin, lê Gelê Kurd dagirkerên xwe û hevalbendên wan, alîkarên wan, kesên tiliya wan di kuþtin û talankirina kurdan de heye, tu demî jibîr nake!


Gelê Kurd bi komkujî û qetlîama naqede, ji cîhanê li ser axa xwe tune nabe! Vêya êdî hemî cîhanê, dagirkerên Kurdistanê û qatilên wek Seddam baþ fêm kirine. Va çend qirn e ku bitev dostên xwe yên emperyalîst vê ceribandin. Êdî li hember serhildanên Kurda neçar mane ku bûyerên wiha ne mirovane bikar tînin û bi awakî pirr wehþî û barbar diser Gelê me de tên!.. 

 

 
Ta emperyalîst li cîhanê bijîn, wê kes an milletên bindest û mezlûm jî hebin. Helebçe di dîroka komkujiya cîhanê de, ne herêma yekemin e û ne jî ya dawîyê ye!  Helbet ta qatil û zalim hebîn wê qetlîam jî çêbin, lewra va rengê mirovatiya emperyalîst û hevalbendên wan e! Lê gerek ev jî neyê jibîr kirin ku
“Gelek herêmên hatine komkujî kirin îro gihîþtine azadiya xwe û di þûna bomban de ew herêmana bi gulên sor xemilîne.”
Helebçe jî yek ji wan herêma ye. “
18 sal berê dixwestin Helepçê ji ernigariya cihanê rakin lê îro Ala Rengîn li ser axê bilind e û liba dikeve.” Em hêvîdar in ku herkesek ji vê dersekê bigre. Dibe ku Gelê Kurd hatibe kuþtin û hatibe pelçiqandin lê Kurd tu demî nabe esîrê kesî û koletiyê ji qebûl nekiriye û nake!…
 
Bi vê minasebetê em salvegera komkujiya Helebçê, di þexsê Seddam û hevalên wî de, li hemî sax û miriyên dagirker û qatilan þermezar dikin. Komkujiya wan tu fêda neda wan, Gelê me liser piya ye, wê rojekê liser erdê xwe yê dagerkerî di bê þibhe wê bighîje azadiya xwe! Gelê me vê baweriya xwe tu wext wenda nekiriye û wenda nake!.