Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

  

Ji raya giþtî re

 

Roja 16.12.2007an berdestî sibehê, balafirên cengî yên Artêþa Tirkiyê derbasî nav xaka Baþûrê Kurdistanê bûn, li wir hin navçe û gund bombebaran kirin.

Di encama vê bomberankirinê de, li Suredê, Qeletukan, Lewjê û hin gundên derdorê Qendîlê, bi tevahî deh gund, xaniyên sîvîlan û çend jî gomên pez hatin wêrankirin. Jinek þehîd bû û çend kes jî birîndar in.

Em vê êrîþa Tirkiyê, bombebarankirina navçeyên Baþûrê Kurdistanê bi tundî þermezar dikin.

Em bala Amerîkayê dikþînin ku ew bi tu þêweyî nehêle ku Tirkiye sînor û asmanê Baþûrê Kurdistanê îhlal bike; ji ber ku ew dever di bin parastina Amerikayê û hevpeymanên wê de ne; divê Amerîka vê yekê qebûl neke.

Herweha em bala hikûmeta Îraqê dikþînin ku ew jî berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina sînorên Baþûrê Kurdistanê bi cîh bîne û nehêle ku Tirkiye careke din êrîþan bibe ser Baþûrê Kurdistanê.

Tirkiye PKKê dike hincet, lê ew bi derbasbûna sînoran û bi bombebarankirina welatekî azad careke din jî peymanên navnetewî binpê dike. Hincet çi dibe bila bibe, Turkiye û hîç dewleteke din, ne xwediyê mafê bombebarankirina xaka Baþûrê Kurdistanê ne.

Ev êrîþa ku çû ser aramtirîn herêma Îraqa Federal, terororîstên nava Îraqê xurt dike, xwîneke nû û hêvî dide terorîzma navnetewî.

Turkiye kefteleftê dike ku bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê; soza bicîhanîna krîterên demokrasiyê dide. Lê ew bi van êrîþên xwe, hem li Baþûrê Kurdistanê û hem jî li Îraqê li hember aþtî, aramî û pêþveçûna demokrasiyê astengiyeke mezin derdixe.

Divê Turkiye ji tecrûbeyên xwe jî fêm kiribe ku kêþeya Kurd ne bi tang, top û bombebeyan, lê bi dialog, bi riyên aþtî, bi demokrasiyê û bi tedbîrên siyasî çareser dibe.

 

17.12.2007

 

- KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

 (Ji her çar beþên Kurdistanê, temsîla 21 partî û rêxistinên siyasî dike)

- ÎNSIYATÎVA KURD LI SWÊDÊDÊ

- FEDERASYONA KOMELEYÊN KURDISTANÊ LI SWÊDÊ