|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
Em piþtgirîya helwêsta serokê Kurdistanê dikin

Îroj li cîhanê û nemaze jî li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû peyda bûye ku ji bo guhartinên mezin û nehêlana neheqîyên dîrokî rê hatiye vekirin. Ev pêvajoya hanê pêvajoyeke fersendan e û ji bo gelek etnîsîteyan û herweha ji bo neteweyê kurd jî pêvajoyeke qederguhêr e. Di vê pêvajoyê de bi pêkanîna hêvîyên neteweyekî re, xewnên etnîsîteyên din jî rast digerin ku qedera wan bi xwe jî bi pêngav û serketinên kurdan ve hatiye girêdan. Loma em ne bi tenê bi destketîyên xwe yên neteweyî serbilind in, herweha bi bidestxistin û bikaranîna maf û azadîyên hemû etnîseteyên li Baþûrê Kurdistanê jî serbilind in û ji bo hewildanên berfirehtirkirin û xurttirkirina van maf û azadîyan jî em balê dikþînin ser giringîya amadekirina îmkanan û piþtgirîyeke xurt. Divê bête dîyarkirin ku ne neteweyê kurd û ne jî tu etnîsîteyên Baþûr di tu demên dîrokê de, bi maf û azadîyên xwe ew qasî þad nebûne û ji bo pêþerojeke ewle ew qasî hêvîdar nebûne.
Neteweyê kurd ji bo xurtkirin û ewlekirina desthilata xwe û rizgarkirina hemû deverên baþûrê welatî gihaye qonaxeke pir giring. Di vê qonaxê de, em dibînin ku îradeya neteweyî bi daxwaza bicîkirina madeya 140î, þertên pêkanîna wesîyeta pêþîyên me amade dike ku dê pêþeroja me ewletir bike. Ji ber wê wesîyetê ye ku îroj kurd hemû bi hevdu re dibêjin “Kerkûk dilê Kurdistanê ye” û ji ber wê helwêsta dîrokî û neteweyî ya biistiqrar e ku îroj herkes xwe bihêztir û bihêvîtir dibîne.
Ji ber sedemên dîyarkirî, neteweyê kurd di pêvajoyeke qederguhêr re derbas dibe. Ev 15 sal in ku kurd li beþekî welatê xwe desthilatdar in û bi kêmanî li wî beþî ji bo nehêlana neheqîyeke dîrokî bi îmkanên peydakirî di nav kefteleftekê de ne. Lê di vê pêvajoya qederguhêr de roj tune ye ku gef li hebûna kurdan, li maf û azadîyên wan û herweha li desketîyên wan nayên xwarin. Her ku li quncikeke welatê me kulîlkek dibiþkive û bihar xwe amade dike ku hêdî hêdî bi rengînîya xwe bi kurdan re bibiþire, hingê çavnebarîya dorhêlê, gef û êriþên wê yên piralî jî bêtir dibin.
Îroj ev gef û êriþ di pêþengîya Tirkîyeyê de ji her demê bêtir xuya dibin. Lê helwêsta serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanîyî ya ku ji bo neteweyê kurd xeteke zelal nîþan dide û li hemû alîyên welatê me dibe sedema coþeke mezin û hisên neteweyî digihîne bandevê jî wek panzehîra van gef û êriþan fonksîyonê dilîze.
Em, 202 kesên ku navên wan li binê vê daxuyanîyê ne, dîyar dikin ku piþtgirîya helwêsta serokê Kurdistanê dikin û li dijî hemû gef û awayên destdirêjîya dewletên herêmê ne ku hertim dixwazin çavsorîyan li kurdan bikin û hertim li dijî azadî, aramî û aþtîya navçeyê ne. Em piþtgirîya peyivên birêz Barzanîyî dikin ku dibêje; “Em tehdîdê li tu kesî nakin û tehdîdê ji tu kesî jî qebûl nakin. Em destê xwe naxin nav karûbarên hinekên din û vê yekê ji hinekên din jî qebûl nakin.”
Em jî dibêjin ku “Heqê tu dewletên biyanî tê de nîne ku xwe tevlî meseleya Kerkûkê bikin”. Em jî dibêjin ku “ji aliyê tarîxî û cografî ve nasnameya Kerkûkê kurdistanî ye” û “Her midaxeleyeke ku bixwaze rê li ber bicihkirina madeya 140î bigire dê bibe sebeba felaketa herî mezin” û hêvî dikin ku ev mesele tu caran negihêje qonaxeke weha.
Em, nemaze heqaretên ji alîyê berpirsîyarên Tirkîyeyê yên ku li birêveberên kurdan û bi taybetî jî li þexsîyeta serokê Kurdistanê tên kirin û destdirêjîya wan a ku di van rojên dawîyê de bi awayekî nedîtî xuya dibe, bi tundî rûreþ dikin. Herweha bale dikiþînin ser uslûba piranîya medyaya tirkî ku di pirsa maf û azadîyên gelê kurd û daxwazên wan ên meþrû de “qerqûdeyên xwe yên biapolet” dîsan derdixînin meydanê.
Em bangî hemû welatîyên kurd dikin û dibêjin ku dev ji hiþyarbûna xwe bernedin û herweha bawerîya xwe dîyar bikin ku neteweyê kurd dê tu carî destûrê nede pêkanîna wan planan ku îradeya kurdan ya meþrû binpê dikin.
202 kesên ku
piþtgirîya helwêsta serokê Kurdistanê dikin:
Abit Gurses
Adib Ibrahim
Ahmed Acar
Ahmed Ferîd
Ahmet Turgay
Alî Baran
Alî Riza Vural
Alî Yalin
Alî Yuzen
Arþevê Oskan
Ata Ala
Atîlla Kalkan
Azad Ayyildirim
Bawer Birahîm
Bawer Eser
Bedran Acar
Bekir Uçar
Brîndar
Can Gulþenoglu
Çeko Pekgul
Celal Avci
Cemal Bîndal
Cemal Saygili
Cemîl Eren
Çeto Omerî
Çîyavan Bamernî
Dara Bîlek
Derwêþê Xalib
Dêya Ciwan
Dilbixwîn Dara
Dildarê Mîdî
Dilo Balîn
Dilþa Yusuf
Dîyar Mizûrî
Dr. Sadedîn Mele
Dr.Cuwan Heqi (Batû)
Edîb Polat
Ednan Ozbîngol
Ehmed Çeto
Ehmed Hesen
Ehmedê Mûsê
Ehmedê Neco
Ekrem Onen
Ekrem Toprak
Elî Ertaþ
Emer Karacataþ
Emîn Narozî
Enwer Karahan
Erol Mintaþ
Evdilbaset Seyda
Evdilqadir Damar
Evdilrehmanê Gundikî
Evîn Þikakî
Eyup Alacabey
Fadil Ozcelik
Felemez Akad
Ferhat Amedî
Fethîye Cizîrî
Fettah Karagoz
Fewzî Yalçin
Fexrî Ulcer
Feyyaz Ekmen
Firat Aygun
Firat Cewerî
Firat Nemrûd
Gabar Çiyan
Gernas Amedî
Gulistan Cizîrî
Hadî Aydin
Haluk Ozturk
Hasan Kaya
Hawar Ackblad
Hesenê Metê
Hisên Cizîrî
Husên Duzen
Îbrahîm Guçlu
Îbrahîm Seydo Aydogan
Îhsan þener
Îkram Delen
Îskender Îdîz
Îsmaîl Aliþ
J. Îhsan Espar
Jan Dost
Jîr Dilovan
Kamûran Haco
Kemal Tolan
Khosrow Abdollahi
Konê Reþ
Koroglu Karaaslan
Kovan Amedî
Kurdo Baksî
Kutbettîn Aliþ
Layla Mohamed
Lokman Polat
Loqman Ertaþ
Lutfî Baksî
M. Ali Konar
M. Ali Yildirim
M. Þerîf þener
Mahmud Lewendî
Mahmud Samad
Mahmut Alacabey
Malmîsanij
Mamoste Nûjen
Medenî Ayhan
Mehmed Dehsiwar
Mehmet Bozan
Mehmet Ece
Mehmet Sanri
Mehmet S. Uzun
Mehmet Tanrikulu
Mehmet Tanriverdî
Mehmet Yildiz
Metîn Încesu
Metîn Kumaraslan
Mihemed Dîlan
Mîktat Tuncay
Mîro Palev
Muhsîn Seyda
Muqades Yencar
Murat Karakurt
Mustafa Aydogan
Mustafa Cizîrî
Mustafa Kiliç
Mustafa Rêncber
Mustafa Uzun
Mustefa Reþîd
N. Mumtaz Aydin
Nafî Çilgin
Narîn Omer
Necatî Tank
Newroz Bawer
Newzad Hirorî
Newzad Qehreman
Nezîr Þemikanlî
Nisredîn Zoro (Aydin)
Nûjîn Karaaslan
Nurettin Sarac
Nûroj Parlak
Ferît Çagil
Osman Aydin
Osman Aytar
Paþa Uzun
Receb Tugrul
Recep Fîslî
Remezan Gulerce
Remzî Kerîm
Rênas Jiyan
Reþîd Arslan
Reþo Zîlan
Rezo Osê
Riza Polat
Rohat Alakom
Rojhat Badikî
Saît Aydogmuþ
Þakir Tutal
Salih Omerî
Selam Cizîrî
Selam Nûman
Selim Acar
Selîm Baxçe
Selma Îpek
Serdar Roþan
Þerefxan Cizîrî
Serhanê Torî
Þermîn Bozarslan
Þevder Cizîrî
Þêxmûs Dîp
Þêxmûs Gelerî
Seyidxan Imrak
Seyîdxan Kurij
Sidiq Bozarslan
Sidqî Hirorî
Silêman Badilî
Silêman Demîr
Sîracettîn Kirici
Sîrwan H. Berko
Sofî Demîr
Songul Kahramaner
Stêr Kurdaxî
Suleyman Ateþ
Suphi Karaalp
Suzan Samanci
Þukrîye Baksî
Tahir Ergun
Têmûrê Xelîl
Tengezar Marînî
Turan Alataþ
Tûran Seyfîoglu
Tirkan Beyik
Umît Firat
Welat Azad
Weysî Aydin
Xalid Xoce
Xelîl Kerro
Xurþîd Kaplan
Yasîn Kut
Zekerîya Çelîk
Zelal Ekinci
Zinar Soran
Ziya Avci
Zozan Guven