|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
|
|

Bo Mîdyaya Kurdî ya Înternêtî
Ragîhandinek Ji Þahînê Bekirê Soreklî
Min soz dabû xwendevanên meraqê li xwendina berhemên wêjeyî dikin ku romana min VEGER ê di bihara bakurî ya sal 2006 de bihêt weþandin lê mixabin weha nebû. Ji ber vî sozê nehatî bicîhkirin ez bexþandinê ji we hêvî dikim.
Ji roja ku min tê de dest bi nivîsandina berhemên bi kurdî kir ve, çi caran qezenca diravî ji bo min ne amanc bûye, ne jî dê bibe amanc. Min bi kurdî nivîsand ji ber ku zimanê min yê zikmakî bû û ji ber ku min ji wî zimanê bindest hej dikir. Ger ne bi saya teknolojiya nûjen, înternêtê û malperine kurdî bûya, heye ku min dest ji nivîsandina bi kurdî berdabûya lê înternêtê em ji jana ku me ji ber dijwarbûna derfetên weþandina berheman hest dikir azad kirin. Bi encamê çi berhemên min yên nû, ji bilî kurteçîrokan, di van demên dawîn de bi pirtûk nehatin weþandin, ne jî min dest bi projeyên nivîsandina berhemên dirêj kir. Lê va çend sal in her ku ji dest dihat min dema xwe ya vala dida berhemeke li ber dilê min gellekî bi nerx. Min nivîsandina wê di mehên dawîn yên sal 2005 de bi seri kir û navê VEGER lê kir. Nuha ku ew, wekî min çaverê dikir, nehat weþandin, bêguman min dikaribû ew li Australya yan li þûneke din bi pereyên xwe çap bikira, yan bi rêya dostan li baþûrê Kurdistanê, lê min biryar girt ku weha nekim, çimkî meraqê li wê yekê nakim ku bi vî temenê xwe li ber xelkê bigerim yan bizava firotina pirtûkan bikim, ne jî dixwazim bo xatirê ku bihêt gotin “berhemeke Þahînê Bekirê Soreklî derket” VEGERê bidim çapkirin.
Ji ber rewþa kambax ya xwedîderneketina Kurmancan li zimanê xwe û li berhemên wêjeyî, gellek caran meraqekê xwe di dilê min de kelandiye ku berhema VEGER biþewitînim, ku wê ji nav bernameyên kompiyûtera xwe derînim û biavêjim sepeta gemarê lê min ji bo xatirê ewên ku meraqê li xwendina berhemên min dikin û ewên ku carine bi emailan dipirsin ka kengê berhema nû dê bihêt weþandin, wisa nekir. VEGER ê beþ bi beþ di malpera MEHNAME de bihêt weþandin. Yê xwendina wê bixwaze dikare beþ 1-2 di hejmara vê mehê ya MEHNAMEyê de bibîne: www.freewebs.com/mehname
Ji bo nuha, xwendevanên ku dixwazin VEGERê bi nivîs bi dest xin dikarin beþên wê yek bi yek ji Malpera MEHNAME kopî bikin, li cem xwe çap bikin û hemî beþan di nav doseyekê de bi cîh bikin.
Careke din bexþandinê ji xwendevanên hêja hêvî dikim ji ber ku VEGER di nav pirtûkekê de derneket.
Þahînê Bekirê Soreklî
8/08/2006