Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

Birastî êdî bes e!                                   Nûrî Çelîk

 

 avestakurd.net

Êdî bes e! Çi gotinek xweþ û bi wate ne wisa? Gotinek bi wate û têr naverok, lê mixabin ewqasî jî vala, pûç û xapînok!

Nizanim tê bîra we yan na, bi taybet di dezgehên ol û dînî de dijminên me tim serpêhatîya Kurd û Mihemmed Pêxember digotin. Digotin û hîna jî vê antîpropagandayê dimeþînin. Li gora gotinên misilmanên xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê, xwedêgiravî dibêjin: Di dema Pêxemberbûna Mihemmed de, her dewlet û eþîr nûnerekî xwe diþîne cem Mihemmed da ku Pêxembertîya wî pîroz bikin. Radibin Kurd jî nûner û qasidê xwe diþînin. Qasidê Kurd ewqasî bi heybet e, ewqasî bi xof e ku çavê Mihemmed Pêxember jê ditirse, radibe nifirekê dike û dibêje:”Ya rebbî tu desthilatdarîyê nexi destê vî qewmî. Heger ev qewm bibe xwedî desthilatdar wê dinyayê têxe destê xwe!”  Yanî, li gora bîr û bawerîyên dagîrkerên Kurdistanê, ji ber ku Mihemmed Pêxember nifir li Kurdan kiriye, mafê wan ê dewletbûnê tuneye û ji ber vê nifirê jî nikarin bibin yek û wê tim û tim tifaqa wan çênebe.

Îcar, carna gava meriv xwe bi xwe difikire û li dîroka doh û îro temaþe dike, meriv dikeve þikê û dipirse: Gelo qey birastî qedera me bi nifira Mihemmed Pêxember ve girêdayî ye? Çima em Kurd nikarin bi tifaq bin, bi yek bin û dijminatîya hevdu dikin? Qey birastî dewletbûn ne mafê me ye? Yan çima em berjewendîyên kesayetî, malbatî û partîtî di ser berjewendîyên netewî re digrin?

Di vê dema zîz û nazik de, ku dewleta Tirk a terorîst baþûrê welatê me bi mahneya PKK bombebaran dike, di vê dema ku Kurd herî zêde muhtacî tifaq û hevkarîyê ne, li bakurê Kurdistanê tofan û firtona “êdî bes e!” rabûye. Ji bo çi êdî bes e? Ji bo azadîya A. Ocalan! Çima êdî bes e? Ji bo tendirustîya A. Ocalan! Helbet ji azadîya A.Ocalan re jî êdî bes e! Lê gava li dijî kujtina Kurdan, þewitandina gundan, înkara hebûna milletê Kurd, înkara nasname û zimanê Kurdî em nebêjin êdî bes e!, tu wateya vê gotinê namîne û mesele dibe tiþtekî din. Mesele ji sînorê netewî derdikeve û hertiþt bi azadîya kesekî ve tê girêdan, Kurd ji armanca xwe tên bidûrxistin.

Dibêjin di wextekî de du brayên hev hebûn. Herdu bra ji hev dixeyidin û yek ji gund bar dike û diçe li gundekî din xanîyekî ava dike û disitire. Îcar brayê ku li gundê xwe maye û axayê gund þerê hev dikin. Axa zora ê gundî dibe, li talanê wî dixe û wî ji gund diqewirîne. Tu çara ê gundî namîne, radibe xwe davêje tor û bextê brayê xwe ê din û soz dide ku êdî xerabî û dijminatîya kesî neke. Dem derbas dibe lê carekê xerabî ketiye xwîna wî, nasekine. Þevekê tivinga xwe digre û berê xwe dide gundê berê, çend fîþekan berdide qesra axayê gund û vedigere mala brayê xwe. Ne carek, ne ducar, ne sêcar, heta ku axa li wan tê xezebê. Axayê gund zilamên xwe dide dora xwe û berê xwe didin gundê ku mêrik xwe lê veþartîye. Qiyametekê wilo bi serê herdu bra tînin ku herdu bra jî li çêbûna xwe poþman dibin, derbek giran dixwin. Piþtre brayê mezin radibe brayê xwe ji mala xwe diqewirîne û dibêje: “Te mala xwe þewitand û te mala min jî li ser kir. Tu wilo mêrekî çêyî here di mala xwe de þerê dijminê xwe bike hey nizanim çi! Çi heqê te li min û zarokên min heye tu di mala min de þerê dijminê xwe dikî!”

Serpêhatî mirêk û eynika pêþerojê ne.

Gava ku PKK bi emrê Ocalan li baþûr bi cî bû, kesî negot êdî bes e! Gava ku PKK þerê PDK û YNK dikir û mala hev diþewitandin, kêfa xwe dianîn û kesî nedigot êdî bes e! Gava ku dewleta Tirk pênc hezar gundên bakur þewitandin, 35 hezar Kurd hatin þehîdkirin, bi milyonan Kurd derbeder bûn,kesî nedigot êdî bes e! Lê ji bo azadî û tendirustîya A. Ocalan êdî bes e!? Helbet A.Ocalan serokê PKK ye, xwedîlêderketin mafê wan e. Lê gava tu bi navê Kurdan doza wî milletî beravêtî bikî û doza netewî di kesayetîya Ocalan de bifetisînî, wî çaxî tê wê wateyê ku Kurdên bakur “Bûkê didin bi tûtûkê!”

Niha birastî, ne karê aqilaye ku partîyek bakurî biçe di mala brayê xwe ê baþûrî de þerê dijminê xwe bike û êrîþa dijminê xwe bîne ser brayê xwe jî, Brayê ku bi xwe xwedî dijmin e û çavê herkesî li ser e, nikare barê herçar parçên Kurdistanê hilgire. Ji xwe çar alîyên wî dijmin û neyar in. Di vê dema ku hinekî sitirîye û dixwaze bi vê sitarê ji Kurdan re bibe sitargeha pêþerojê, mafê tu Kurdekî xwedê tuneye ku destdirêjîya vê sitargehê bike û hebûnên ku bi tekoþîn, ked û xwêdana sedê salan bidestketine, têk bibe yan bibe sebebê têkbirina wan.

Bifikirin ku rewþ hat guhertin û PDK ji ber Seddam revîya hat bakur û ji bakur þerê Seddam û dewleta Iraqê kir. Gelo wî çaxî wê bakurî çi bifikirin? Gava balafirên Seddam hatin û gundên bakur bombebaran kirin, Kurd kujtin, emê ji PDK yan ji YNK re nebêjin “Kaka hûn li vir çi dikin, we mala xwe þewitand qey hûn dixwazin mala brayê xwe jî biþewitînin?” Yan emê ji wan re li çepikan xin û herçar dijminan li xwe bikin yek? Bifikirin ku PDK yan YNK çiyayê Bagokê kirin baregeha xwe û ji wir êrîþî Iraq, Îran yan Sûriyê kirin. Kurdên bakur emê çi bikin? Helbet emê þerê wan nekin, Lê wê mafê me çêbibe ku ji wan re bêjin (weke ku niha ew ji PKK re dibêjin): “Kaka di axa me de þerê dijminên xwe nekin, mala xwe jî û a me jî wêran nekin!” Yan na?

Dibêjin yekî gundî ji xwe re êzîng (dar û ber) dibirin bajêr, difrotin û pê debara mala xwe dikir. Rojekê dîsa êzingan dibe bajêr. Yekî bajarî pereyekî baþ dide wî û dixwaze êzingên wî bikire. Lê ê gundî destê wî ji êzingên wî nabe û tim û tim dibêje: “Ma êzingên min!”

Îcar, gava em Kurdên bakur þûjina di çavê xwe de nebînin, derzîya di çavê Kurdên baþûr de bibînin û tim û tim bêjin “êzîngên min”, emê nikaribin bi fikr û ramanek Kurdewarî nêzîkî meselê bibin, emê bibin sedema kûrkirina pirsgirêkan û kêfa dijminan li xwe bînin.

Rast e, ez jî dibêjim êdî bes e!

Ji kîn, nefret û zikreþîyê re êdî bes e!

Ji xapandina millet û pûçkirina doza netewî re êdî bes e!

Ji bêarmancîyê re êdî bes e!

Ji axavtina zimanekî dijminane re êdî bes e!

Ji mirîdî û koletîya serokan re êdî bes e!

Ji binaxkirina doza Kurd û Kurdistanê re êdî bes e!

Ji provokasyon û dek û dolaban re êdî bes e!

Ji dijminatîya baþûr re êdî bes e!

Ji dostanî û paraztina Kemalîzmê re êdî bes e!

 

Êdî bes e û her êdî bes e!

24/12/2007

 

Nivîsên berê

Þerê navxweyî têkçûna Kurda ye

 

 25/11/2007-www-kurdwebb.com

Gotinek heye dibêjin:”Kesên ji dîroka xwe dersê wernegirin, nikarin pêþeroja xwe jî damezirînin”. Nirxandin û dersjêderxistina dîroka paþerojê, stûna damezrandina pêþerojê ye. Milletên ku ji dîroka xwe, yan ji paþeroja xwe ders wernegirtibin, di pêþeroja xwe de jî her dikevin heman xeletîyê û diteqinin. Lê milletên ku aqlêselîm dîroka xwe hûr dikolin, kêmasî û xeletîyên xwe dibînin û hewl didin ku di pêþeroja xwe de jî heman xeletî û kêmasîyan nekin da ku di pêþeroja xwe de biserkevin.

Kurd di vî warî de seqet in. Yek ji wan milletên ku giringî û pêwistîyê nadin dîroka xwe û dersan jê dernaxin, Kurd in. Mixabin, ev rastîya me ye. Rastîyek tirþ û tehl. Gava meriv li dîroka xwe dinere, dibîne ku di “serneketina” me de sedema herî mezin, sedema herî jandar bêtifaqî û dijminatîya me xwe bi xwe ye. Yanî þerê brakujî ye. Helbet þert û þirûtên dinyayê, berjewendî û hîlebazîyên dewletên serdest jî bandora xwe li me dikin. Lê dewletên serdest çiqasî xurt bin bila bibin, gava em ji hevre bi tifaq bin, gava em bi ruhek netewî, bi mejîyekî Kurdistanî tevbigerin, wê dewletên serdest jî zêde nikaribin bi me bilîzin û me bikarbînin. Lê mixabin bêtifaqî, berjewendîyên þexsî, ezezî û gellek sedemên din heta îro nehiþtine em Kurd bibin destek û bi yek dengî, bi yek ruhî û bi yek armancê biqîrin.

Ma ne ji ber vê sedemê bû ku Ehmedê Xanê gotiye:

““Ger hebûya me îtîfaqek
Pêkve bikira me întîqadek
Wê Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan jý me re bikira xulamî “

Di van gotinên Ehmedê Xanê de hertiþt zelal û vekirî hatiye tefsilandin. TIFAQ! Xwedayê þev û rojê jî dîsa gotiye:”Tifaq ez li ser rezzaq!” Yanî, “bi tifaq bin ez bi we re”

Îro em Kurd di pêvajoyek zîz re derbas dibin. Ji alîyekî parçeyek ji axa welatê me ber bi azadbûnê ve diçe, ji alîyekî Kurdên seranserê cîhanê nêzîkî hev dibin, û ji alîyekî jî tifaq û hevgirtina navbera Kurdan xurttir dibe. Ev pêþketinên erênî di çavên dagîrkerên Kurdistanê de bûye kelem û wek þûjinekê di çavê wan de radibe. Bi her dek û dolabê dixwazin destdirêjîya tifaqa navbera Kurdan bikin û wan wek dem û dewranên berê bera hev din, bikin dijminên hev û þerê birakujîyê bidin destpêkirin. Bi taybet dewleta Tirk û Îranê þev û rojên xwe jibo têkbirina baþûrê Kurdistanê kirine yek û tunekirina perçê azad ji wan re bûye armanca sereke. Di vir de bar û berpirsiyarîyek mezin dikeve ser milê Kurdan û divê di her halûkarê de neyên lîztika dijminên xwe û mecalê nedin wan.

Manîfestoya Serok Barzanî

Di Kurdistanê de parçeyê ku herî zêde ji destê þerê brakujîyê kiþandiye baþûr e. Çi xwe bi xwe bin û çi bi hêzên bakur re bin, êþek mezin ji destê þerê brakujîyê kiþandine. Ji ber vê jî êþ û elem, zehmetî û pirsgirêkên vî þerê qirêj baþ zanin û têgihiþtine ku êdî divê Kurd hevdu nekujin û dijminatîya hev nekin. Bi taybet Serok Barzanî yek ji wan kesan e ku bi tundî li dij þerê brakujîyê derdikeve. 

Serok Barzanî di gellek daxuyanîyên xwe de bal kiþandibû ser þerê birakujîyê û di derbarê PKK de gotibû ku “Þerê brakujî li paþ ma, êdî wê Kurd hevdu nekujin” û gellek helwestên erênî nîþan dabû ku ev jî di nava Kurdan de bibû ciyê þanazî û payebilindîyê.

Serok Barzanî, bi biryar û helwestên Kurdewarî di herçar parçeyên Kurdistanê de bû hêvîyek mezin û bandora xwe li temamê Kurdan kir. Wilo bû ku li bakurê Kurdistanê jî wek serokê Kurdan derket pêþ û her ku çû bandora wî zêdetir, qedr û qîmetê wî bilindtir bû. Ev jî bû sedemek herî mezin ku dewleta terorîsta Tirk wî ji xwe re bike hedef da ku bandora wî di nava Kurdên bakur de biþkîne û berê Kurdên bakur dîsa bide Abdullah Ocalan. Bandor û giranîya wî ewqasî çêbû ku heta bi Leyla Zana jî Barzanî wek serokekî Kurdan qebûl kir. Aramî, pêþketin û giringîya baþûr, helwest û daxuyanîyên Kurdewarî yên Barzanî bike neke tesîra xwe da Kurdên bakur, sempatî û dilxwazîya ji malbata Barzanî û PDK re li bakur zêdetir bû. Ji ber van sedeman jî, dewleta Tirk bi mahna PKK baþûr û malbata Barzanî ji xwe re kir armanca yekemîn û azadîya parçê baþûr di dilê wan de bû tirs û xofek mezin.

Manîfestoya ku Serok Barzanî da dinyayê, ji Kurdan re bû hêvîyek mezin. Kurdên ku ji destê þerê brakujîyê pir kiþandibûn, þa bûn û bawer kirin ku wê ji îro û pêde Kurd hevdu nekujin. Lê dewletên dagîrkerên Kurdistanê rehet nasekinin û jibo Kurdan bera hev din her lîztik, dek û dolabê dizîvirînin.

Di vir de dîsa rolek mezin dikeve ser milê Serokê Kurdistanê. Divê Serok Barzanî li ser gotina xwe bimîne, hewl bide ku di navbera hêzên Kurd de pirsgirêk û nakokî dernekevin da ku daxwaza Tirk û Farisan pêk neyê. Dewleta Tirk û Îran ji zûde dixwestin ku hêzên Kurd bera hev din û aramîya baþûr têk bibin. Ev jî xeterîyek mezin e, nîþana têkçûna me ye.

  Helwesta PKK, xetera þerê brakujîyê û pirsgirêkên dawî

Azadîya baþûrê Kurdistanê ji roja pêþîn û heta niha jî di çavê hinek ji rayedarên PKK de wek kelem û strî bû. Hê berî ku Ocalan bê girtin jî ewî baþûr wek “Israîla duyem” û “Xincera ser dilê Ereban” dinirxand. Rayedarên baþûr wek “Kevneperest û xayîn” didîtin. Piþtî girtina Ocalan jî rewþ nehat guhertin. Herçiqasî di nava PKK de duserîtî (grûba Kurdistanê û grûba Enqerê) hebe jî, lê biryar dîsa ji Îmralî derdikevin û helwest li gora biryarên Îmralîyê tên danîn. Bi taybet nameya ku Ocalan di destpêka girtina xwe de ji serokên gerîlla re þandibû û gotibû:”Li baþûr bimînin û giranîya xwe bidin baþûr – 27-03-2003” nîþana pirsgirêkên îro bû.  

Lê ji alîyê din mana wan a li baþûr hinek gavên erênî jî bi xwe re anîn. Helwestên rayedarên baþûrî bandorek mezin li ser hinek rayedarên wek Mûrat Karayilan û yên wek wî kirin. Wek di helwesta Karayilan û grûba xwe de jî dixuye, ew zêdetir Kurdistanî difikirin û ji grûba Dûran Kalkan Kurdistanîtir tên dîtin. Daxuyanîyên Dûran Kalkan û Cemîl Bayik – grûba Enqerê- nîþan didin ku ew dixwazin Tirk têkevin baþûr û destketinên baþûrê Kurdistanê jî li ber lingan biçin. Bi taybet Gotinên Dûran Kalkanê ku digot “Em amade ne, bila Tirk bên, emê baþûr li wan bikin Vîetnam” ne elametên xêrê bûn. Dûran Kalkanê ku rojekê jî nexwestîye li metropolên Tirkiyê çalakîyên eskerî çêbibin (Ocalan jî digot ez qet qebûl nakim hûn li metropolan çalakîyan bikin – binerin hevdîtina parêzeran 27.03.2003), dixwaze baþûrê Kurdistanê li Tirkan bike Vîetnam. Ev jî pir balkêþ e.

Wek me li jor jî bi kurtasî behs kir, bi taybet dewleta Tirk dixwaze PKK û hêzên baþûrî bera hev de û þerê birakujîyê bide destpêkirin. Ev provokasyon bi kujtina 12 eskeran destpêkir û hîna jî berdewam e. Rayedarên artêþa Tirk eþkere dibêjin ku “armanca wan ne PKK lê Barzanî û baþûrê Kurdistanê ye”. Herweha Mûrat Karayilan jî gellek caran ev rastî anîye zimên. Di vir de jî pir vekirî dixuye ku hebûna PKK tenê mahne ye, armanc tunekirina destketinên baþûrê Kurdistanê, referandûma Kerkûkê û Mîsakî Mîllî ye. Ji xwe gellek ji rayedarên Tirk doza stendina Kerkûk û Mûsilê li hikûmeta xwe dikin û rê ji dagîrkirina Kurdistanê re vedikin. Tirk di vir de pir xeter dilîzin. Ji alîyekî dixwazin tifaq û nêzîkbûna ku di navbera Kurdan de çêbûye têk bibin, wan dîsa bikin dijminên hev, û ji alîyê din jî dixwazin ji van nakokîyan îstîfade bikin û di parçê azad de bicîh bibin, dest bavêjin Turkmenan û doza þirîkatîya Kerkûkê bikin.

Di vê babetê de bar û erkên mezin dikevin ser milê rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê. Helbet niha ew jî li gora xwe bi van lîztik û projeyên dewleta Tirk dizanin. Lê mesele ew e ku neyên lîztika wan û fersendê nedin þerê brakujî, þerê PKK û hêzên baþûrî. Rast e, cîh li wan teng e, çar hêlên wan dewletên dijmin in û hêvîya wan tenê Emerîka û hêzên hevpeyman in. Dibe ku nikaribin xwe li ber zext û gefên Emerîkîyan bigrin. Dibe ku naxwazin wek 1975an bê serê wan û Emerîka piþta xwe bide wan. Lê ev nayê wê maneyê ku zimanekî dîplomatîk bikarneynin û dîplomasîyê nexin dewrê.

Çawa ku erk û barê netewî dikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê, herweha erka PKK ye jî ku li berjewendîyên baþûrê Kurdistanê bifikire û neyê lîztika dewleta Tirk. Îro parçeyek ji axa welatê me azad dibe, ji bin nîrên dagîrkeran derdikeve. Ev fersendek pir mezin e û erka her Kurdê welatperwere ku axa azad biparêze, xwedî lê derkeve û fersenda têkbirina wê nede dijminê xwe. Çawa ku Partîya Demokrata Kurdistana Îranê-PDK-Î jibo selameta baþûrê Kurdistanê þerê çekdarî sekinand, divê PKK jî alternatîfekê bibîne ku fersendê nexe destê dewketa Tirk û nebe sedema têkçûna Kurdistana azad. Ji alîyê din divê sedî sed rayedarên baþûr jî rê nedin þerê li dijî PKK. Di þûna ku þerê PKK bê kirin, divê rê û çareyên ku çawa PKK bibe Kurdistanî bên dîtin. Divê fersendê nexin destê dewleta Tirk û grûba ku di nava PKK de dixwazin Kurdistanê têk bibin.   

Di vir de em karin bi kurtasî bêjin ku, þerê brakujî têkçûna Kurdan û xurtkirina dijmin e. Kî dibe sebeb bila bibe, kî rê ji þerê brakujîyê re veke bila veke, ev þer wê ne li xêra me be. Divê êdî Kurd li mezinên xwe, li Ehmedê Xanê guhdarî bikin, kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin:

““Ger hebûya me îtîfaqek
Pêkve bikira me întîqadek
Wê Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan jý me re bikira xulamî “