|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Hawar... Hem sorî ye, Hem zorî ye..!
Nûrî Çelîk
Parçeyek ji welatê me, Baþûrê
Kurdistanê, ber bi Dewletbûnê ve diçe, hîmên pêþeroja serxwebûna Kurdistanê li
wî beþî tê avêtin. Divê ev, serbilindî û kama dilê her Kurdekî be, her Kurdek
destê alîkarî û piþtgiriyê dirêjî vî beþî bike da ku rojek berî rojekê Kurd
çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin. Di demek wek îro de ku dagîrkerên
Kurdistanê bi her þêweyî êrîþî Baþûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê
rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku ve aramî û ahengîya heyî ji bo berjewendîyên
zareva an herema xwe tev bide, serok û dezgehên Baþûrê Kurdistanê jî divên li
gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin. Di avabûna her dewlet û
dezgehekê de xeletî û kêmasî çêdibin. Sazkirin û birêkûpêkbûna wê dewletê
hewceyî wext û zemanekî dûdirêj e. Helbet divê ew xeletî yan kêmasîyên ku tên
dîtin bi zimanekî brayetî û dostanî bên rexne kirin. Lê gava rexne ji rexnebûna
xwe derket û bû çeka paraztina berjewendîyên heremî, wê demê sînorên rexnekirinê
ji holê tên rakirin û dijminatî destpêdike. Ev jî xizmeta dijmin û xêrnexwazên
Kurd û Kurdistanê ye.
Ez bawer nakim Kurdek rabe bêje:"Ez Kurdistaneke serbixwe û zimanekî yekgirtî
naxwazim". Di dilê her Kurdî de xewn û xeyala Kurdistana mezin û zimanekî
yekgirtî heye. Lê þertan wisa kiriye ku em bixwazin û nexwazin, Kurdistan çar
parçe ye, zimanê Kurdî ji hev tarûmar bûye, bûye 4-5 zaravayên cuda û her yek ji
wan dixwaze bi þerê xwe bibe zimanê sereke, zimanê fermî. Gava em hejmara Kurdan
bidin ser hev, dibe ku Kurmanc ji Soran û Zazayan zêdetir bin. Gava em li gora
hejmarê bilivin, helbet ku emê bêjin "Divê zimanê fermî Kurmancî be". Kurmanc di
vî warî de xwedî maf bin. Lê wek me li jor jî behþ kir, parçebûna Kurdistanê
Kurd di her warî de ji hev tarûmar kirine. Çi di warê dînî de (Misilmanî,
Yezîdîyatî û wekî din) Çi di warê mezhebên dînî de (Þafiî, Henefî, Elewîtî,
Neqþîbendî, Qadirî, Rufaî, Ehlî Heq û wekî din), çi di warê zaravayan de
(Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Goranî û wekî din) û çi jî di warê mejî, adet û
rabûn û rûniþtinê de, Kurd ji hev dûr ketine û heta dereceyekê ji bûne
bîyaniyaniyên xwebixwe. Ev xalek ji pirsgirêka me ye.
Pirsgirêka þexsîyet û ruhê neteweparêzîyê . Kesayetî (þexsîyet) stûna hebûna
mirov e. Gava þexsîyet ji bedena mirov derket û mirov bêþexsîyet bû, êdî tu nirx
û hebûnên pîroz li gel mirov namînin. Bêþexsîyetî mirov dajo ser her tiþtên
nelirê. Çawa ku Serok Mistefa Barzanî di dema xwe de gotibû:" Çi kesê ku ruhê
neteweparêzî pê re çênebûbe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike" ev
gotin ji bo îro û ji bo her demê jî derbas dibe.
Îro pirsgirêkek sereke pirsgirêka zimanê Kurdî ye. Pirsgirêka Kurmancî û Soranî
ye. Her çiqasî ev pirsgirêk jibo hikûmeta Kurdistanê jî serêþandinekê bi xwe re
tîne jî, lê xuyaye ji baþûrîyan zêdetir em Kurdên bakur dive serê xwe bi vê
pirsgirêkê re biêþînin. Di daxuyanî û helwestên hinek rayedarên hikûmeta
Kurdistanê de dixuye ku zaravayê Soranî li pêþ zaravayê Kurmancî tê girtin û
îhtîmalek mezin heye ku Soranî bibe zimanê fermî, zimanê dewletê. Mînak jî
wezîrê Perwerdê Dilþad Ebdurehman.
Divê baþ bê zanîn; ne tene Behdînanî (Kurmancên Baþûr) em Kurdmancên Bakurî Jî
bi xwe nexweþ tînin û dibin bervederên zaravayê Kurmancî. Li gor tê zanîn yan tê
gotin, kêm zêde Kurdên baþûr fîftî fîftî ne. Nêvî Kurmanc û nêvî Soran in.Gelo
maf û heqê me tuneye ku em wek Kurmancên Bakur zorê bidin desthilatdariya
Kurdistanê û parastina Kurmancî bikin? Helbet dil dixwaze ku temamê Kurdan
Kurmanci bi axêvtina û Kurmancî bibûya zimanê fermî, yan dil dixwaze ku temamê
Kurdan Soranî bi axêvtina û zimanê fermî bibûya Soranî, yan Goranî, yan Dimilkî
yan Hewremanî. Lê wek me li jor jî behs kir, Kurdistan çar parçe ye û þertan
Kurd mecbûrî hinek tiþtên ne li gor dilê wan kirine.
Divê em ji niha de zanibin ku heger sibê yan dusibê Bakurê Kurdistanê azad bû,
wê ev pirsgirêk li Bakur jî destpêbike. Pirsgirêka Kurmancî-Dimilkî (Zazakî). Wê
gavê emê jî têkevin rewþa ku niha li Baþûr di navbera Kurmancî û Soranî de
derdikeve ortê. Pirsgirêka Kurmancî û xwedîlêderketina wê, erka Behdînanîyên
Baþûr e. Heger li Baþûr pirsgirêka tunekirina Kurmancî hebe, erka pêþîn dikeve
ser milên Kurmancên Baþûr û divê ew li xwe û li zaravê xwe xwedî derkevin, bi
rêyên demokratîk li çareserîya vê pirsgirêkê bigerin. Lê gava ku Kurmancên Baþûr
dengê xwe nekin,em Kurdên Bakur emê rabin û bi dengen bilind biqîrin û bikin
hawar, gelo ev yek çiqas di xema Wezîrê Perwerdê Dilþad Ebdurehman de ye?
Avestakurd.net