|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Dewsa tirr û fisan nabe gul û gulistan

Kursîya Ruhstîn-07/11/07-Oval Ofîs-
Li ser navê
kursiî, qoltix, dosek û balifên OVAL OFIS ji we re silav û rêzên xwe rê dikin
geli xwendevanên Lotikxanê.
Çend roj berê serokwezîrê virqo hatibû tewafa Koçka Spî û xwest pilanên xwe yên
qirêj di derî û pencereya sipi re derbas bike, loma gelek gengeþe û pevçûn li
ser hatina belqityo cêbûn.
Em dizanin
ku hûn (Kurd) ji ber van pilanan gelek bi fikarin lê belê ez li ser navê alavên
OVAL OFIS u hemu ode û dahlîzên Qesra Spî we agahdar dikim ku qet fikaran nekin,
ji ber ku ti car dewsa tirr û fisan nabe gul û gulistan.
Erdoxano li OVAl OFIS gelek tirr û fis kirin û bîhna pilanên wî yên kirêt li
Qesra Spî belav bû, loma ev pilan ti car nehatin û nayên qebûlkirn.
Ez dixwazim bala we bikþînim ser tiþtekî gelek girîng ku heta aniha ti kesî ferq
ne kiriye.
Ew kursiya
ku Erdo li ser rûniþtibû eyni ew kursî ye ku serokê we yê hezkirî BARZANI beriya
demeke ne dûr li ser rûniþtibû, loma gerek hûn zanibin ku dîplomasiya Kurdan ya
navnetewî îroj gihiþtiye asteyek wusa bilind ku dikare li hember pilanên
dagirkeran gelek bi serkefti li ber xwe bide.
Li gel silav û rêz
Ji OVAL OFIS/ Kursiya Ruhstin-Qesra Spî