Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Mêrik dixwaze tirrê gamêþan bike

Raca Xan-15/02/08- Hindistan- Yaw ev mexlûqatên bi navê “insan” çi timakar û jixwerazî ye hayhooooo..

De ji xwe re li vî hacûcî binerin. Helbet ew jî insanek weke me ye. Tu gotinek me ji insanetîya wî, ji bejn û bala wî re tuneye. Lê babam, mêrik 90 santîm e lê dixwaze tirrê gamêþan bike ha, wîî!

Adîtya Romeo Dêw 19 salî ye, lê xwedê ew qesifandiye û di 90 santîmî de ji bejna wî re gotiye STOPPPP!  Paþnavê wî çi xweþ e ne ? Dêw! Yaw brê min, ma ji kesên 90 santîmî dêw çêdibin bavê min! Ma go paþnavê te CIN ba ne çêtir bû?

Werhasil, Adîtya Romeo Dêwê me niha diçe antremanan û dixwaze bibe sporjenekî meþhûr. Dêwê 90 santîmî dibêje:” Ez dixwazim meþhûr bibim. Wilo li bejna min nenerin, ez karim sed Rambo û Termînatorî ji bêrîka xwe derxim” û pesnê xwe dide.

          De ez serê we neêþînim, li wêneyên wî binerin û hûn biryarê bidin bê ka ew Dêw e yan cin e...