|
Lotikxanê jina Panayatov bi du bizinan kirî
Cemþîdê Bizinfiroþ- 18/04708-Sofya- Berî bi çend rojan cotkarê Bûlgar Panayatov jina xwe Elena bi bizinekê guhertibû û kiribû berdêlî. Tu nabê hevalê wî dilê xwe bijandiye jina Panayatov û jê re gotiye:”Kuro Panayatov, malmîrat, va jina te Elena zarokan nayne, ji xwe te têra xwe lotik lêxistine, a baþ jina xwe bide min û ezê jî bizinekê bidim te” filan û bêvan. Panayatovê serker jî gotiye “ehlen we sehlen” û jina xwe bi bizinekê daye hevalê xwe. De bifikirin lo, zilamê go jina xwe bide bi bizinekê hûnê çi navî lê bikin gelo? Ker kurê kerê! Werhasil, piþtî bûyerê rabû me jî têkilî bi Panayatov re danî û jê re got:”Hey min di te kiro, ma mero jina xwe dide bi bizinekê xiyar? Em wek Lotikxane amadene du bizinan bidin te. Here jina xwe vegerîne û du bizinên xwe bistîne”. Bi serê min û we wextî Panayatov ji kêfa re bifiriya ber perê ezmên. Mêrik yeka me nekir didu û rabû çû jina xwe ji hevalê xwe stend, bizina wî lê vegerand û jina xwe Elena bi rêya postê ji me re þand. Me jî soza xwe anî cîh û me du bizin ji Panayatov re þandin gundê Plovdîvê. Îcar hûn bi qedrê xwedê kin, me bazirganîyek baþ kir yan nekir? Werhasil, jina Panayatov Elena xanim niha emanetî Lotikxanê ye. Heçê sê bizin û nêrîyekî bide me em karin li hev bikin qardaþim!
|