<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

PINCARÇIN

 

Cembelîyê Botî-13/05/08-Colemêrg-

Bihar demsala pincara ye. Di vê demsalê de piranîya pincaran serê xwe ji bin axê derdixin û çîyayên Kurdistanê bi reng û bêhnên xwe yên xweþ dixemilînin.

 

Li wan deverên pincar lê þîn tên, wek bûkek bi renganxemilandî û bi bêhnên misk, ember û parfûmên Fransî pêdakirî mirovan têxe bin badora xwe û mest dike.  Her weha ev pincar her yek dermanê derdekî ye û xweristê pêþkêþî mirovên deverê kiriye.

 

Hersal  di meha Gulanê de bi hezaran jin, keç, bûk, xort û zilam tûrên xwe dihavêjin milên xwe, bi tarîgewirka spêdê, (sehera sibehê) jibo pincarçinîn (panjahr)  û berhevkirinê derdikevin çîya û zozanên derdora Hekarya û navçeyên wê. Ne bi tenê xelkê derdora Hekarya, her weha bajar û bajarokên derdora Wanê jî tên çinîn û berhevkirina  pincaran. Hinek ji wan celebkesan jibo ku bifroþin û debara xwe pê bikin, pincaran diçinin. Hinek jibo bêxin nav xarinan, hinek jibo derman, hinek jibo bêxin nav penîr. Lê piranîya wan pincaran jibo zivistanê bêxin nav xwarinan tên hiþkkirin. Anjî dikin nav xwêavê (salamora) û wisan diparêzin.

 

 

Mixabin niha wek berê bi hesanî pincar nayên çinîn. Ji ber ku dewleta Tirko gelek deverên pincar lê çêdibin bi heceta asayîþê qedexe kirine. Lewre ew pincarên deverên bilind kes newêre xwe nêzik bike û hema wisan dibehin (xiþk –pîr ) û diçin, çi kes fêdê jê nabîne. Pincarên di vê demê de tên berhevkirin û çinîn hinek jê ev in : Tolik, Hingedan, Pûng, Çîrîþ, Alo, Lûþ, Karî, Mendê, Sping, Çorîn, Brîndar, Kivak ( quwark -kumik ) Sîyabo, Çavþîn, Rêvas, Guhbizing, Kereng, Sîrik ( sîrmok ) Genimok û hwd.

 

 

Emê wek Lotikxane di nava pêvajoyê de li gor destkeftîyên xwe hebo, hebo li ser van pincaran û bikêrhatina wan ji xwendevanan re ragihînin.

 

Ji bîr nekin gelî Kurdan, pincar pincarê we ye, welat jî welatê we ye. Herduwan jî wek ronahîya çavên xwe biparêzin û çend lotikên pincarwarî bavêjin.

 

Têbînî: Ev dîmen û navên piranîya pincaran ( panjahran ) ji Yuksekova xeber hatine girtin. Gelek spas jibo zehmetkêþîya wan û çavên wan maç dikim.