|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Av radizê dijmin ranazê

Cemîl Cewher-26/11/07-Hewlêr- Dewletên dagîrker û xêrnexwazên gelê Kurd bi her awayî alîkarîya rêxistinên dijminên Kurd dikin da ku destketinên li Kurdistanê têk bibin. Bi taybet dewletên wek Siûdî Erebîstan, Sûrî, Îran û Tirkiye destdirêjîya nav kar û barên baþûrê Kurdistanê dikin û alîkarîya hinek partî û rêxistinên da ku li Kurdistanê alozî û tevlihevîyan çêkin.
Van demên dawî Dezheka Alîkarîya Ordîya Tirk OYAKê 1.5 milyon dolar alîkarî daye Cepheya Tirkmenî da ku li Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê dest bi çalakîyên terorîstî bikin. Ji alîyê din tê gotin ku Bankeyek Siûdî û Tirk ku hevparên AKP ne, 500 hezar dolar dane rêxistinek îslamî ya baþûrî da ku li dijî PDK û YNK êrîþkarîyan bikin.
Bi dehan nimûneyên bi vî awayî tên bihîstin. Bi taybet OYAK li baþûr wek Beko Ewan dixebite. Herçiqasî wek dezgehek bazirganî beþdarî avakirina Kurdistanê dibe jî, lê ev tenê çavseyandin e. Di binê masê de hezar dek û dolaban digerîne.
Werhasil, divê Kurdekanên me hay ji vê OYAK ê hebin û her destê ku wek dost dirêjî wan dibin, neguvêþin. Divê her Kurd wek dîn û îmana xwe bizane ku av radizê lê dijmin ranazê û xelas!