|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Min qerar vermîþ kir ku ez carek din Lotikxanê nexwînim

Satilmîþ Erebolmîþ-14/01/08- Hatay- Esselamunaleykum we rehmetullahû we berekatû! Law Lotikxanecîno, elawekîl ez yek ji wan xwendevanên Lotikxanê yê esîl û bi asas im. Lê belê ha min îro qerar vêrmîþ kir ku ez carek din Lotikxanê nexwînim. Ji ber vê xeletiya LOTIKXANÊ:
Min bawer kir ev nivîsa ku we bi zimanê Erebî weþandiye, we ji Qurana mala xezûrê min çend ayetên pîroz xistine Lotikxanê. Îþev sibehê dema melê bang da, ez rabûm ku herim nimêjê, lê min ewil Lotikxane vekir. Gava min ev ayetên Qurana pîroz dîtin, hema min xwend û xwend, min êdî hewce nedît ku herim mizgeftê û li pey melê pismamê jina xwe nimêj bikim.
Piþtî roj derket û jina min a Ereb ji xew rabû, weke caran dîsa hat, jê weye ku ez dîsa li qîzikên Lotikxanê temaþe dikim, çend tep û kulm li min xistin. Lê min zû pê da zanîn ku ez Qurana Erebî ya Lotikxanê dixwînim. Gava jinikê meyîzand ku ev nivîsa Erebî ne ayetên Qurana Erebî ne, piþtre îcar toz û dûman ji min rakir. Aha ez niha ji ber derbê bêbava El Erebî nexweþ im û di nava ciyan de vedizelim.
Îcar min bi serê jina xwe ya El Erebî sond xwariye, heta Lotikxane nameyekê bo min neþîne û soz nede ku careke din xetayek halko nake, ez nema êdî Lotikxanê dixwînim.
Lê eger Lotikxan bêje, di mehê de 30 milyon Kurd Lotikxanê dixwînin, jixwe tu yek î, di ser de jî tu zavê Ereban î, hema nexwîne. Lê divê Lotikxane jibîr neke ku niha ez û jina xwe dikarin bi ola jina min piraniya Kurdan bixapînin û nehêlin ku kes Lotikxanê veke. Îcar hûn zanin!
نتيجة السياسات الممنهجة بحق الشعب السوري وعلى وجه الخصوص التي تمارس بحق أبناء الشعب الكوردي , والتي تقوم بها السلطات السورية وأجهزتها الأمنية التي تصادر الحريات وتنتهك حقوق الإنسان في وضح النهار , وتسعى إلى تهجير المعارضين والناشطين واجبارهم بمختلف الأساليب اللاانسانية للنزوح والهجرة إلى المنافي وذلك في سبيل هدف إفراغ المنطقة الكوردية من سكانها الأصّلاء, ونحن أمام حالة مأساوية تتعلق بالناشط في مجال حقوق الإنسان والحريات الديمقراطية ( جوان أمين محمد) من مواليد 1980 الدرباسية التابعة لمحافظة الحسكة في سوريا.