Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

 

Roza Kurd    

 

Ma kurmancî ne kurdîye? Kakacan?

Wek ku hûn hemî zanin zimanê kurdî bi sedan salane ji aliyê welatên dagirkeran ve bûye armanca asîmlekirinê. Zimanê kurdî tevlî wan planên qirêj yên wendakirinê dîsa jî heya îro hatiye. Lê dema em dibihîsin ku êdî li baþûrê Kurdîstanê planên ku wê zarava soranî bibe zimanê perwerdekirinê, dike ku em bifikirin ku dîsa zarava kurmancî heman qeder tê serê wê! Ango wendabûn û asîmîlekirin.

Bi salane, kurd li hêviya kurdîstana azad bûn ! Bi têkçûna rêjîma berê ya Iraqê û avakirina Kurdistan a azad bi milyona kurd þad bûn. Xewn û xeyalên wan hatin cîh. Kurdîstan a azad ji kurdên her sê perçê din re bû jî hêviyek mezin. Êdî welat û hukûmeta me heye!! Ev tiþkî gelekî xweþ e!! Lê divê em vê ji bîr nekin ku serkeftina hukumetekê bi alîkariya gelê xwe ye. Ev biryara perwerdeya tenê bi soranî di pêþerojê de dikare gelek zerarê bide çand, huner û tekîliyên di navbêna kurdên herçar perçê Kurdîstanê de. Kurdîstan ne tenê li baþûre û hejmara kurdên kurmancîaxev ji bi gelekî ji yên soranî bêhtire. Di rastiyê de em li bendebûn ku soranî bibe tîpên latînî da ku em hemî kurd jî ”tê bighêjin” Lê berovajiyê wê bû, ku em hemî kurd dev ji kurmancî biqerin û ji nivre ferî soranî û tipên erebî bibin.
Di baweriya min de ev biryarek paþketiye ne pêþketine. Ez ne li dijî perwerdekirina sorani me. Soranî jî ligel kurmancî, zaravayeke kurdî ya sereke ye, lê ez li dijî qedexekirina perwerdeya bi kurmancî me! Ev ne demokrasiye.

Ez divê hinek gazinê xwe li ser kurdên soran bînim ziman!! Tê naghêjim kakacan!!! Emin kurmancî nazanim qisekim. Zor zahmata, natwanim… Her cara ku em bi kurmancî dest bi gotinê dikin, van gotinan dibêjin kakacanên me yên soranekan!!! Lê belê em kurmanc, piraniyên caran soranî têdighêjin .. An jî bi kêmanî li ber xwe didin ku fahm bikin!! Ferqa kurdên kurmanc û kurdên soran ew e ku em hemiyan berê kurd dûre kurmanc û soran dibînin. Lê kakacanên me, xuya ye berê soran in û dûre kurd in… Zarava soranî jî her weha.

Em kurdên bakur, rojev a baþûr her taqîb dikin. Bi meraq bi hêvî, bi hezkirin û ji dil û can. Her cara ku felek tê serê kurdên perçên din, kurdên bakur bi dil û can alikarîya gelê xwe dike. Di sala 1988an þewata Helepçe de. Di 1991an de û herdem jî wê weha be!! Lê dikarim sond bixwim ku piraniyê wan ji kakacanên me tu tiþtekî di warê bakurê Kurdîstanê de nizanin. Wele belkî, Ibrahîm Tatlises Mahsun Kirmizigul û Apo nas dikin. Ne zêdetir.!!! Tu bêje Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Ahmedê Xanî, Mîr Celadet Bedirxan, Melayê Cizîrî kî ye? Bawer nakim ku zanibin kîne. Jixwe kakacanê me serê xwe jî, bi me naêþînin!!
Ev gazin û renxneyên min ne bi giþtî ne, ez li gora tecrûbeyên xwe diaxivim.

Min heta niha nedixwest bawer bikim ku ew guhnadin kurdên bakur, lê mixabin hêdî hêdî ew baweriya min diþkê. Vê gavê jî, Li Kurdistana azad zaravaya soranî, dibe yê sereke.!!!
Û zaravaya kurmancî jî, dibe wek li bakur!! yanî tenê li hundurê malê ..!!!ew jî em zanin bê taliya wê çî ye: WENDABÛN!!!!

Gelek kes dikarin bêjin, ku bi soranî hesantire ji ber ku bi salane ku soranî zimanê xwendin û nivîsandinê ye. Lê mane soranî jî di destpêkê de nuh bû û hêdî hêdî ciyê xwe girt? Eynî tiþt divê ji zarava kurmancî re jî weha be. Di çend sala de wê ew jî weke soranî ”hesan” bibe û bibe zimanê perwerdeyê. Lê divê li ser bê sekinandin.

Ax Kurdistan! Ax Kurdistana azad!. Min tu caran texmîn nekir ku ez ê rexne li Kurdistana xwe ya þêrîn hêviya mezin û hukumeta wê ya ku em ji roja dayikbûna xwe ve li bendê ne, bikim. Lê mixabin di vê mesela kuþtina zarava kurmancî de nikarim bêdeng bimînim û rexneyan nekim!!

Ez jî wek gelek ronakbîr û nivîskarên me dibêjim; divê em li himber, rewþa dibistanên perwerdeya zarokan, a bi soranî û kuþtina zarava kurmancî bêdeng nemînin. Ev rewþeke þermezariyê ye û divê hemû sazî û dezgehên herçar perçeyên Kurdistanê, yên li Ewropayê û rewþenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd helwest bigrin û reaksiyona xwe nîþan bidin.

Di bîranîna Helepçe ya îsal de, rojnamevan/wênegir ê ku wêneyên þewata Helepçeyê yekemîn li cîhanê belav kir, di gotara xwe de weha got; ”di bûyera Helepçê de xelkê heremê gazinên xwe dibirin hukumeta Bexdayê, berê xwe didan dijmin !! Lê neha ew berê xwe didin hukumeta Kurdîstan ê ”ya xwe! û gazin û daxwaziyên xwe dikin. Ev tiþkî pir grînge”.

Em jî divê karibin hukumeta xwe rexne bikin û gazinên xwe bînin ziman. Ma zimanê kurmancî ne kurdî ye? Ma zimanê sêwiya ye? Ma kurmanc û kurmancî zarokên hewî/jinbavê ne? Xuyaye haya kakacanên me yên soran qet ji birakê wan ê kurmanc tune? An jî, ew jî weke ”kardaþ”ê me tirkan dikin? Zimanê kurmancî asîmle dikin? Piþtî vê yekê ma em çi hêviyê ji dijmin bikin? Ku birayên me, KURD zimanê me KURMANCÎ bikujin!!!!!! Em ê êdî berê xwe bidine kê??? ”Kurmê darê ji darê ye ”?????

Roza Kurd
2006-08-16