Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ewladê zinê destdirêjîya koka Kurdan kir

Zinar Qelemþûr- 15/02/08-Stenbol- Di nav Tirkan de bûye mode. Heçê ji jina xwe aciz dibe, radibe pirtûkekê li ser koka Kurdan dinivîse û Kurdan dike Tirk. Heçê qûna wî duxre, radibe pirtûkekê li ser koka Kurdan dinivîse û Kurdan bi Tirkan ve girê dide. Heçê jina wî xwe bikþîne, wê heyfa qehpitîya jina xwe di serê Kurdan re derxe û wan bike Tirk. Heçê ji xwe û koka xwe bi þik in û di kerxaneyên bajarên wek Selanîk û Stenbolê de hatine dinyayê, dixwazin milletê Kurd jî wek xwe bêesil û heramzade bikin, radibin pirtûkan li ser dîroka gelê Kurd dinivîsin û qaþo wan dikin Tirk.  

Yek ji wan jî serekkomîserê êþkencecî Omer Ozuyilmaz e. Omer Ozuyilmazê ku di qereqolên polîsên Stenbolê de êþkence bi hezaran keç û xortên Kurdan kiriye, îro radibe dibe pisporê dîroka Kurdan û kurê qehpê Kurdan dike Tirk.

Baþkomîser Omer Ozupox di sala 2002an de êþkence bi du qîzên Kurd kiribû û destdirêjîya namûsa wan kiribû (Nacîye Çogaltay û Sûnay Yeþîldag ji wan çend kesan in ku ji destê vî kûçikbavî êþkence dîtine), îro li ser piþta Kurdan dibe nivîskar û destdirêjîya dîrok û xîreta me jî dike.

Îcar çapemenîya Tirko jî wî difirînin ber perê ezmên û dibêjin:”We dît ne, aha Omer Ozupox îspat kir ku Kurd jî Tirk in” û naletê li sinsileta xwe tînin. 

Îcar derewa herî mezin çiye hûn zanin? Dibêjin qaþo Omer Ozupox 100 hezar pirtûk xwendine, pel bi pel li hev qulipandine û di dawîyê de îspat kiriye ku Kurd Tirk in.

Erê kuro, 100 hezar pirtûk ey hawarrrrrrr! Ûlan oxiller, onin bûnin bîjîlerî, ma temenê insanekî têra xwendina 100 hezar pirtûk dike yawrûm? Yan qûneko hema 100 rûpel xwendiye û ew kiriye 100 hezar? Wey kerê Lotikxanê di dê û jina derewîna ne ku ne derew û vir e! Îcar bi ser de jî sayin qûnek Omer Ozupox dibêje:”Ê anam avradim olsin ben de jî Gurmanc im!” 

Ûlan oxlim, qotveren, ma Kurmanc êþkencê li zarokên Kurmancan dikin lan! Ma Kurmanc destdirêjîya namûsa keç û jinên Kurmancan dikin zuppe! Wey ez di devê wisa Kurmanc de bimîzim erê welle....!

Hele ka berê pirtûkekê li ser kerxana bajarê Selanîkê binivîse, poxê Sarioglan derxe  meydanê û piþtre behsa dîroka kurê ciwamêran bike oxliiiiiimmmmmm!