Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Dinya dikeve destê jinê

Apê Ilyas-16/11/07-

Xuyaye dinya hêdi hêdi ji destê meran tê standin. Heyran, bavo Jinên  me Kurdan ji heft mêran heyftirin ellawekîl!. Jineke me Kurdan bi sed mêrên Tirka  û ereba ye. Li Almanya serokatî bi Angela Merkel tê meþandin. Li Pakistanê Benazîr Butto dawa serokatiyê dikê. Li Ewrûpa Feleknasa (Uca) me serê me Kurdan bilind dike û tilîkên xwe dike herdû cavên Erdo û GulGulo.

   Van roja xuþkeke din ji serê me Kurdan bilind kir.Di hilbijartinên Danîmarka de diyar bû ku keça Kurd Ozlem Çekîç bi serfirazî û tercîhkirî kete parlamentoyê. De li ser xêrê be û Xwedê wê bighîne meqsed û mirazê wê rebbî! Bihelin ku jin bikevine polîtîkê. Çawa be me mêran tiþtek bi ser tiþtekî nexist, bihêlin bila jinên me lotikan bavêjin, bi namûs çêkirina xwarinê û xwedîkirina zarokan li me mêran qebûle!

Dinya ne bi zore-dinya bi dor e. Vêga dora tenûrê a jina ye.

Kurd dibêjin navê jinê û jiyane nêzikî hev dibe

Lê mixabin navê mêr ji mirinê te…….

Serkeftin bona Ozlem Çekîç