Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Birastî hinek ji rewþenbîrên bakur çi ji Barzanîyan dixwazin?

 

 

Cemîlê Çargurçik- 20/03/08-Swêd- Birastî ez tê nahigêm bê hinek ji rewþenbîrên bakurê Kurdistanê çi ji baþûrîyan û bi taybet jî çi ji Barzanîyan dixwazin. Îþ û karê wan nemaye, yan jî tu mijarek din nabînin ku li ser binivîsin, îcar malbata Barzanî di devê xwe de kirine qajik (benîþt) û ha ha êrîþî wan dikin.

 

Van çend rojên dawî jî îcar Nêçîrvan Barzanî ji wan re bûye pirsgirêk. Pirsgirêka çi? Na çima Nêçîrvan Barzanî gotiye “Tirkiye brayê gewre ye” filan û bêvan. Ê babam, got got! Ma dinya xirabû? Ma dîplomasî ne zimanê nermik û germik e? Ma sîyaset ne rêzanî û çareserî ye? Ma kesê keþtîyê xilas dike ne kapîtan e? Belê! Êêê, bi çi awayî xilas dike ji we re çi qardeþim!

 

Yaw babam, li ser Demokratîk Cimhûrîyetê binivîsin, li ser Mîsakî Millî binivîsin, li ser Kemalîzmê binivîsin, li ser çûk û çivîkan binivîsin, li ser “hêk çawa tên qelandin” binivîsin, li ser “fêda nok û fasûlîyan” binivîsin, li ser “hêk ji mirîþkê derdikeve yan mirîþk ji hêkê derdikeve” binivîsin, ma hema pênûsa we bi malbata Barzanî ve zeliqîye cîgerlerim!

 

Qey çavê we lê ye Barzanî rasterast xincera xwe bikþînin û êrîþî ser kozikên Tirkan bikin? Ma Barzanîyan Kurdên bakur înkar kirine? Na! Ma Barzanî behsa mafê Kurdên bakur nakin? Belê! Ma Barzanî li baþûr xwedî li bakurîyan dernakevin? Belê! Li gor derfetên xwe alîkarîya wan nakin? Belê! Êêêêêêêêê, naxwe çi?

 

Yanî rehmetî Mistefa Barzanî gotibe “Tirk dostên me ne” çiye û Nêçîrvan Barzanî gotibe “Bapîrê min gotiye dijminatîya Tirkan nekin” çiye? Hêêêçççç! Georg Bûþh jî di Qesra Spî de, li beramber dinyayê ji Mesûd Barzanî re got “Mîster Presîdent!” Îcar ma Georg Bûþh biçûk bû? Yan Emerîka firot? Na baba!

 

Li baþûr stargehek ji Kurdan re çêbûye, dinya û alem jî dizane ku heger ne ji hestên Kurdewarîya malbata Barzanî û PDK be kevir li ser kevir namîne. Ma ne ji ber vê ye ku Barzanî di çavê dewleta Tirk û nihek  alîyan de bûye pîj û kelem!?

 

 Werhasil, divê her Kurd baþ zanibe ku xeyala malbata Barzanî ji baþûr mezintire. Gelo xeyala van rewþenbîrên me çiqasî mezine?