Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Þivanê me beþdarî pêþangehan jî dibe

 

Tacdîn Baran-24/01/08-Elmanya- Dibêjin wê lotikvanê Kurd ê navdar û þandar Þivan Perwer beþdarî pêþangeha pirtûkan a KOMKARê bibe û li bajarê Wuppertalê çend lotikên Elemanî bavêje. Li ser bextê Kurdên Wuppertalê be, hinek dibêjin “wê Þivanê me bi strana Kîne Em dest bi lotikan bike”, hinek dibêjin “de here loooo, wê sedî sed Þivan lê dotmam bêje”, û hinek jî dibêjin “bi telaq me di xewna xwe de dîtiye, wê Þivan Kirîvê bêje” filan û fîstan. Ez serê we neêþînim, wê Þivanê me sedî sed beþdarî pêþangeha KOMKARê bibe, lê wê bistrê yan nestrê ew û tembûra xwe zanin. Ê de berdewamê bixwînin cîgerlerim...

 

 

 

 

 

 

 

Þivan Perwer di peþangeha pirtûkan ya KOMKARê da

 

Filîtê Quto-24/01/08- Elmanya-

Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Þivan Perwer, beþdarî pêþangeha pirtûkên Kurdî ya KOMKARê dibe. Pêþangeha Pirtûkên Kurdî ya 4., ku Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR di 1-2-3´yê Sibatê li bajarê Wuppertalê amade dike, ji bilî nivîskarên Kurd, her usa xêrhatin li hozanê gewre yê Kurd Þivan Perwer û fonda wî dike.

 

Fonda Þivan Perwer, ku navenda wê li bajarê Bonnê ye, di berdewamiya pêþangehê da 3 rojan wê standa xwe veke û berhemên xwe raxe. Her usa Þivan Perwer jî wê beþdarî pêþangehê bibe û CD û fotografên xwe îmza bike.

 

Wek tê zanîn, nivîskar Dr. Eskerê Boyîk, Yilmaz Çamlbel, Mehmet Bayrak jî beþdarî pêþangehê dibin û pirtûkên xwe îmza dikin.

 

Her usa di pêþangehê da Dr. Îbrahîm Mahmûd li ser hunermendê Kurd yê nemir Yilmaz Guney konferansek pêþkêþ dike û fîlmê Yilmaz Guney „Rê“ tê nîþandan û bi beþdariya rojnamevan Oral Çaliþlar (Cumhuriyet), Nevzat Karakeçî (Dema Nû) û M. Þefik Oncu (Net-Kurd) wê li ser pirsa çapemeniyê panelek jî di nav bernama pêþangehê da cîh digre.

 

Wêne û tabloyên nivîskar û wênesaz Arîf Sevînç, ku karê xwe li Amedê didomîne û gerînendeyê giþtî yê rojnama Dema Nû ye, wê di pêþangehê da bên raxistin.

 

Di pêþangehê da her usa, pirtûkên weþanxana KOMKAR, Roja Nû, Deng, Veng, Riya Azadî wê heta di sedî da 50 erzantir bên firotan.