|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
SÝYASETA BÝ WESAYET

Nûrî Çelîk-04/03/08-
Hinek alî ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq û siyaseta biwesayetê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û sîstema wê û ji pêþketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin. Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên ku þerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetê teng bikin,dide der.
Ev dijminayî meriv þaþ nake, lê ecêb e. Ecêb e çunkî, kesên vê dikin hewl didin ku zimanekî Kurdewarî bi kar bînin. Jargon "Wek welatperwer xuya bikin jî, Di esasê xwe de ji avkiþandina ser aþê siyaseta wesayetçîyan pêve ti karê din nakin, û bi vê metoda bi wesayet jî rewþên ku ne di berjewendîyê millet de, wek xelasîyekê ji millet re binîþan kirin jî namînin, Cehalet û paþverûtî ya xwe jî li ser her kesî ferz dikin. Rewþ wisa ye ku, tu dibê qey di vî warî de hatine wezîfedarkirin“ digot.
Hin ji wan wek qelemþûrên kirêgirtî, kîn û nefreta sîstema wesayetçî direþînin. Êrîþên ku dikin bê hed û hesab in, bi çavsorî ne. Bêpîvanîya di êrîþê wan de, vexwendinên lînçkirinê, di dekûdolabên van de mebesta tunekirina kesayetê mixalif jî têde, ev revþa ku ev siyasetçîyên bi wesayet têde ne bi tu awayekî din nayê binavkirin.
Belê, ev "tekoþîna netewî ye” û þerê paraztina mewzîyên di destê çînan de ye. Ev "tekoþîna netewî” þêweyê þerê herî hiþk e.
Siyaseta wesayetkar dibêje; "Di þer de her rê û rêbaz mubah e". Û li ser vî esasî, kuþtin, boxtanên reþkirina kesan û bi her awayî li dij derketina xweparaztina siyasetek bi þexsîyet û bi van awa jî hemi hêz û derfetên di destê xwe de dixin dewrê.
Ji alîkî ve jî, wek xelaskerên qirnê davî þîreta li her kesî dikin. bi metodên
tehdîtkar,
(wek
hiqûqnenasên-hiqûqnas) dipirsin:
"Hûn demokratîkbûna welêt
dixwazin?", "Hûn dixwazin pirsgirêkên heyî bi riyên demokrasîyê bên
çareserkirin?"
" Di demokrasîyê de çi
heye ku di sîstema
wesayeta me de tinebe?“ Çi kêm e,
têra çî
we nake?"
"Ger hûn ji derveyî wesayeta me demokrasîyê
bixwazin,
çalakîyên
weyên însanî jî di nav de,
emê
bi her derfetê êrîþî we bikin, ji bo tunekirina we emê vexwendnameyên lînçkirinê
bavêjin holê, emê rê li ber derketina we a nav insanan jî asteng bikin"
Belê, ev "tekoþîna netewî ye”. Di vê tekoþînê de hûn li ku cîh digrin girîng e.
Hûn êrîþî kê dikin, li dijberî kê ne girîng e. Îddîayên we çi dibin bila bibin,
ji hemuyî girîngtirîn
ewe ku, kirinên we bi kêrî kê tên?
Karê kê hêsanî
dikin?
Ezê nivîsa xwe bi hevîyekê bi dawî bînim. Hevîya min ji Yezdanê mezin............ go sîstema we hilweþîne û yên di bin helweþandinê de sax mayî jî hedayet bike.
Netkurd