Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com



Tolhildan!
 


Vet.Dr.M.Nûrî Dêrsimî


Ey xortê mert ê gelê ku zilma sedsalan li ser hatiye meþandin, li min guhdarî bike!

Dema ku þefeqa mirovahiyê ronî bû, çirûskên wê yên pêþîn, ji deryaya Hînt heta Kafkasan, ji Asyaya Biçûk heta Asyaya Navîn, li eniya nifþê te yê mezin ê bi rûmet da.

Dîroka te, dîroka serpêhatiyên lehengiyeke bê dawî ye. Ji ber ku tu zarokê gelê ku ji çil sedsalan heta niha ji bo hebûneke bi namus û azad, þer dike yî û ew gel îro jî ji þer ne westiya ye.

Em hemû deyndar in ku bi çavên hiþyar, fêlbaziyên dîrokê, sedem û rastiya jiyana Kurdan a duh bi bahoz û boran, felaket û êþên ku îro Kurd dikiþinin bibînin.

Ji bo parastina hebûn û kesayetiya xwe tu gelan qasî me demdirêj û bênavber þer nekiriye. Di dîroka me ya dirêj de, tu hêzê îtîrafa têkçûnê bi me nedaye kirin. Rûyê Kurdan, her dem wek welatê wan ê berz, bilind maye û tu caran li ber tu fetîhan serê xwe ne tewandiye.

Rastiya hebûna Kurd, îro jî rastiyeke ku guman jê neyê kirin e. Ji ber ku Kurdan þerê hebûn û nebûnê ne terikandiye, têkçûn nepejirandiye, biryar daye ku di nava gelên cîhanê de cihê xwe bigire. Gelê Kurd ji jiyanê hez dike û ji bo jiyanê dizane bimire jî.

Ey kurê Kurd, ey keça Kurd, divê cîhan vê biryara te bizane!
Her zindiyê ku dixwaze bijî, divê ji bo jiyanê þer bike!
Gelê ku dixwaze cihekî wî li ser rûyê cîhanê hebe, divê þer bike!
Pîvana xwezayê ya ku naguhere ev e. Zagona bêeman a cîhana kîmyevî, nebatî û ajalî ev e; têkoþîn û þer!...
Ev pîvan ji bo nifþê mirovahiyê hê bêemantir e. Nifþ ji bo nifþekî din, gel ji bo gelekî din û mirov ji bo mirovekî din, dirinde û lawir e.
Þaristaniya mirovahiyê hê nikare vê pîvan û zagonê biguhere, nikari zagona þer rake. Îro jî divê ji bo jiyanê þer bê kirin, rev û bazdan mirin e.
Kurd naxwaze bimire. Gelê Kurd ji bo jiyanê biryar daye û wê her bijî.

Di dîroka me ya dirêj de gelek nifþ, gel û dewletan hewl daye ku Kurdan bikujin, xwestiye mafê wan ê jiyanê ji dest bistînin, lê bi ser neketine. Ji rojhilat, ji rojava, ji baþûr û ji bakur nijdevanên, cîhangîr li qeraxên çiyayên Kurd þikestîne û li hemberî wêrekiya Kurd parçe parçe bûne. Hêzên Kahhar ên ku qedera dîroka cîhanê guherîne, dawî li hebûna gelek miletan aniye, gelek miletên ku hevdemên me bûn ji rûpelên dîrokê hatine birin, lê Kurdê ku ji têkoþînê dest bernedaye, li dijî dîrokê eniya xwe ya bi xwîn bilind kiriye û gotiye: "Ez nemirîme, ezê bijîm!".

Dîroka tu gelan bi qasî ya me bi xwîn nebûye. Welatê tu gelan bi qasî yê me rûberî êrîþ û nijdevaniyan nehatiye. Tu gelî bi qasî me, bênavber þer nekiriye. Di bin her þert û mercên neyînî de jî, Kurdê ku destê wî çek digire teslîm nebûye. Li gel hejmara mezin a Hêzên Kahhar Kurdan her dem bi gotina; „Erê“ bersiv daye banga wan a þer.

Va ye hîkmeta hebûna me, raza berdewama jiyana me di nava vê gotinê de veþartiye.
Ey pêþeroj û hêviya nifþê min, Ciwanê Kurd! Ez vê berhemê kêmqîmet diyarî te dikim.

Guh bide vê feryada Kurdê ji welatê xwe dûr, dilê wî bi êþa neteweyî diþewite, giyana wî ya tînî û derbeder bi arê derketina roja azadî û serxwebûna Kurd hilketiye. Guh bide banga zarokekî Dersîmî yê ku mehþera tolhildanê di zendên te yên nayên tewandin de hêvî dike !

Ez qêrîna bi hezaran bûk û keçên me yên ku ji bo namûs û þerefa te neyê lewitandin, xwe di þikêr û çiyayên welat de avêtine himbêza mirinê, ji te re dinalînim....!

Ez feryada kûr a Kurdê hatiye kolekirin, dilop dilop ziman û neteweyê wî hatiye kuþtin û rûmeta wî hatiye binpêkirin, ji te re dilorînim...

Dema mirin li ser çavên xwîþk û birayên te yên ku sûcê wan bi tenê Kurdbûn bû serdest dibû , dema ji çiyayên Kurdistanê yên zimrûd, ji zozanên beroj ber bi deþta hiþk û ziwa dihatin rakiþandin, ji birçîbûnê û bi singo û guleyên dijminê kahpe dimirin, di asoya hêviyên wan de tu wekî rojeke geþ xuya dibû…

Fermana yaman û wasiyeta wan a ku bi yek gotinê ji te re hiþtî ye:

TOLHILDAN!!

Tolhildan!...
Ji bo paqijkirina lekeya li ser namûsa Kurd;
Tolhildan!..
Ji bo kêmkirina qîrîn û hawara bi sedhezaran zarokên Kurdên hatine singokirin ;
Tolhildan!...
Ji bo aþkirin û kêmkirina hawara keç û bûkên Kurdistanê yên ku avêtine geravan û di nava agir de hatine þewitandin;
Tolhildan!...
Ji bo bicihanîna armanca qurbaniyên ku bi qehremanî di bin sêdarê de, mirin bi dirûþma; "Bijî Kurdistana azad û serbixwe!" pêþwazî kiriye û taca þehadetê hilgirtiye ;
Tolhildan!..
Ji bo selihandina welatê mader ê wêrankirî yê bi navê Kurdistanê;

Tolhildan!...
Ji bo paqijkirina welat ji laþê gemar ê çeqel û keftarên ku li diyarê Kurdan dilorin;
Tolhildan!..
Ji bo bidawîkirina hewte hewta kuçikên ku dikevin dû qehbika bi navê “Medeniyetê” û êrîþî me dikin;
Tolhildan!... Tolhildan!...Tolhildan!...

Bi tenê ev gotine, wasiyeta ku li ser cesedên þehîdên me, bi xwîn û hestirên çavan hatiye nivîsandin!...
Divê her ferdê bi namûs, her mirovê ku dilê wî bi Kurdbûnê lê dide, her ciwanê ku di demara canê wî de xwîna Kurd diherike vê wasiyetnameyê ji bîr neke. Heta ku wê bi cih neyni, rehet neke, bi rehetî ranezê û bixebite!

Em deyndar in, li ser riya nifþê Kurdên ku dîroka me ya doh bi xwîna xwe nivîsandiye bimeþin û li ser þopa ku wan bi xwîna xwe diyar kiriye, rêwî bin!
Emê bi xwîna xwe asoya sor a serxwebûna Kurd ronî bikin. Emê bi volkanên giyana xwe roja helesor û ronî ya rizgariya Kurd biafirînin!

Çavê dîroka cîhanê li ser me ye. Þehîdên me, çav li rê li benda me ne!
Bi hezaran qurbaniyên ku me pêþkêþî Xwedayê Azadiyê kirine, li bendê ne ku em gorekê jê re amade bikin. Li bendê ne ku em abîdeyekê ji bo bîranîna wan ava bikin!..

Ev abîde, Kurdistana azad û serbixwe ye!
Ev abîde, dewleta Kurd e, ku di nava civata neteweyan de cihê xwe yê bi rûmet û bi þeref bigire.
Em giyana þehîdên xwe bextewar bikin!

Bijî Gelê Kurd ê ku xwedî qehreman û leheng, bijî Kurdistana azad û serbixwe!