|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
|
|

Rojda Aydin
Ez jî ketim Lotikxanê
Li ser pêþniyaza hevaleke xwe min Lotikxane nas kir. Berê þaþ mam,ev çi nave îcar, Lotikxane!? Berê min got qey hevala min yariyan bi min dike. Lê piþtî ez ketim malperê, min dît ku birastî jî Lotikxane ye, rexnexane ye û hema bêjin her tiþte. Ji ber ku ez di malbatek neteweperest de mezin bûme, Lotikxanê bala min kiþand û xîtabî hestên min jî kir. Ji wê rojê û pê de ez bûme nexweþê Lotikxanê û têde ji xwe re lotikan diavêjim. Hem dikenim, hem rastîya xwe têde dibînim, hem jî carna dilê min bi me diþewite û kelegirî dibim. Dikenim çunkî; têde henekên ku hêdî hêdî ji nava civata me wenda dibin, rastiya civaka Kurd dibînim û ji kul û xeman bidûr dikevim, giraniyê ji ser xwe diavêjim. Rastiya xwe têde dibînim çunkî; rastiya civaka Kurd ev e, henekin, þer e, siyaset e, zimandirêjî ye û gellekên din. Kelegirî dibim çunkî; di Lotikxanê de rastiya civaka xwe, partiyên xwe, kesayetên xwe dibînim û bi halê wan dêþim, li zora min diçe û gellek caran naletê li qedera me tînim.
Birastî li gora min, malperek bi vî awayî hemareng û hemaheng pêwist bû. Malperek ku têde her awayên nûçe û magazînê hebin, henek hebin, rexnegirtin hebin û pêre nivîsên ku karibe bandorê li hestên neteweperestiya Kurdî bikin hebin. Bi taybet ev ji bo xort û keçên nûhatî, nifþên ku di nava civata biyanî de tê piþavtin û ji hestên neteweperestiya Kurdî bidûr dikeve, pêwistiyek e. Nexasim li Ewrûpa ku xort û keçên me di bin bandora derûdora xwe de dimînin û zimanê xwe zû jibîr dikin, Lotikxane ji bo wan alîkariyek erênî ye. Ez gellek dost û nasan dinasim ku pesnê Lotikxanê didin û bi Kurdiya wê a sivik hêdî hêdî fêrî Kurdî dibin. Ev ciyê þanaziyê ye,xebatek pîroz e. Herweha çendan dinasim jî ku carna rexneyan li Lotikxanê dikin û dibêjin ku hinek resim û zimanekî erotîk bikartîne. Lê ev jî rexneyên normal in û rexneyên dostanî ne. Helbet kesê ku nizanibe erotîzm çiye, yan jî çi maneyê dide, li stranên Kurdî guhdarî nekirine, yan jî di civaka Kurdî de belkî baþ nemane. Mabin jî di bin bandora siyasetê de mane û êdî rastiya civaka xwe jibîr kirine. Gava mirov li stranên govend û dawetan, li stranên hunermendên herêmî guhdarî dike, dibîne ku erotîzma mezin di wan stranan de hatine gotin. Ji dev û lêvê jinê bigrin heta bi sîng û beran tev di stranan de hatine zimên, lê tucaran jî kesî xwe nexeyidandiye û li ber wan stranan govend hatiye girtin. Ango; tiþtê ez dixwazim bêjim eve ku, civaka Kurd civakek sosyal e, wek hinek civakên Rojhilata navîn ne civakek girtî bi sansûr e. Bi taybet li gellek herêmên Kurdistanê henekên erotîk bûye wek parçeyekî wê civakê. Gellek herêm û gund bi henekên xwe ên erotîk tên naskirin. Hema ji Amedê bigrin û heta biçe baþûrê Kurdistanê ev henek û stran hene.
Birastî tiþtê ku zêde ez bi Lotikxanê ve girêdam, rexneyên wê ên erênî ne. Tiþtê ku heta niha min dîtiye, Lotikxane rexneyên erênî li hemû kesî digre û dijminatiya tukesî nake. Helbet wê hinek rabin û tehamulî rastiyan û rexneyan nekin, lê ev jî rastiyek civaka me ye, ji ber wê ye ku dibêjin rastî tehl e. Em Kurd hê fêrî demokrasiya navxweyî nebûne. Demokrasiya ku em ji xelkê din re dixwazin di nava me bixwe de bicîh nabe, ev jî jê re dem û kat lazim e.
Ez bawerim xet û þopa ku xebatkarên Lotikxanê dane ser, rêyek rast e û divê di vê xebata xwe de berdewam bin. Civak bi hebûna xwe, bi qencî û xirabiya xwe, bi þaþî û rastiya xwe civak e. Millet jî wisa ye. Ger mirov karibe hebûn û rastiya civakê li ciyekî kom bike, rastî û qenciya civakê biparêze, þaþî û xirabeyên wê jî rexne bike û sererast bike, wî çaxî xizmetek baþ derdikeve holê. Lotikxane bi henekên xwe xizmetê ji çand û kultura Kurdî a mîzahî re dike.Bi Kurdîya xwe xizmeta zimanê Kurdî dike û bi rexneyên xwe jî balê dikþîne ser kêmasiyên civaka Kurd û xizmetê ji rastiyê re dike. Ji ber vê xebata hêja jî ez xebatkarên Lotikxanê pîroz dikim û ezê jî li gor xwe carna bi nivîsên xwe lotikan di Lotikxanê de bavêjim...