|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Lotikek ji PDK-Bakur
BANGA PDK-BAKUR/JI BO PÝÞTGÝRÝYA ÇALAKÝYÊN PROTESTOYÊ
Li
dijî êrîþkarîya artêþa Tirk tev li hemi çalakîyên ku ala rengîn lê baweþe, bibe!
Îro roja xîretê ye, roja mil bi mil meþîna li dijî sîtemkarî û dagîrkerîyê ye, roja hevpiþkî û yekrêzîyê ye!
Milîtarîst û nîjadperestên Tirk carek din bi ser mede bombeyan dibarînin, berê tanq û topên xwe dane axa pîroz, welatê þîrîn Kurdistanê.
Ne hewceye em gotinên zêde di derbarê niyeta van nîjadperestan de bêjin. Her tiþt ronî û zelal e! Armanc têkdana doza azadîya gelê Kurd û têkdana pêvajoya dewletbûna Kurdistanê ye, pûçkirina destkeftîyên me li Kurdistana azad e! Leyiztik li ser Kerkûkê ye, lawazkirina hêz û rûmeta Kurdan li Iraqa federal e! Armanc dijminahîya federalîzmê ye, bi destxistina her cûre maf û azadîyên ji bo Kurdên li her erdekê ye!
Milletê Kurd divê li dijî vê dewleta êrîþkar û hêza zikreþ defer be!
Tev li her çalakîya protestoya ku ala rengîn lê baweþe bibe, piþtgirîya van kar û xebatan bike. Kîjan welatperwerê Kurd, kîjan rêxistin û hêza Kurdperwer li çi erdî van çalakîyan li dar bixe, bi hemi hêza xwe piþtgirê wî karî be!
Ev banga partîya me,
- Daxwaz e ji her endam û dostên me,
- Tika ye ji her welatperwerê Kurd,
- Hêvîya piþtgirîyê ye ji her kesê mirovperwer û demokrat!
Bêdengî xurtkirina nîjadperest û milîtarîstên Tirk e!
Bêdeng nemîne, bila pêlên azadî û demokrasîyê bi serkeve!
PDK-BAKUR
27 Sibat 2008