Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Em li ku dixin û deng ji ku derdikeve

Zinar Qelemþûr-29/11/07-Stenbol- Xuyaye hinek ji nivîskar û qaþo rewþennebîrên me wek gayê ber cot “diçin vî serî û vedigerin serîyê din”. Ji roja ku qelem girtine destê xwe û heta niha her û her çîrokên berê dibêjin û ji xizmetê zêdetir ziyanê dighînin doza milletê Kurd.

Me wek Lotikxane di daxuyanîya xwe de bal kiþandibû ser rewþa dawî a zîz û gotibû ku divê nivîskar û rewþenbîrên Kurd  di vê demê de neyên lîztika dijmin û hinekî sergiran bin, bi zimanê xwe karibin, pênûsa xwe baþ bikarbînin. Lê tu ji kê re dibêjiiiiiiiiiiii!?

Dibêjin rojekê hunermendê navdar Miradê Kinê (Mirado) di civatekê de li kemançê dixe. Tu nabê di wê kêlîkê de yekî ji civatê tirrekê dike. Mirado jî radibe dibêje:”Tewwww, ez li ku dixim û deng ji ku derdikeve!” Îcar ev jî mesela me û sayin Nûrî Firat e.

Nûrî Firat di kovara Yedîncîgundemê de ku rojnama Gundemê jî qaþo ji wir girtiye û bi kêfxweþî belav kiriye, dest bi çîrokên kevnare kiriye û ha ha hêzên baþûrî dike xayîn, ajan û nokerên dewleta terorîsta Tirko. Yaw qardeþim, ma em rabin defterên kevn vekin û Kurdan bera hev din hêê? Ev helwest xizmetê ji kê re dike? Baþ e, em bêjin hêzên baþûrî xeletîyan dikin, baþe tu bi vê nivîsa xwe xizmeta kê û kîjan hêzê diki cîgerim? Çi heqê te û hawîrdora te heye hûn di vê dema nazik de Kurdan bera hev din û Kurdên baþûr bikin dijminên Kurdên bakur?

Yahewlelwela qiwetille billehilezîm yaw!

 Em dibê xwedo Kurd bi tifaq bin, nebin dijminên hev, mêrik yekîtî û tifaqa Kurdan bi kîrê xwe nahesibîne û ha ha zorî daye dijminatîyê law!

De neyse, dibêjin “Kurmê þîrî heta pîrî ye”. Ma terîya kûçik rast dibe gelî xwendevanan? Naaaaaaaaaaaaaa!

De Xwedê ji Beko Ewanan re nehêle rebbî û xelas!