|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Xwezî tu jina min ba, bela þorba nîskê li min û bavê min heram ba!

Çang Lêê-17/10/07-Tokyo- Di pêþbirka bedewa dinyayê de Prîscîlla Perales yekemîn hat hilbijartin û bû lotikvana herî xweþik, rindik û mindik. Piþtî wê Despîna Vlepakî ya Yûnanî bû duyemîn û Yûlîya Sîndzeyeva ya Belarûsî jî bû sêyemîn.
Werhasil, kuro ma jin beþdarî vê pêþbirkê bibûn, karê xezala bûn karê xezala, axxxxxxxxxxx! Bi hersê telaqên jinberdanê, gava ez çav li wan karxezalan ketim jina min li ber çavê min bû wek tenya binê beroþê, wîî!
Lao ma yê me jî jin in xwedê ji we razî? Na bavoooo, jinê çi û halê çi. Malxeraba hingî wê kutilk, eprax, savar û nîskê bixwin, dibin wek çêlekên go di nav mêrg û çîmenên buharê de zik li wan dinepixe, dibin wek çewalên kayê kuro, waweylê!
Yabo bi namûs, heger ez carek din bêm dinyayê, ezê ji xwe re yeke wek Prîscîlla Perales xweþik bînim, wîî!
Keçê bela tu jina min ba û bela xwarina þorba nîskê li min û bavê min heram ba Prîscîlla xanim!
