|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
De ji xwe re li nivîskarên xelkê binerin û li yên me binerin

Ehmed Beyan- 19/12/07-Enqere- Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, çima em ji nivîskarên Tirk, Ereb yan Farisan aciz dibin? Yan em dixwazin herkes wek me demokrat û mirovhez bin? Yan em dixwazin herkes wek me qedr û qîmetê nedin dewleta xwe û dijminatîya dewleta xwe bikin? Heyran di namûsa min de be, ez ji nivîskar û rewþenbîrên Tirk dihesidim bavê min, wîî! Mêrikan nivîskarên dewleta xwe ne, ajanên dewleta xwe ne, parêzerên yekîtîya axa xwe ne, xulamê milletê xwe ne, dixwazin dinya hemi bibin Tirk, wekî din û hezar jehr û ziqûm. Ma ev xerab e gelo? Li gora min na! Aferîn ji wan û sedûyek bavê wan re. Kuro ma nivîskarên xelkê wek nivîskarên me ne hayhoooo!
Ê me nîvdewletek me çêbûye, go ji me bê emê sibê wê xerabikin ey hawarrrrrr! Jim e bê emê dewleta xwe bikin bi qurbana serok û partîya xwe dîsa ey hawarrrrrr! Ji me bê emê lingên hev biþemitînin fatîhayekê jî li ser hev nexwînin dîsa ey hawarrrrr! Law ma em Kurd çi meqlûqat in? Em çi beþer in ku em dost û dijminên xwe ji hev nasnakin? Heta kengî emê bibin kurtanê kerên dewleta Tirk? De hema li nivîskarê kurê dêlê Ertûgrûl Ozkok binerin û wî ji xwe re bikin mînak.
Mêrik ji eskerekî zêdetir dewleta xwe û artêþa xwe diparêze û ha ha Kurdên baþûr tehdît dike. Di nivîsa vê dawîyê de dîsa zirt û fortên xwe kirine û êrîþa ser Çiyayê Qendîlê ji Kurdên baþûr re kiriye seravde û dibêje:“Bila herkes lingê xwe li gor lihêfa xwe dirêj bike. Bila hinek alî (baþûrî) dewleta me biçûk nebîne. Dewleta ku Çiyayê Qendîlê bombebaran kir, kare ciyên din jî bombebaran bike haaaaaa!“ û þûjinekê di Kurdên baþûr de radike. Îcar hinek nivîskarên me radibin wî rexne dikin û wî wek nîjadperest binav dikin.
Ê brê min, kuderê vî segbavî nîjadpereste hêê!? Mêrik ditirse qardeþim, ji parçebûna dewleta xwe ditirse, ji Kurdistanek serbixwe ditirse, ji yekîtîya milletê Kurd ditirse, ditirse û hey ditirse, ma ev qebhet e? Naaaaaaa!
Kuro aferîn sayin qûnek Ertûgrûl Ozkok, bi namûs heta rewþenbîr û nivîskarên me Kurdan jî nebin wek te, heta em Kurd jî wek te nebin mirîdên dewleta xwe, emê her û her ev bêaqil bin û xelas! Yabo bila dewletek min hebûya, bila xanîyekî min bi navê Kurdistan serbixwe bibûya, heger min ji Ertûgrûl Ozkok zêdetir dewleta xwe neparazta ez ne ji piþta bavê xwe bim û hew! Heger ez ji wî zêdetir nebûma nîjadperestê dewlet û milletê xwe bila ez ewladê zinê bûma!
Kuro Ozkok efendî, aferîn lan…..Li serê me xe oxlim, li serê me Kurdên bêaqil xe biner bê aqilê me neyê serê me de qurban, bastirrrrrrrrr!