Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>


Saher Mîro Al_Baedrî
saher_miro_al_baedri@hotmail.de

 

 

 

Min dilê xwe da te

 

Min ev dilê xwe da te
Lê te yê xwe da yekî din
Ez digel te bûme dost
Lê tu digel min bû dijmin
Kêf û xweþî min dan te
Lê te xem û jan dane min
 
Min tu kirye siltana dil
Û got tûyî ciwantirîn jin
Lê te ez kirim derya xema
Deryayeke kûr û bê bin
Nabînî çawa xemên te
Yê xwîna laþê min dimijin
 
Min tu kirye hêvî li jînê
Û armanca herî mezin
Lê te ez kirime mest û jar
Û birînên dil tev axftin
Ne dermanê wan peyda bû
Ne bi ser min de hat mirin
 
28.09.2008

 

Helbestên berê

 

Lotikxane

 

Dil birînim dil bi jane

Derdê min pir girane

Lê pa tinê LOTIKXANE

Bo derdê min dermane

 

Dema ez dikevim LOTIKXANÊ

Li asmanê dilê min dibe sahî

Ez qet nabînim mij û dûmanê

Ewe þemal, fener, mûm, ronahî

 

Ewe bihara hemû dila

Gulên wê qet naçilmisin

Tev rabin bêjin bismilla

Û bikin xebatek pir mezin

 

Bê lotik qet çênabe

Werin lotikan bavêjin

Rewþ baþe ne xirabe

Bikin þahî strana bêjin

 

Ew mala me Kurda ye

Xebata wê gelek pîroze

Dermanê kul û derda ye

Û hevalekî hêja û dilsoze

 

12/07/2008

 

 

Ka Soza Te

 

Ka soza te, Ka soza te?

hey zalimê û dil kevirê

çend zûke çû ji bîra te

û ji dilê te hate derê

piþtî dilê min hatî ba te

û nema dîsa l'min vedgerê

ji nûke te dev ji min berda

û te ji bîr kirin rojên berê

 

********

 

Te ji destêt min zû deranî

ew pora sor nazenînê

min tu dixwest ji dil û canî

lê te bawer nedikir þêrînê

nabêjî te eþq û evîn nedizanî

û ez ketibûm derya evînê

heta ji wê xewê hiþyar bûm

birîn vebû li dû birînê

 

**********

 

Ger bibînim wê pora sor

dê derman bin birînên kûr

min gelek dî zilim û zor

çawa tuyî ji min re dûr

Ji herdu çava mame kor

ji wê roja tu ji ba min çû

te ez kuþtim bi evî derdî

bêyî xencer û bêyî þûr

 

6.07.2008 Elmanya

 

 

 

Keçik dildiz in

Keçikek hat bi rengê nêrgiza
Û xwe xiste ber bêhna min
Min nezanî ew keçik dildize
Dê ji min dizit vî dilê min
 
Bêhna wê gelekî xweþ bû
Gelek bêhna wê min bêhn kir
Piþtî dilê min dîn û þaþ bû
Dil ji singa min derxist û bir

 
Dilê min dizî û ji xwe re bir
Ez hêlame dîn û þaþ
Xwe ji ber bêhna min dûr kir
Heger xirab heger baþ
 
Keçê min ji te hêvî ye
Dilê min dîsa  vegerînî
Hê wî qet tam nekirye
Tama xweþyê û eþq û evînî
 
Baweryê bi evî rengê Keçka
Neînin ne rastî û ne heneka
 
Ew nizanin ew nizanin
Dilê wane ji kevir û asin
Dilên xorta di dizin
Û rehmê bi kesî nabin
 
Raste keçik xweþikin weke nêrgizin
Bes dilêt xorta di dizin ew dil dizin
Tev dil dimrin diþkên û di derizin
 
13.04.2008 Elmanya

 

 

Helbesta dayika min

 

Min gelek bêrya te kir
Min xwarin xem û qehir
Lê min dî çû fêde nekir
 
Min got bitinê ye vegerîn
Derman bo evî derdê min
Heger bibînim dayika þêrîn
Dê sipî bite bextê min
 
Dayika min gelek nema
Li te vegerim wekî berê
Dê bi hatina xwe xema
Ji wî dilê te havêjim derê
 
Dayika min tu negirî
Û bi xem neke wî dilî
Gelek nema ez vegerim
Û soz be xwe carek dî
Ez ji te ne dûr bim Dayikê
Dê emrê xwe kime gorî
 
Dayê emir gorî te
Ev çend salin dûrî te
xew bi çava neketye
Û sebra min nahête
 
Min hêvî ye Dayika min
Heger hatim li min biborî
Ev çend salin ji te dûrim
Û nema dîsa ez vedgerîm
Te bawer bê ne bi min bû
Ev ya çûy û min wesa kirî
 
Min çav kir li hemû xelkê
Bê te hatim min da rêkê
Bitinê ez mame bê mirad
Û piþta xwe da min felekê
 
Ger min ji ya te kiriba Yad
Vêga wesa bi serê min nedihat
Te çend got min neçe lawo
Xerîb û xurbet e neçû welat
Min guh neda ka te çî got
Îro biner çî bi serê min hat
 
Min ji ber her tim nale nale
Derdê wê gelek gelek dijwar e
Ev nexweþiya ku min dîtî
Rebî kes nebîne çû cara

 

08/03/2008
 

 

 Ay Lo Dilo Dilo Lo

Ay lo dilo dilê þeq
Ez xulama çavêt beq
Çi ji min dixwazî tiþtê bi
heq
Agir ket kezeba req
              Ay Lo Dilo Dilo lo
 
Ay lo dilo dilê sava
Ez xulama wan çava
Çi ji min dixwazî bi lava
Agir ket van hinava
              Ay Lo Dilo Dilo Lo
 
Ay lo dilo tu kanî
Çavêt tene di Japanî
Ewê bejna nêv mêter
Dilkê min deranî
              Ay Lo Dilo Dilo Lo
 
Ay lo dilo dilê dîn
Ez xulama çavêt þîn
Bes bixwaze û bêje bîn
Hinavê min tev bû xwîn
               Ay Lo Dilo Dilo Lo
 
Ay lo dilo dilê sil
Ez xulama çavêt þil
Çi ji min dixwazî tiþtê ji dil
Agir ket kezeba kul
                Ay Lo Dilo Dilo Lo
 
Ay lo dilo were jor
Ez xulama çavêt kor
Çi ji min dixwazî tiþtê bi dor
Agir ket kezeba sor
                Ay Lo Dilo Dilo Lo
 
 
Saher Mîro Al_Baedrî
1
5.01.2007

 

Min di derya werneke


Bextê te û mi ji te hêvî ye
Esmerê min bi tinê nehêl
Da ez nekevim devê derya
Û min li dû xwe nebin pêl
 
Min di derya werneke
Hey jîyana evî emrî
Dilê xwe ji bo min veke
Va ez hatim veke derî
 
Bes xwe mezin bike
Û dilê xwe bike kevir
Bes xwe giran bike
Biner te çî bi serê mi kir
 
Þûna ti þad bikî dilê min
Û xweþya lê bikî behir
Te pir zêde kirin kulê min
Hatin pêwer bûn qehir
 
Ma gelo zilm û zorî
Ne bese hey ez gorî
Te ez kuþtim û termê min
Li ser destê xema borî
 
21.12.2007 Elmanya

 

Cejna Êzî

Dayika min Cejna Êzî
Li te bimbarek û pîrozî
Li xweþk û bira l`her kesî
Babo tu jî pir ezîzî
Li te pîroz be cejna Êzî

Li van hemû mêvana
Û li gundî û cîrana
Li tev sorgul û cana
Evê cejnê pîroz dikim

Her wesa li axa û mîra
Li belengaz û feqîra
Li xortên ciwan û kale pîra
Evê cejnê pîroz dikim

Ez li mam û xala
Li çend dost û hevala
Li þengebî û delala
Evê cejnê pîroz dikim

Pîroz dikim cejna wê jî
Ewa kû di dilê min de dijî
Þêrîn e ew û þêrîneke pir
Nazik û nazdar,delal û hejî

Li hemî Êzdîyên vê cîhanê
Taybet yên xaka Kurdistanê
Bi rêka vê helbest û hozanê
Cejna wan ji dil pîroz dikim

 

Torina dil

Torîna dil perwer
Te ez wek biharê geþ kirim
Ewan sêvên girover
Tama devê min xweþ kirin
 
Wê evîna ji can û ceger
Ez wek Çîya bi hêz kirim
Ewan çavên weke fener
Silav ji bo min bi rêz kirin
 
Torîna reþ esmer
Te l'nav xweþya mezin kirim
Mi nedîtin kûl û keder
Ûxelkê ji te pir pir gazin kirin
 
Ka ti çawa l'min çep nager
Te gûh da wan te ez pîr kirim
Lê xelkîno j'min bikin bawer
Cerg û dilê wê min dagîr kirin
 

23.11.2007 Elmanya

 

Dûrketin

li dinyayê min kes nebu
bes xwedayê mezin û tu
îro roj te jî ez hêlam...û
tu durket û tu ji ba min çu


bawer bike bume mecbur
ku ez berê xwe bidim
evê rêka wesa dur.....dur
û çendî bêjî ji te dur bim

********************
bi tinê min ya heþ te kirî
berî te min ew nekir bu
û min ne dizanî ka ew çîye
di hizra min de nedihat û diçu

cara yekê bu ku min jî
di jînê de evînî kirî
wê carê jî pê þanebum
cergê min sot,çav girîn

**********************
li min tobe bit evîndarî
nema îdî dibim evîndar
piþtî eþqa te yara min
nakime ve eþqê çu car

min jî wesa li xwe tobe kir
piþtî te eþq û evînî
kêf û xweþî li min neman
kete cih girî û þînî
********************