|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Bimre goþtê heywana, bijî goþtê insana
Hecî Cimo-03/03/08-
Kurdistan- Yaw qardeþim, piþtî go min Lotikxane nas kir û bûm mirîdê wê,
êdî exlaq û hisûsîyetên min jî hatin guhertin ellawekîl! Ez sê caran çûme mala
Xwedê, yanî Hecê. Lê babam, rastî û xweþîya ku min di Lotikxanê de dîtiye, li
Siûdî Erebîstanê jî tuneye, wîî! Ma ez rabim piþtî vî temenî derewan bikim?
Naaaa!
De neyse ez bêm ser mesela xwe û vegetaryanan. Piþtî ku min Lotikxane nas kir û ez çav li wan jinikên xweþik ê wek horîyên bihuþtê ketim, xwîna min kelya, ez li xortanîya xwe vegeriyam û min simbêl badan. Ji xwe wan model û lotikvanên ku xwe ji Rêxistina Mafê Heywanan (Peta) re tazî dikin henin ya, ewan malik li min þewitandine û ez har û dîn kirime. Bi sê telaqan ez niha bûme wek ciwangeyekî nava garanê û ha ha poþ û qiloçan li nogon û çêlekan dixim, wille û bille loo!
Îcar ez serê we neêþînim, min sûnd xwariye ku ez dev ji xwarina goþtê heywana berdim û bibim endamê rêxistina PETA yê.
We go çima?
Yaw canim cîgerim, ma heta goþtê wan jinikên xweþik û taze hebin ez qîma xwe bi goþtê heywan-meywanan tînim? Ma ez dîn im, wîî!
Na na, min ahd xwariye go bibim endamê PETA yê û bi xanimên PETA yê re lotik û zîtirkan bavêjim. Yan na, ez hew karim her roj tirþikê bixwim brê minooooo!



