Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: IV

 

TCyê gote þehridarê Kurd Abdullah Demirbaþ,

„Kurdî qedexe ye, kerem bike“!.

 

Gelo çi bêjin? Car heye tixûbê axivtinê xilas dibe. Hingê êdî gava „kiryarê“ ye. Komara Tirkîyeyê [TCyê] dîsa ve îmzaya xwe avête binê rûreþîyekê: Kurdî qedexe ye!. Beramberî vê rûreþîyê, kiryara me jî tifek e li ser rûyê reþ yê TCyê!.

Tête zanîn, þehridarê taxê Sûrê yê Amedê [Diyarbekirê] Abdullah Demirbaþ, lêkolînek li ser mijara “Di þehridarîtîya pir zimanî da, rêvebirîya navçeyî” kiribû û li ber vê xebata xwe jî anketek li taxê xwe Sûrê dabû kirin û di encama vê lêkolînê da derketibû ku ji hejmara xwecihên taxê Sûrê seda 72 bi Kurdî, seda 24 bi Tirkî, seda 4 bi Erebî û seda 3 jî bi Suryanî û bi Ermenî diaxivin. Ji ber vê yêkê jî li taxê xwe Sûrê “Xizmeta Þehridarîtîya Pir Zimanî” dabû dest pê kirin. Abdullah Demirbaþ eve wekî proje pêþkêþî Forûma Sosyal ya Ewrûpayê jî kiribû ku Parlementa Ewrûpayê jî destek dabû vê projeyê.

Abdullah Demirbaþ û encumena þehridarîyê bi van zimanên ku li taxê Sûrê têne axivtin broþûr dane çap kirin û îlan kirin ku Þehridarîya Sûrê dê di xizmetguzarîya xwe da van hemû zimanan bi kar bîne.

Li ser vê biryara Encumena Þehridarîya Sûrê, Wezareta Karê Navînî ya TCyê refleksa xwe ya “antî Kurdî”tîyê demildest nîþan da û dijî vê biryara Þehridarîya Sûrê li Dadgeha Þêwra Dewletê [Daniþtay] doz vekir. Dadgehê jî, [14ê Hezîrana 2007ê], zûtirîn dem û bi yêkdengî biryar da, ku karê Þehridarîya Surê kirî dijî makqanûnê ye û bi vê jî nema biryara ji kar dûrkirina þehridar û encumana þehridarîyê jî da. Anku Dadgeha Þêwra Dewletê bi navê TCyê û bi fermana ertêþê, biryar da û gote þehridar Abdullah Demirbaþ û endamên encumena þehridarîyê “Kurdî qedexe ye, kerem bikin, cihê xwe bihêlin”!. Herçend mafê itiraza Þehridarê Sûrê û endamên encumena þehridarîyê hebe jî, lê encam ji nihe ve xuya ye û TCyê tam di demê hilbijartinên pêþdem yên 22ê Tîrmehê da, biryar daye ku ablûkaya li dora bizava neteweyî û nûnerên xelkê Kurd biþidîne.

Helbet ev biryarên wan di roja îro da ne tesaduf in, bi zanahî têne dan. Ji xwe ertêþê bi navê TCyê li Kurdistanê “îdareya sivîl” û mekanîzmayên wekî dadîyê hilgirtine bin kontrola xwe û bi biryarên keyfîyeta leþkerî îdare dike. Herçend sê bajêrên Kurdistanê, Hekarî, Þirnex û Sêrt wekî “navçeya ewlehîyê” bi nav kiribin jî, esasen di serî da Amed û li hemû Kurdistanê rewþa awarte ya leþkerî îlan kirine û bi vê biryara li ser Þehridarîya Sûrê jî kivþ dibe ku mexseda wan ew e ku hemû çeperên ku xelkê Kurd bi rêya legal û bi hilbijartinan bi dest ve înayî, bi darê zorê ji destê Kurda derêxin.

Ev biryara dîktatorîyane ya li ser Þehridarîya Sûrê, ji kar dûrkirina þehridar Abdullah Demirbaþ û encumena þehridarîyê, dînemîtkirina têkilîyên Kurdan û Tirkan e. Eve þînkirina kîn û nefreta di navbeyna xelkan da ye. TC bi van biryar û kiryaran, bi destê xwe prosesa dawî li hebûna xwe înanê dide dest pê kirin.

Em vê biryar û kiryara TCyê þermizar dikin. Bila rûyê wan reþ be. Xelkê me divêt li nûnerên xwe yên di þehridarîyan da xwudan derkeve. Bersiva herî xurt jî di hilbijartinên 22ê Tîrmehê da divêt bête dan û ji Amed û ji bajêrên dî yên Kurdistanê divêt yêk rehî jî bo kes û partîyên sîstemê kolonyalîzma TCyê dernekeve û hemû rehî li dor navên namzetên Kurd yên DTPyî bêne kom kirin.

Gotinekê jî em li ser reftara Yêkitîya Ewrûpayê bêjin; ev biryara TCyê li goreyî normên YEyê skandal e û bê bedel namîne. Gelo YEyê beramberî vê bêperwatîya Tirkîyeyê, ku namzeta YEyê ye, dê çi bike, em mereq dikin û helbet hêvî dikin ku pozisyoneke di rêza heq, huqûq û normên demokrasîyê da werbigire ku ew teref jî alîyê xelkê Kurd e.

Biryar û kiryara Dadgeha Þewra Dewletê û bi giþtî TCyê divêt bête protesto kirin û piþtevanîya þehridar Abdullah Demirbaþ û hevalên wî bête kirin!

Þehridar Abdullah Demirbaþ û endamên Encumena Þehridarîya Sûrê divêt vegerin ser karê xwe!

 

15 Hezîran 2007

 

MEDENÎ FERHO, Nivîskar
ROJAN HAZIM, Nivîskar
HAYDAR IÞIK, Nivîskar
MÎRHEM EGÎD, Rojnamevan
DERWÊÞ FERHO, Þair, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

 

 

Derwich M. FERHO

 

Koerdisch Instituut te Brussel

Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel

Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97

kib@skynet.be  -  www.kurdishinstitute.be