Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Pezkûvîyên Spî

Bavê Jîndar-08/02/08-Cokemêrg-

Em carnan di Lotikxanê de qala heywan û nebatên Kurdistanê, yên li ber nemayînê( windabûnê ) û senbolin dikin. Bê goman em di vî warî de ne pisporin. L ê li gor me, her tiþtê Kurdistanê ku ber bi windabûnê ve diçe, divê xwedî lê bê derketin û bên paraztin. Ev peyam û agahdarîyeke ji bo pisporên vê – wê babetê  û xelkê me yê ku wan biparêzin û serê xwe pê bêþînin. Herçend ev karên sazîyên me ne, lê sazîyên me bi rojeva dewleta Tirk û hinek rêxistinan ve mijûlin.

Wek Lotikxane karê me yê  bingehîn moral dayîn, bilindkirina ruhê Kurdayetîyê,  biçûkkirina dijmin, pêþdebirina henek û çanda gel e. Dibe ku hinek bipirsin û bibêjin: Madem ev ne karê we ye, hûn bo çi dikin? Tê gotin ku dema kalemêrek (haþayî civata hazir) dikute kerê, du xort wî dibînin û dibên: Kalo quwet be, ew çi kare tu dikî? Kalo dibê:Stuyê we biþkê, karê we ye lê ez dikim! Mesela me jî ew e. Lê em vegerin ser babeta pezkûvîyan. Me heyamek berê behsa pezên reþ (bizin û nêrî) kiribû. Vê carê jî emê qala pêzên spî ( mih û beranan) bikin.

Di çîyayên Hekarîya de pezên kûvî yên spî, tenê li Çîyayê Reþ peyda dibûn. Li çiyên din nehatine dîtin.  Tê gotin ku gava mirov diçe serê Çîyayê Reþ bajarê Wanê dîbîne. Li gor lêkolînên ku hatine kirin, genên mih û beranên kûvî û yên kedî wekhev in û ew berî zayînê  di salên 8000  - 9000 de li Kurdistanê di herêmên wek Zêwî, Çemî û Erih de hatine kedîkirin. Mih û beranên kûvî ne wek yên kedî teral in û ne jî wek wan miskîn in . Ew gelek jîr û bezane ne, gur nikare xwe bigehîne wan.  Ew jî wek bizin û nêrîyên kûvî li cihên asê digerin. Di mehên cirî û çile de, mih tên beran (dema gonxwarina wan tê).  Ji bo mihan, di navbera beranan de þerên mezin diqewimin û heta yek zora ê din dibe û dibe beranê nav mihan.

Avisbûna wan 148 rojan tajo û meha gulanê de dizên.  Yên ciwan berxikekê yên navsal û pîr jî, heke bi hêz û quwet bin du berxikan tînin. Temenê wan 10 – 15 sal in. Beran navbera 45- 80  mih jî 35-50 kilo goþt tavêjin. Piþtî du salîyê  ji binê qirikê heta sersinga wan deqek reþ peyda dibe.  Lê mixabin binyata (kok ) wan birîya ye. Dibe ku niha hinek zêde bibin. Ji ber ku ew mintiqe nebûye cihê bonbebaranan,  ew 20 salin kes neçûye zozanan.  Di salên 1965 – 70î de dewleta Tirko li bajarê Qonyayê  cihek ji wan re veqetandin. Hingê hejmara wan 40 lib bûn û niha xwe gihandine 2000 î.  Ji bo nêçîra wan, nêçîrvanên Ewropayê tên û tenê ji bo kuþtina pezekî 10- 20 hizar dolarî didin, lê Tirk pê qaîl nabin. 

Eman yeman Hekarîno, pezeke hinde qîmet û nifþê wê li ber windabûnê, bi qurbana çend kîlo goþt û çend fîþekan nekin! Wan biparêzin û ku we dîtin ji kesîre nebêjin. Qencîya herî mezin ku hûnê ji bo welatê xwe bikin, parastina tebîet û rûhberê wê ne. Ji me gotin, vêcar hûn dikin an nakin hûn bi kêfa xwe ne.  

 

--------------

Pezkûvî

 

Bavê Jînê-15/01/08-Colemêrg-

Li Kurdistanê  çiyayên herî asê li Hekarya nin. Lewre pezkuvî dikarin li wan deveran xwe çêtir biparêzin û zexim bibin. Li çiyayên Hekarya hem pezê reþ (bizin û nêrî ) hem jî  pezê spî (mih û beran ) peyda dibin. Lê pezê spî tenê li çiyayê reþ ku dikeve piþta zozanên mêrga xenanû hene.

Emê îro babeta xwe bikin bizin û nêrîyên kûvî. Pezkûvî di nav heywanan de ya herî kûvî û veceniqok (bitirs ) e. Herwaha kûvîya herî pêjinker û hisker e. Ji xwe pêve bawerîyê bi çu ruhberan nayîne. Jiyana wê tim di nava guman û kelecaniyê de ye. Dirêjahîya nêrîyek 5- 6 salî  120 – 130 cm e. Bilindî  90 – 100 cm. Giranî di navbera 80 -90 kg tê guhertin. Lê bizin hûr in, bizinên 5-  6 salî dirêjî di navbera 60-70 cm, giranî jî 30- 35 kîlo ye.

Bi gelenperî rengên wan sorêvekirî yan jî rengê jeng (zingar) ê ye. Bizin rengê xwe naguhêrin, lê nêrî piþtî çarsalîyê hinekî rengên xwe diguhêrin. Ji sto ber bi kurîyê ve xetek reþ çêdibe. Ber bi zivistanê rengê nêrîyan hinekî ber bi gewrî ve diçe. Þaxên bizinan, kurt û zirav in, lê yên nêrîyan gelek mezin dibin. Her sal di þaxên (quloç) nêrîyan de girêkek  derdikeve û bi vî avayî temenê wî tê zanîn. Di warê fermî de nêrîyê herî þaxmezin 132 cm e. Û di dinyayê de bûye sêyemîn..

Ji ber ku li Hekarya tevahiya nêçîrê bi qaçaxî tê kirin, haya wan jê nîne ku þax jî dikevin pirtûkên navnetewî û jibo nêçîrvanê nêrîyê þax mezin xelat tê dayîn. Kes  eleqa xwe bi þaxan nayne.  Li ser bextê nêçîrvan Bahremê Kehî be,  wî pir caran nêrîyên þaxên wan 160 heta 190 cm kujtine.  Dema perandina wan (çotbûn ) di navbera meha çirî û sibatê de 40 rojan didome. Avisbûna wan pênc mehan dikêþe. Pirî caran yên dusalî du, yên sê salî jî sê karikan dizên. (tînin). Nêrîyê herî bi qîmet bezayê heft salî ye. Li Hekarya tê gotin: Sê ruhber dikarin ji ber aþûtîyê bifilitin.  Teyrê baz, berazê yêkane û nêrîyê kûvî yê heft salî.

Gelî Nêçîrvanên Hekarya! Li kûvîyên xwe xwedî derkevin. Ji hewcebûna xwe zêdetir nekûjin, Heke we nêrîyek þaxên wî ji 132 cm mezintir kujt, bidin rojnaman û eleqederan pê hayîdar bikin. Da ku nêrîyên Hekarya bikevin kitêbên navnetewî, rê liber turîzma nêçîrên çiyayên Hekarya vebe û hinek dovîz bikevin bêrîkên we jî.

Li me gotin… Hûn dikin an jî nakin hûn û kêfa xwe ne.