Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Li Qoserê atolyeya þanoyê

 

Þanoger Aydin Orak li Qosera Mêrdînê bi lîstikvanê Þanoya Egîtîm-Sen a Qoserê re atolyeya þanoyê pêk anî. Di atolyeya ku sê rojan dom kir de lîstikvanî û pîvanê þanogerekî baþ vegot.

 

Li avahiya Egîtîm-Sen a Qoserê ku gelekên ji wan lîstikvanê nû yê þanoya bûn, atolyeya þanoyê weke work-shop ji aliyê þanoger Aydin Orak ve hate dayîn. Atolye bi gelemperî li ser lîstikvaniyê bû, jê pê ve bi taybetî li ser jest, mîmîk û bi sekna li ser sehneyê berdewam kir. Atolyeya ku sê rojan berdewam kir, bi 15-20 lîstikvanan re rojê sê seatan dom kir. Þanogerê kurd Aydin Orak ku di çerçoveya turneya lîstika xwe ya bi navê “Rojnivîska Dînekî” de ev atolye lidarxist, wek xebatek ku dîroka wê ji zû ve hatibû dayîn pêk anî.

 

Ev xebata atolyeyê ku ji aliyê Egîtîm-Sen a Qoserê ve hatiye organîzekirin, herweha wek xebata lîstika xwe ya nû jî dibînin. Ev atolyeya lîstikvaniyê ji bo tehlîlkirina karakter û sehnekirina lîstika ku niha li ser dixebitin, wek etutekê jî dîbînin.

 

Þanoger Aydin Orak vê xebata atolyeyê wek tiþtekî erênî dinirxîne û dibê divê li her bajar û navçeyên welêt bên lidarxistin. Qoser ji aliyê þano û temaþevanên þanoyê ve li pêþ dibîne û dibêje potansiyeleke mezin li Qoser û navçeyên wek wê heye ku lîstikvan û þanogerên baþ derkevin.