|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
S.Ç.H.R.K. 1. Festîvala Strana Rojavayê Kurdistanê li dar dixe

Saziya
Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat, yekemîn festîvala strana
rojavayê Kurdistanê li dardixe.
Ji bo ked û xebata di helbest û strana kurdî de ya Yusif Berazî (Seydayê Bêbuhar), festîval bi navê Festîvala Bêbuhar ya pêþbirka Sitrana Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.
Festîval wê 04. Gulanê 2008`an li bajarê Almanya Hannoverê pêk were û wê rojê sê stranên herî baþ werin destnîþankirin.
Hemû hunermendên rojavayê Kurdistanê yên mercên tevlîbûnê pêk bînin wê bikaribin tevlî festîvalê bibin.
Mercên tevlîbûnê ev in;
1: Strana ku dikeve pêþbirkê, divê ne hatibe tomarkirin û ne jî hatibe belavkirin.
2: Divê stran berî 27. Adarê 2008 bigihîje destên komîteya amadekar,
Jûrî ji 3 kesan pêk tê û ev her sê kes wê ji beþên din ên Kurdistanê bin.
Navên endamên jûrî wê di roja Festîvalê de werin eþkerekirin.
Hemû berhemên ku ji hêla komîteya amedekar ve werin hilbijartin dikevin pêþbirkê û ji nav wan strana yekemîn, ya duyemîn û ya sêyemîn tên hilbijartin û ev stran wê xelatê bigrin.
Xal wê li ser awaz, helbest û þîroveyê bên belavkirin.
<!--[if !supportEmptyParas]--> <!--[endif]-->
Ji bo têkiliyê;
TEL:
01734427638 Zubêr Salih
01627395711 Kawa Þêxê
01725461712 Xebat Þakir
E-mail:
zubersalih@hotmail.com
kawa142@hotmail.com
xebatchaker@hotmail.com
<!--[if !supportEmptyParas]--> <!--[endif]-->
Navnîþan:
Herr Osse
Wülferoder 17
30880 Laatzen/Deutschland