|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Cewrikê sosyalîzmê bûye kapîtalîstê herî mezin

Proleterê Parsek-15/01/08-Febrîqa Zibil- Erê dinyayê…… Niha Vladîmîr Îlyîç Lenîn ji gorê raba û rewþa kapîtalîstên ku bi fikra sosyalîzma wî mezin bûne bidîta, gelo wê çi bigota?
Halî hazir kapîtalîst û emperyalîstên wilo mezin di Rûsyê de çêbûne ku ne hed heye ne hesab. Mêrikan bi salan çîrokên proleterya, kolhoz û molhozan ji zarokên xelkê re gotin, ew razandin û bazdan ser wan, lê wan jî di binî re serwetek bê hesab komkirin û kêfa xiyarê xwe dikin. Yek ji wan cewrikên sosyalîzma Rûsyê jî Roman Abramovîçê 41 salî ye.
Abromovîç xwedîyê 21 milyar dolar e û yek ji dewlemendê herî mezin ê dinyê ye. Tenê keþtîya wî (bot-gemî) bi 144 milyon dolar e. Qûneko xanimek 15 salan ji xwe biçûktir jî xistiye paþila xwe û ji xwedê re dibêje „here bi wir de!“
Hezkiriya wî Darîa (ji navê padîþahê Medya Dara tê) 15 salan ji Abromovîç biçûktir e, lê sal û temen xema wê nîne. Hema go pere hebin bes û zêdeyî serê wê ye.
Werhasilî kelam, zarokên proleterên Vladîmîr Îlyîç Lenîn îro bûne kapîtalîst û emperyalîstên cîhanê.
Ê go bi xwe de rîtin û belengaz man dîsa em proleter û qaþo sosyalîstên Kurd in ellawekîl!
