Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Sayin Ocalan îmana rewþenbîran teneke kir!

Sofî Xelef-22/06/07-Amed- Erêê erêêê....Li ser bextê Ajansa Nûçeyên Firat (ANF) be. Dibêjin Serokê KCK sayin A.Ocalan vê carê tiþtên xweþ gotine û hema bêjin dilê gellekan ji me xweþ û geþ kir. Dibêjin Oclan di hevdîtina parêzerên xwe de (20/06/07) piþtgiriya Serokê Þaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaþ kiriye û xwedî li paraztina zimanê Kurmancî derketiye. Gotiye:”Kesê ku nikaribe li zimanê xwe xwedî derkeve, nikare li tu tiþtekî xwedî derkeve, nikare li mirovahîya xwe jî xwedî derkeve” filan û bêvan. Wekî din çend lotikên xweþ li ”Þildim-Bildimcîyan” xistiye û gotiye:” Herin di malên xwe de pêncî enstîtu û meclîsên ziman ava bikin û xebatên xwe bidomînin. Li kuçe û li parkan jî karin vî karî bikin” filan û bêvan. Wekî din Ocalan çend lotikên xweþ li rewþenbîran jî xistiye û îmana wan teneke kiriye. Gotiye:

 

”Divê rewþenbîr li dij asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê derkevin, ev erka wan e. Ziman bingeh û sereka civakbûnê ye. Amûra dan û stendina mirovan, civakan û çandan e. Sedema hebûna mirovan e. Ji ber mirovbûna xwe, divê mirov li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û pêþve bibin. Kesekî ku bi zimanê xwe nizanibe, pêþve nebe, nîvco dimîne, nikare bi kesekî/ê re têkiliyek rast û baþ deyne û pêþve bibe. Xwedîderketina li zimanê xwe, wezîfeya herkesî ye. Kesê ku li ziman û çanda xwe xwedî dernekeve, ez wî/ê mîna mirov nabînim". Werhasil, bi telaqê bê fitû, vê carê sayin Ocalan tir ji rewþenbîran berdaye, îmana wan teneke kiriye û helwestek Kurdewarî danîye bavê min, wey! Kuro ma ji gotina rast xweþtir tiþtek heye? Na babaaaaaaa! Kuro bi namûsa mêrên berê, em di vê mijarê de ji sedî sed bi sayin Ocalan re ne û hûn sax!

Em jî dibêjin:”Kesê li ziman û çanda xwe xwedî dernekeve, em wî wek dehþik dibînin ellahwekîl, ewqas!!!!!

 

Lê xwezî ji mîrê keremê re sayin Ocalan ji Dûran Kalkan û kesên wek wî Tirkîparêz re bigota:STOPPPPPP! Ewî malxerabî partîyek qirase kir Tirk lawo, wey liminnnnnnnnn!