Te çi PKK safî kir ma dora baþûr

Mihê Çawîþ-13/04/08-Dergevanê Qereqola Enqerê- Bav û kalên me ji berê de dibêjin:”Filankeso nikare bi kerê dibeze kurtên”. Îcar ev jî mesela me û Tumgeneralê Tirk Osman Pamukoglû ye.

 

Kevnegeneralê derkenar Osman Pamûkoglû li bajarê Bolûyê beþdarî civîna cewrikên Asenayê bû û çend lotikên Asenakî avêtin baþûrê Kurdistanê. Pamukoglû got:”Qardeþim, li baþûr dewleta Kurdî ava bûye. Bila kes xwe nexapîne, dewlet ava bûye û bingeha vê dewletê jî 126 þîrketên Tirk datînin. 126 þîrketên me Kurdistanê ava dikin û ev nayê fêhmkirin. Emerîka û dewletên din heta 30 salên din jî ji wir dernakevin, îro baþûrê Kurdistanê û sibê jî wê dor bê bakurê Kurdistanê. Ji me re zilamên qirase, ekîbek tirtire û siyasetek nûjen pêwist e. Em bi vê hikûmetê nikarin gûyekî bixwin” filan û fîstan. 

 

Werhasil, mêrik xwe diçirîne û wek mêkera go bêrya lotikên kerê nêr kiribe dizirre.

 

 Lan qardeþim! Ma 126 þîrketên we bi xêra dê û bavê xwe bingeha Kurdistanê ava dikin lan? 126 þîrketên we bi xêra me bûn xwedîyê milyon dolaran ewladim, ma go ne ji me ba niha þîrketên we li pataxê ketibûn oxlimmmm!

 

Baþe lo, hem dolarên me bibin û hem jî bêjin “þîrketên me bingeha Kurdistanê ava dikin”.

Ma dolarên belaþ li ku hene ewladiiimm!