Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Tûrîst hew wêrin herin Fasê

Wezîra Malbatê Nûzha Skallî

Mihemmed Mistefa El Kerîm- 23/04/08-Fas- Li Fas ê pirsgirêka tûrîst û melayên welêt berdewam dike. Ji ber ku melayên bajêr di heman wextî de bi hevre banga nimêjê dikin û ezanê dixwînin, tûrîst diqutifin û ziravê wan diqete. Wezîra Malbatê Nûzha Skallî di vê derbarê de dibêje:”Beþek mezin ji hatina aborîya  me li ser van tûrîstên biyanî ye. Lê melayên me di dema nimêjê de tev bi hevre bang didin û ezanê dixwînin. Ev jî dibe sedema ku tûrîst bitirsin û ji welatê me birevin. Divê em çareserîyekê ji vê meselê re bibînin” filan û fîstan. Îcar parlamenterên dîndar rabûne ser tapana û Wezîra Malbatê Nûzha Skallî dane ber lotik û pehînên qirase.

Parlamenter dibêjin:”Waweylê, waweylê, waweylêêê! Ev jinik femînîst e, heqaretê li dînê îslamê dike, tûrîst tirsiyan ji xirrê kurê me ve baba, ma em rabin ji bo kêfa tûrîstan dev ji dînê xwe berdin” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, rebena Wezîra Malbatê Nûzha Skallî û þaþikmezinên Fasê dest bi þerê lotikan kirine. Îcar kî dike kê xwedê zane.

   Werhasil, wille bavê min tu Kerkûkê difroþi nafroþi nizanim, lê em bakurî bi xwe her bajarê Kurdistanê difroþin. Dev ji bajaran berdin, em Kurdistanê jî dikin bi qurbana dilopek ava girava Îmralîyê kaka! 

   Ê te çawa be tirs û þerma te ji Kurdan heye, xîreta te firotina bihostek axa Kurdistanê qebûl nake, lê em bakurî?  Bi serê min û te, em bakurî tev bûne mirîdên mala þêx û li ber dengê deffê didin lotikan kaka! Kurdistan çûye, bajar çûne, gund çûne, Kurd tên kujtin, ji mirîdên mala þêx re ferq nake û xelas !

Her bijî kek Mesûd! Bi namûs tu kurê bavê xwe yî û hew!