|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Çi pêþmergetî lê tê loooooo!
Tecawizcî Coþqûn- 08/05/08- Beyoglû-Stenbol- Bala xwe bidin flîm û rêzeflîmên televizyonên Tirko. Hûnê bibînin ku piranîya mijara rêzeflîmên wan li Kurdistanê tên kiþandin, pê gelê Kurd biçûk dikin, adet û toreyên ku nirxên Kurdayetîyê ne bi zanatî jihevde dixin û bûyerên biçûk ewqasî mezin dikin ku heçê nizanibin wê bêjin qey Kurd hov û hirçên serê çiyê ne. Ê tabî Kurdên me yên bêaqil jî li van rêzeflîmên ku Tirk bi kesayetî, adet û toreyên wan dilîzin temaþe dikin, hêsran dibarînin û di malên xwe de dibin hêsîrên van flîmên ku keç û xortên me ji rê dibin, dilê wan dibijînin jiyana sosyeta Tirko. Hûn bawer dikin nakin nizanim, lê bawer bikin bi hezaran xort û keçên Kurd ji sedema dilbijandina jiyana di van rêzeflîman de dev ji malbata xwe berdidin, bi bajaran dikevin, dikevin destê çete û grûpên fihûþê û qûþ li wan diqete. Û em? Em jî di malên xwe de çepikan ji lîztikvanên van rêzeflîman re lêdixin û wan dewlemendtir dikin. Yanî, Tirk bi rêzeflîmên xwe me didin ber lotik û pehînan, û em jî dibêjin:"Þabaþ, þabaþ, þabaþ ji filan flîm û filan artîstî re" û hezar jehr û ziqûmên din.
Werhasil, dibêjin mankena Tirk Tugba Ozay çek girtiye destê xwe, kincên pêþmergeyan li xwe kiriye û di flîmê derhênerê Kurd Ganî Ruzgar Þawata de rola keçek pêþmerge dilîze. Tu dibê qey hîç keçên Kurd tunebûn ku di flîm de wê rolê bistînin û rabûne rola sereke dane Tugba Ozay xanima ku kes nizane bê heta niha çend lotik li xwe xistine û çend qirase di ser re derbas bûne. Yanî, gelo di þûna ku milyar pere têkevin bêrîka lîztikvanek Tirk, ew pere biketana bêrîka keçek Kurd ne çêtir bû?
Yaw çima em zilamên Kurd peppûk û mirîyên jinên Tirk in qardaþim? Yan jinên wan ji keç û jinên me çêtir û binamûstir in? Pekkkkkkkk, yaw em qaþo rewþenbîr û zimandirêjên Kurd çi tewtewe û berdîberdayî ne ya starrrrrrrrr! Yabo bi namûs, ez jî di nav de, em bi kêrî pênc qirûþên xerabe nayên û hûn sax! Îcar Tugba Ozaya doxînsist û pêþmergetî kuro?
|