|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Insana ji lotikan çi fêhm kir ma dora robotan, tewwww!

Miradê Torî-17/10/07-Bruksel- Mala Xwedê ava, êdî wê robot jî karibin wek insanan lotikan bavêjin û bizewicin.
Profesorê Belçîqî Davîd Levy, dibêje wê insan di nava 5 salan de karibin bi robotan re seksê bikin û di 2050 de jî karibin bi wan re bizewicin. Dibêjin heta niha du robotên biaqil û seksî hatine çêkirin. Yek jê Valerîe ye. Valerîe ji alî Þîrketa Androîdworl ve hatiye çêkirin û robotek pir biaqil e. 4 hezar gotinan zane, di malê de xizmeta malê dike, danûstendinê dike, ji jinek rastîn nayê ferqkirin û buhayê wê hezar dolar e.
A duyem jî Replîee Q2 ye. Q2 ji alî Japonan ve hatiye çêkirin û robota herî biaqil e. Hiþê wê wek hiþê keçek 14 salî ye. Di axavtinê de lêvên wê wek ê insanan dilive, gava tu destê xwe didiyê his dike û tam wek jinek rastîn tevgerê dike. Q2 hîna neketiye bazarê.
Werhasil, xuyaye wê di pêþerojê de hewceyî bi jinan û seksa bi wan re nemîne. Robot hem erzantir û hem jî bê mesref in. Qelenê wan jî kêm e, 1000 dolar!
Lê bela jin jî netirsin û nebêjin “Peppûk peppûk peppûk, em man bê mêr qirikê” û li sînga xwe nexin.
Dibêjin wê di pêþerojê de robotên zilam jî bên çêkirin, hem jî robotên go ji zilaman hartir û lotikvantir ellawekîl!
De li ser xêrê be rebbî!

