|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Divê em ji vî kûçikî fedî bikin
Beytarê Lotikxanê-15/04/08- Dibêjin kûçik ji xwedîyê xwe re sadiq in. Helbet di nav kûçikan de jî dêqehpên xayîn û destebrakên guran hene, lê bi piranî kûçik sadiq derdikevin. Me sadiqîya kûçikan dît lê ne bi ecêba vî kûçikê Emerîkî. Kûçikê bi navê Sam gava dibîne ku xwedîyê wî Teddy Crockarell dimre û ji ber çavê wî winda dibe, dîn û har dibe û dibe kûzekûza wî. Radibe dide rê, bêyî ku goristana lê veþêrin zanibe li xwedîyê xwe digere. Werhasil, dibe kûrekûra Sam beg, hem digrî û hem jî li xwedîyê xwe digere. Piþtî ku wek serxweþan 11 kîlometro digere rastî goristanê tê û tê li ser gora xwedîyê xwe li sînga xwe dixe, porê xwe hildike û dike kûzekûz. Îcar kesên li ser mezel li þarezayî û sadiqîya Sam beg dimînin hebitî û hinek ji wan bêhiþ dikevin. Gelo em Kurd wek Sam beg sadiqî doza xwe, millet û welatê xwe bûna, niha Kurdistan ji zû de rizgar nebûbû gelo? Bi namûs belê! Binerin, ji ber ku Tirk jî ji dola dêlegura Asenayê tên, sadiqê millet û welatê xwe ne. Lê em Kurd? Em jî dibêjin qaþo em nevîyên Kawa, Ristemê Zal û Selaheddînê Eyyûbî ne, lê herama xwedê be ku em bi kêrî pênc qirûþên xerabe tên, wîî! Yaw em wek kûçikekî jî ne sadiqê doza xwe û merivên xwe ne qardeþim!
|