|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Selah Mihemed
ji bo bîr anîna Helebçe
Bi hemû zincîran bi hemû pozê bilind çiya tê bi hemû kewan û darên berûwan û guhbel û riwan bi wan siteyrikên daliqandî li jor tilî tên rex riyan dadigirin ji cihê bilind dinerin bi dara ve têne sernixûnkirin û reh berdidin di tilî û cihan de ......... Ew balefira bi perî ne … nala kevokek sipî ye yan jî fireþtiyane gund bi lez ew xaza xerdelê alast ji tîna û berê xwe da goristanê di rêçik û mal û dara re derbas bû û deng û bas nehatin belavkirin û rojgarek ji bêdengiyê di ser canê pakrewana re çû ............ Cendek ew cendekin riwê we nema îdî çiyane û ciyê parastinê ne û hûn ne mîna ez dixweazim ew tilî avê þîlo dikin tilî ew tilî ne tilî li ser rex riya tilî li ser dara tilî li ser tixûban tilî di nav axêdene tilî di tilîyadene zarok kaldibin di tilyan de êl bi tilîyan belû dibe tilî li her cihî mirin dibe tilî zayîn dibe tilî tilî dibin tilî ........... Qîrîna me zelal tê iþkere helbest derdikeve ji serê tiliyan hemû peyvên xwe li ser riwan di reþîne agirê wê bêdengiya min di pijîne û ez ê ku li paþ kerwan meme ne ez rawestiyam û ne hûn gihiþtin û ne tiveng kete xewde û ne xaza mal wêran dilovanî li kesî kir ............ fermisk li ser Helebçe dibarin girî û desmalkê xwenê kaxezê jibîr dike neynûka di tilîyan jibîr dike û dest tije tilî dibe hesin vedigere hesin ber bi sorbûna wî bê agedarî tav li me vedigere bê ba û legleg û ajo bi pêlavê xweyî bi herî tên û xweþikbûna salê bûhûrî ................. We hemya soza cudakirina wî da di buharê de bênder tozê ji ser xwe vedimalin bi maseyên dagirtî wêran bi bajatrekî ku bajartiya xwe avêtiye û we ji êvarê re got de rabe hûn hemû tên bê xwe binçiqî we dide xuyakirin û hûn xwe bi dagirtinê dibûnin we gavên xwe li ser rê hiþtine û nû hûn hatine ne razîbûna xwe li ser kaxeza didin tilî ew tilîne û hûn ne hûnin ne dengê min digihe ... û ne hûn tên ne hûn hatin û nez giham pencerên xwe li min dikin qencî bi camên min we þikenan din naskir û me hêdî hedî me kevan kêm dikirin û valebûn lê tu awa di wênê de nînin tu xaçe nîgarê we di cugrafyade nînin û hûn mîna minin emê negihþtbûna xwe ji izgêre bi hêlin û bera tirên û fargonên xwe destê xwe ji mere bilinid bikin bera sawêrê me rûneka bi toza xwe dagirin da em bi mînin ji namare ji revaxwere ji jinare ji kevnetorê xwere derkevin seyrana bi kevin ber dûrahiya sekvana de darên ser bilindaya reha vedixwin ................ Bumbe berî balefirê hat balefirek berî balefirê hat balind berî mêþan gihiþtin wênên me gihiþtin rojnama n difna ............... Bahor , mirin , sînor gulistanekê payiz xwest ser masa xwe darên xwe avêtine cîhokê û wênê toh li celda daleqandin li ser dergihê derve nivisand piþtî bumba dawî û dara dawî li virbû : dar aþtî : li vir bûn û hûn her mîna xwene sed salek ji reþ girêdanê hesin û ne reþ girêdan ............... Pakrewan têne rêzkirin û bexda piþta xwe dide bobelatê þikeft û nava dide xuyakirin leþker minara li partike jibîrdikin ku selman ji meye di limêja înê de destê xwe ji mere li ba dikin û bi destê din balefir tilîyan perçe dike û helbçe li ser ekranê tilivzyonê tête xuyanîkirin bi cilên xwenî çiyayî balefir wêna talêsin û dengê mela di minarande ziwabû ... !! ................... Ji piþt berçavkan helbestvan bi ser rojnamêde radibe gotinên wî ne agirbûn ji lewra kaxiz ne lerzîn ji þewatê agirê jor û jêr agirê qelþ û beyabanê agir ji agir derdiket agirê payv û berfê agirê oliya kevin li jora me li cijna li deriyan dixe û reþgirêdan li pey wê tê ... !! .....................
Helebçe da xuyakirin hatina wa lê ne danîn þev bi rengê pîrekî hat xemilandin kesî ji we ranehiþt rengarenga xwe da ku rehniyê di tiliyên xwede bi xwîne zane pirbûne kesî riwê wî nediye xernûfeke " di rengê qawê debû xwîna wê " lê mîna fîlimekî balefirê dîdar bi dawî anî ... ...................... Helebçe bi ser riwê xwede hat di ser riwê mere helebça çû helebça bi me dest pêkir helbeça bobelat bi ser mede anî helbça bê me vegeriya devê xwe bi pêkeniyan dagrtin û gotin mîna jineka pîrebî hatiye xwe belû dike û dibêje : aþitî bera serê we saxbe aþitî ji zilamtiya were .. Helebçe di dengde dike qîrîn deng di helebça de dike qîrîn helbça ji xizmê malêye destê min bi þidîne û bêje : di riya mere here û navê xwe hilde û xwe li ber kavilan veþêre .. ................... Pêþengehek dagirtî wêne were dagirtin ji bumba ................... Te xwe daxist ji bumba û qîjeka re ji patozê re gava ku tê nav zevîyan kanî þekirê cejnê û zeredeþt jibîr neke we ji zayînê re got katjimêreke .. emê bikine festîval tiþtê di piþt giran û darên xurmande we nedî bû we got : ha vaye !! we bi tilîyên xwe nîþan dida û hûn ji wanre bûne rêber we destê xwe ji bumbare li badikir da bi dilovanî dakevin û bi dilovanî daketin bumbe ji êla mestirin hûn ji têrbûna birçîman hûn ji piþt rastiyê di tirsandin tilîyê webûn kilît da bi wan di helbça re derbas bin di ser av û hemû darên mazîre derbas bû hûn þabûn bi pirs girêkê we bijî þehîd nivisand bijî þehîd , bi girîre we digot hûn girîyan we bi fermiska xwe nîþan dida hûn li ser maseyên xelkê ezmon dibûn partîkên piçûk hûn ji xwere dikirin peya hûn hatin parkirin ristevan þofar .................
Bayê gund Helebçe bi xweve daleqand ji difnê wê çermê wê tilîyên wê hilma wan gîhand pozê me hilm gihand rekiha sînga me bûn wêne di erþîfa mede bûn ximav di pênûsê mede dîwarên xaniya binalînin ji rawestandinê û li ser ken digrî .. ......................... Xweþbûn di tilîyan re gihiþte pîlot ne sêv li ser asîmanê gund dibariyan tiliyên serdar ne ewrbûn wêne gir , fosfor , û hilma serdar , rojname .. bariyan dest li ser biþkokê lêborîna xwe ji kuþtiyan xwest tilî di nav axêde ne lê kuþtî û tewan bar birane ..!! .......................... Dev bê ramîsan vegeriya !! tiþt bê tiþt vegeriyan stran bê sema ji êzgê vegeriya bexþer vê carê bê sixêf filitî be ne babû li wir hilm berdanê wha got hilm berdan jî pakrewane belê got lê nema hilm kiþand . .......................... Cêniþa pêve hatinê : wê bê cêniþa pêve hatinê : dereng ma cêniþa pêve hatinê : ne giha çiya zû digihe çiya bilindb/na wa bi efesanaye bi efsane û xwînê bilinde na ji hevpeyvîn na ji sarbûna zarokan na ji gemarê re cênþê wilo xwend rê hatin girtin li ber hatina wê xwendin jimartin rojname çiya li pêþiya kat jimêrê û tûpiþkê wê da çiya gihiþte gund cênî gihiþt lê mixabin gund gihþte goristanê .. ............................ Çiya ew çiyaye çiyayo tu çiyayî " me fosforê ademî kuj li ser te daniye hediniye ji þerma xwe daye hev çiyayo rêçikê te tije pirrk bûne pêlav dinavde di çikilin tilor digihine te da hêlînê xwe çêkin tije hêkbikin . siwar , rok , tirî , û aho darê zeytûn , gwîz , û tilî tif li agirê te dikin reþî li deriyê te dixe xwe bin cilik dike piþtî baranê xweziya xwe bi þikeftek bêmirês tanî þikeftek tije diz û keleþ þikeftek genî da têde bême paraztin tu ji darare bavbû em dûrketin siteyrik , kovî , xêze nîgar û hilkiþandina mêrdewan tilî bi biviran li riwê te dixin min hemû tiþt tehmûl dikir û dibûm bawerî min þape dikire bûk ji deþtêre çolên te sirûdan dibêjin sifîl û ba herdû bihevre bi serneketin . .......................... Serdaro ... Ha va çiyayî hatin te Vê sibehê ji deþtê Û çavên wan di gwîzikande Rawestiyane - dibe ku em Pirotestorabikihînin - emê Pirotesto rabikihînin - me pirotest ragihand - pirotestê ragihînin !!! bêhnekê rawest ji bo term lê îdî bese helebça darên ku pelên xwe di weþînin bajarin ku xaniyan wêrandikin alek ku rengê xwe vedixwe rojeke , tiþtê tu dixwaze emê bi civînin saleke , sed sale , emê te bi nav bikin û emê riwê te ji kom kujiyê bidoin hev helebça tu mîna dohî ha va em hatin . awayên xwe di neynikê gemarîde di xwînin serdaro .. gernejînek ji serdar re wa girnejîna serdar ro te bi reþayê hildidin riwên ku bi tariyê reþbûne û mirina tebayî serdarê wêrankirinê ken bi giriyê we tê nîþana bidin serdar mirin ji ber xatirê serdar koviya bînin ji masa serdar re serdarê wêrankirinê wêrankirina ji serdar re . ............................ Þîn pêþeng mindi hilfrîne tev zarokan û cendekê binfþa da ez bimînim palaxwe bidim tirsê ta ro li min derkeve min bêriya rojnama ji xwînê kiriye ne ez rawestiyam û ne hûn gihiþtin û ne tiving kete xew û ne xaza bêbeþ got : bimînin di xweþiyê de we navê þevê li ser riwê min hiþt û we got : sibêdê baþ sibêdê baþ ji þînahiya were tevî wê hiþkbûnê sibêdê baþ ji wan bajarê ku xweþbûna xwe vedigerînin sibeha qirqira bi ser rawestandinê dikeve sibêdê baþ çiyayo ji bin birîna rabe da sulavên te bi herikin da girik ji te cuda bibin da tu bêje : hevgirtin li xwe vegerîne : neyeksanî sibêda hevgirtin û qawê hesin .. hesine piþtî sorbûnê çiyak piþtî cengê vedigere çiyayo xwe li gunda bi pêçe çolên xwe ji tilûlare berde çiyayo ...
|