|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |

Selim Acar
Muxtiraya serokerkaniya Tirkiyeyê
Ji nivîsandina xwe ya bi sernivîsandin Gud Bay Mr Erdogan Yan Jî Maaga SelamêYa Seyîdî Erdogan du (2) jêgirtinên dirêj distînim û wê dîsa diweþînim, ji bo ku merov hatina roja 27 ê nîsanê (Muxtiraya serokerkaniya Tirkiyeyê) texmîn biki ne pêwisti ku merov þêx bi!
--------
“Tiþtekî herkes dizane, ez li vê derê dîsa bînim ziman: Li Komara Tirkan (KT) du desthilatî hene. Desthilata ya yekem, ya formele û ya duyem ya rastî ye. Ya formel bi hilbijartinek pirr anti demokratik tê hilbijartin û ji hêla meclîsek formel de, tê testîqkirin; ya duyemîn ji hêla kesên xwediyê çek û rutban tê avakirin, bêberpirsyar in. Ji desthilatya rastî, tu kes û tu dezgah nedikane hesap bipirse û li ser wan tu çavdêrî û tu zagon tune nin, berevaciya wê biryar û emrê wan, zagon in. Lê ew emir dikin, meclîsa KT an dest bilindikin û hikumet, wan biryara bi cîh tîne. Ev e strûktûra birêvebirina KT ye.
Desthilatya duyemîn mina ahtepot e, destê wê dirêj e û destê wê di her hêlê civatê de, di aboriyê de, di politîkayê de, di weþanê de û hwd heye. Ew hesab, program û planên salan dikin. Desthilatên formel dide hilbijartin. Wan ji desthilatên formel ji dar dixe. Lê dîsa jî, benên civatê, mejî, çandê, politikayê di destê wan de ye. Ji ber ku plankirina civatekê ne wek mîna programên li ser kaxetê nameþin û ne mumkûne wan programan bêproblem bimeþînin. Carna dijîtî di navbera desthilatya formel û ya rastî dest pêdike. Wê gavê desthilatiya rastî, balansên desthilatya formel ayar dike.
Desthilatya Mr Erdogan formel e, ev yek herkes dizane. Desthilatya rastî ya Genel Kurmayê ye. Desthilatya rastî, biryar daye ku, desthilatya formel biguherîne . Genel Kurmay despêkê de Seyîd Erdogan û derûdora wî amadekirin ji bo desthilatya nû ya formel. Ji bo xwendina helbestekê ew girtin, cezakirin, ji seroktiya belediya Istanbûlê dûr xistin, bi gotinek din, ew maxdûr kir, ku wisa di raya giþtî de da naskirin. Partya ew endam bû ya Erbekan ji desthilatyê anîn xwarê û bi Erdogan û hevalên wî re ew partî perçe kirin. Piþti demekê partya Ecevit jî perçekirin û kaosek politik anîn holê. Di 2003 de bi hilbijartinek awirtî AK Partî, partyên hebûn yên desthilatyên da ber melkisa xwe, deryê meclîsê li wan girt û desthilatya formel xistin destên xwe. Ki dikane bêje desthilatya AK partyê, ne berê mudaxela ya 28 ê sibatê ye, ya mudaheleya “modern” askerî ye ?
Ma gelo ev ne nakokîye ku merov bêje: Genel Kurmay hem Erdogan amedekir ji bo desthilatya formel, hem jî dixwaze desthilatyê vê bigûherîne? Na! Merov lîsk û delevêrê devleta Osmanya dizani be û ya berdewama wê ya KT, bersîva wê pirsê ne zahmet e. Em pirr dûr nerin, ma ew ne dîsa ordya Tirkan bû 'çûn Erbakan ji Swistre anîn' ji bo kû partiyek islamî damezirîne? Ji bo ku partya îslamî li dijî kurdan û çepan bixebitîne. Hizbillah avakirin ji bo Kurdên welatparêz bi destên wan ji ortê rakin. Divên ya “lîsk li ba Dewleta Osman ya pirr in!” Di damezirandina KT de serokê wê Kemal ji Osmanya kêm nemabû. Herçûqas Erdogan û hevalên wî berhemên 28ê Sibatê jî be, tabana AK partiyê, bingehek li ser bingehê olî ye. Ordya Tirkan carna ola îslamê li himberî çepan û kurdan xebitandinen û carna jî ol ji bo desthilatya xwe û ideolojya kemalizme metirsî (xeter, tahlîke) daye naskirin.
Rastyak ber biçave, dijîtî di navbera îdeoljiya kemalizmê û îslamê yê de heye, ji ber ku kemalizm wek ol ji hêla kemalistan tê qebûlkirin, du ol, nedikane bi hevre bijî û wek hev desthilatyê li hev payê bikin. Gava tesîra îslamê zêde dibe qada kemalistan teng dibe û tersî wê gava kemalist di jiyana civatêde mudaheleyî her tiþtî dikin, qada islamê teng dibe. Dijitya herdû hêla dijitya îqtîdar û desthilatya civakî, politik, çandî û zagonî ye. Kemalism îqtîdarek bê tixûp ji xwe re dixwaze, ola islamê jî vêya ji xwe re tahlike dibîne, ji ber ku gelê Tirkan layiqliqa Kemal qet qabûl nekiriye, ew ji jor de bi gelê xwe dikta kiriye..
Kemalizm ne hev ideolja resmî ya devletê ye, ew rûhê netewê tirk yê sûni ye. Dema Kemalizm têk de biçê, tiþtekî bingehî yê netewê Tirk hevdû girê bide, namîne. Ji ber kû ev netew, netewekî penabera ye, panaberên Balkan, Rojhilatanavîn, Kafkas û Asyanavîn e. Wek min got Kemalizm rûhê netewê Tirk e, ordiya Tirkan maddiyeta wî netewî ye, ji ber vê yekê Ordu xwe bekiyçê Kemalzmê dizane. Ordu û formasyonên yê cuda cuda yên Kemalizmê ol ji xwe re dem dem metirsî dibîne.
Ji hêla dinê de dijitya her dû terafan dijitya desthilatya politîkayê ye. Bingeha îslamyan, ji ber kû desthilatya formel di destê wandeyê, dixwazin hinekî dinê qada îqtîdara xwe ya formel berfire biken û ji desthilatya rastî jî paya xwe bistînen. Proplema sergirtina jinan proplemek sunîye her dû hêl jî, vê proplemê dixebitînen ji bo kû berê politika welatên xwe biden ber derkidinê û rojewa proplema rejîmê bigûherîne. Kemalist û îslamî bi zanebûn û bi pevre vê proplemê herdem di rojevê de dihêlin.”
------
”Lê gava xeta enya Sêvasor desthilatya formel bistîne wê terora li ser kurd û kurdistanê zêde bive. Ji ana de divê kurdên welatparêz yê rêya meþrû ya tekoþîna wekirî diparêzen, bira dizanibin, ew divên ji anade cîhên xwe di zîndaên Tirkan de, cûda bikin. Xeta Sêvasor û ordyê nedikanen desthilatya formel jî didestên xwe zêde bihêlin, ji ber kû ideolojî û politika ew dimeþinen li dijî politika YE ye ya DYA ne. Ev desthildan di demek kurt de wê ji hêzên esasî yê dinyê, izole biven û aborya wan li ser nigan nedikane bisekine.
Kurdên welatparêz divê çibikin? Êdî divê welatparêzên kurd dizaniben, tekoþîn û propogandayê li himberi serokên desthilatyên formel de, tû netîcê nade, ji ber kû ew demewînen, ew dikanin di rojûþevekêde bên gûherandin, ked û zahmetyên hatinen dayin bi ber bi avêde diçe. Lê desthilatya rastî desthilatya xwe li welatê me berdewam dike. Ma me çûqas li dijî Demirel, Çiller, Ecevit, Erbekan, Ozal uhwd, tekoþîn da! Ka kî ji wan ma? Lê sistema rejîma Kemalýzmê berdewam e. Divê kurdên welatparêz berê tîrên xwe bide ber sistemê û îdeoloja wan ya resmî. Divê sedî sed kurd xetên sor û qalind têxin navbera xwe versiyonên Kemalizmê. Kurdên welatparêz divê di daxwazên xwe de zelal bin. Wan daxwazên xwe vekirî û bi zelalî biparêzin. Þolya xwestên xwe, tû netîca nade û ew nedikane Tirkan bixapînin.” (www.kurdinfo.com 25/06/2006)
--------
Muxtiraya serokerkaniya Tirkiyeyê ya 27 ê nîsanê di, di bingeha xwe di li dijî kurd û Kurdistanê yi. Ji dawiya teksta muxtiraya Serokerkan, merov vê yekê pir vekirî dikani fêmbiki. Ma gelo rê û rêbazên xwe parastina gelê kurd he yi, li dijî êrîþên serokerkaniya Tirkiyeyê? Belê! Ev jî yekîtiya kurdên welatparêz û çalakiyên sivilin!
)))))))))))))))))))))))
Nivîsên berê
))))))))))))))))))))))
Gelo rêz, ji ramanên cûda ri yan jî, ji mafê gotina ramanên cûda ri?
Li ser hevpeyivîna bi birêz Mehdî Zana ya ku di kovara Aksiyonê dihat weþandin, çend hevokên wî, di derheqa ola islam û kurdan di, di hevpeyvîna bi wî ri, çend munawerên kurd, nerazîbûnên xwe, li dijî wan hevokên wî, anîn zimên. Ew hevokên Mehdi yên di derheqa islamê di, kari rast yan jî çewt bin, ew babetekî dinê yi. Lê ya balkêþ bû, ne ew kesên ku li dijî ramanên wî sekinîn, bi argumentên xwe, çewtitîya wan ramanên Mehdi anîn zimên û wan pûç kirin, zêdetir wan êrîþî ser mafê wî yê ramanê kirin. Di wê hevpeyivîna bi Mehdi ri, merov dikani di gelek niqta di, rexna lê bigri, ev niqtana niqtên polîtîkin. Lê ya her hindik balkêþ bû, ew çend hevokên wî yên di derheqa ola islamê de bû, dîsa jî wan hevokên wî bûn ”bahoz”! Armanca vê nivîsandina min, ne ji bo di derheqa nerînên Mehdi di, þîrove bê kirin û ew bê parastin, yan jî minaqeþakê di derheqa ol û oldarî di, bê berdewam kirin; armanç, parastina mafê ramanê yi.
Di pir civîn, sohbetên þexsî û car carna jî’ di nava nivîsandinan di, hevokek wisa merov dibihîzi yan jî dixwuni: ”ez wisa nafikirim lê hurmeta min ji van nerînên te ri he yi!”. Ev hevok bûyi wek benîþt, di devan di û bi ezbere têgotin, bê ku li ser rast û çewtîtiya wê bê fikirandin. Gorî bîrûbawerî ya min, çewtîtyak di vê hevokê di heyi. Kesek ji ramana tam li dîjî ramana wî/wê bi, çawa dikani ji wê ramanê ri rêz bigri? Bi gotenek din, gelo merovê oldar, wê çawa ji felsefa materyalîstiyê (ataistiyê) ri rêz bigri? Kesê ataist û marksist, wê çawa ji olê ri rêz bigri? Ku ew olê wek afiyona gelan dizani. Ma rêz ji afiyonê ri tê girtin? Ku kesê marksist û ataist bêji ew ji ramanên olî ri rêz digrin, ya ên li himberî xwe dixapîni, yan jî nizani çi dibêji. Lê ew hevokek ezbere dubare diki. Ev yeka ji bo yekî oldar jî derbas dibi. Gorî bîrûbawerî ya min, hevoka ” Ez wek te nafikirim lê hurmeta min ji nerînên te ri heyi!” nabi alîkar ku toleranstî di civata kurd di cî bigri, ji ber ku ev hevok, felsefa toleranstî yê berovacî diki…..
Ya rast merov, ramanên dijî ramanên xwe neki babeta hurmetê. Merov ji mafê gotin û nivîsandina wan ramanan ri rêz bigri û hurmetê biki beþekî çanda xwe ya rojane. Ev bingeha parastina mafê ramanên cûda yi. Ku merov bêji ”ramanên te çewtin, lê tu xwedî mafê xwezayî yi ku tu wan ramanên xwe yê çewt bêji.” Wê gavê merov ramana naxi navendê (merkezê), merov maf dixi navendê. Ku merov ev prensîp ji xwe ri kiri bi çand û beþekî þiklê jiyana xwe. Bi þewakî aramî merov, dikani li dijî ramanên hev derkevi û bê merov tixûbên kesayetê îhlal biki; merov dikani rexna li ramanên hev bigri, argumentên xwe pêþkêþ biki.
Lê mixabin di derheqa gotinên Mehdi Zana di, munawerên kurd ne argûmentên xwe di vê çarçevê di pêþkêþî raya giþtî kirin, qasî min di malparên kurdan di xwend, wan êriþ birin ser mafê ramanê ya Mehdî ku ji hêla piraniyan kurdan di, ew ramana na nay pejirandin. Heta hinek munawerên kurd yên oldar bi ser navê ku piraniya kurd muslumanin, xwestin sansorê bîne ser nerînên cûda. Sansor ne hew ji hêla dewletan yan jî partiyên siyasî tê xebitan din, ew dikani bi navê pirayê yan jî bi navê ramana desthildar bê xebitandin. Gelo piraniya civata kurd oldar bi, mafê ramanê yên ne oldarên kurd, ji holê radiki? Ku bersîv ”na” bi, wê gavê ev çi argumentê pirayê yi? Ku bersîv ”erê” bi, wê gavê ev ne sansor bi, çi yi? Ku mafê merov tune bi, ji bo guherandina ramana desthildar, wê demê divê ramanên muxalîf qedexe bi. Ku ramanên deshildar domdar û neguherî bi, mafê ramana çîroki. Lê ne wisa yi, raman çêdibin, xûrt dibin (kani bivi deshildar) û dimrin. Dinya êdî ne dûzi û êdi roj li dora dinya yê nay gerandin! Bingeha xwe li paþ stara ramanên piraniyê biparêzi, tuneyi. Rasti, xwediyê deng wegirtina pirayê dikanin zagon çêbikin û xwediyên dengên kêmayê divê wan zagona bi cî bînin. Ev sistema îdarekirina zagonî yi, lê vê sîstemê merov nikani têxi dewsa mafê ramana.
Pirên caran kesên oldar û di nav wan di kesên munawer, têgeha (bêja) ”bêbawer” ji bo ataistan dixebitînin. Ev tarîf bê bingehi, çewti û wisa bi nav kirin pir erzan û basîti. Ev têgeh layiqî munawerên kurd nabi. Bawerî ne hew ola yi yan jî bawerî ne hew ji bo xwedê/yezdan ni. Pirên ataistan xwedî felsefe û ideoloji yi, ewana bi programin û xwedî armancin. Gelo ev hemû nabi bawerî? Ne rasti her ên oldar devê xwe ji bo ataistan veki, wan ”bêbawer” bi nav bikin. Merov dikani ji gelek tiþtan bawer biki. Ji sistemek adîl, ji pêþketina merovatiyê, ji aþîti yê, ji jiyanek xweþ…… . Çawa yekî oldar kani ji xwedakî bawer biki, wisa yekî ataist dikani ji merovatiyê bawer biki. Çawa yekî oldar dikani ji dinya wiyalî bawer biki û xwe bide karên dinya wiyalî, wisa yekî oldar jî, dikani ji bo jiyanek xweþ û hevbeþ tekoþînê bidi…..Ji bo merov dikanibi, di nava çarçova toleranstiyê û pir rengtiyê bijî, divê merov bi nav kirina hev jî ri, bi hurmet bi.
Metoda din ya ku kurdek dixwazi ramanên kurdekî din pûç û vala derxîni, metoda ”wek” (þibandinê) bi kartînin. Ê nasîyonalîst ji bo ramanên ên sosiyalîst çawt rê bidi, ramanên wî/wê diþibîni ramanên Doðu Perincek, Yalçin Küçük, Türk Solu, Stalin yan jî Pol Pot. Ê Sosiyalist ji bo ramanên nasiyonalîstê kurd çewd û pûç biki, nasiyonalîzma Hitler, Benito Musoloni, yan jî ya Turkêþ derdixi pêþ. Yê oldar ataistên kurd, diþibîne kemalistan, bê ku bi fikiri, gorî vê metoda þibandinê, divê ew jî biþibi Fethulla Guler, Humeynî, yan jî Osman Binladin. Dil daxwazi ku ramanên cuda ne bi þêwên basît ya þibandinan li himberî hev derkevin, bi argumentên xwe yên felsefî , ideolojik û politîk li himberî hev tekoþînê bidin. Mixabin hinek rûsipîyên kurd vê metoda þibandinê pir dixebitînin û va metoda jî, kurda nêzî hev naki, zêdetir, wan dûrî hev diki.
Ê ji baweriya xwe bi bawer bi, pêwistiya wî/wê ji hurmeta hinekî dinê tuneyi, ji bo ramanên xwe, pêwistiya wî/wê ji hurmeta parastina mafê ramanên wî/wê ri heyi. Ji ber ku ev maf dikani ji bo her kesî pêwisti bi, wek demokrasî çawa dikani ji bo her kesî pêwist bi!
08/04/07
Ez jî Mustafa Aydogan im!
Cemîl Çargurçik (26/01/07-Swêd) di bin sernivîsa “Yek li gel û yek li dij, kê xwariye nanê rij(î)?” di derheqa, slogana “Ez Hrant Dink im, ez ermenî mim!” nivîsek di malpera Lotikxanê de weþand. Wexta mirov wê nivîsandinê dixwîne, mirov nizane ew pêkenîn (mizah) e yan jî heqaretname ye. Ya herî xerab ev e, mirov di bin navê pêkenînê de li hinek welatparêzan heqaretan bike, gotinên nexweþ û tal bi kar bîne. Di dema îroj de ku nêzikbûna welatparêzan ji her demê bêtir pêwîst e, bêtir her aktuel e, metodên wanî ku welatparêzan bîne himberî hev ne metodên dostanîyê ne û ne jî di xîzmeta gelê kurd de ne.
Ez yek ji wan kesan im ku her pir birêz Musatafa Aydogan nas dikim ku pêwistiyê nabînim, tekoþîna wî ya di nava refên welatparêzan de û xîzmeta wî ya di warê ziman û literatura kurdî de, li vir binivîsînim. Ên hewesa wan di derheqa ziman û literatura kurdî de henin wê xîzmeta kek Mustafa baþ dizanin. Û yên bi salan di di nav refên welatparêzên Kurdîstana Bakur de nin, þahidên tekûzbûna welatpareztiya Mustafa nin. Ew ne xwenenas e û ne jî xwefroþ e. Ew pak û paqiji di nava refên welatparêziyê de û ew di ware zimanê kurdî de xwedîþîyan e (xwedîqabilîyet e). Gotinên “xwenenas” û “xwefroþ” ne layiqî Mustafa ye û tiþtekî wisa ji bo enternasyonalistên kurdan jî heqaret e. Ne pêwist e, ez li vê derê li ser enternasyanolistiya hinek kurdan û ‘xwenenasî’ û ‘xwefroþtinê’ rawestim. Ji ber ku ev babetekî dirêj û felsefî ye. Yên wanî erzan erzan enternasyonalistiyê û xwenenasiyê dixin qabekê, nikanin têkiliyên babetên wisa felsefî fam bikin...
Gelo yên ku piþtgiriya gelekî din dikin ‘xwenenas’ û ‘xwefiroþt’ û bi vî çavî li wan dinerin, dikanin ji gelên din, piþtgirtiyan ji bo gelê Kurdistanê daxwaz bikin? Gelo pêwistiya gelê kurd ji piþtgiriyan tune ye? Ma gava kurdek piþtgiriya gelên din bike, em bi çavekî xerab lê binerin û di eyî wextê de ji bo gelê kurd ji gelên din daxwaza piþtgiriyê bikin, ma wê çaxê ev nabe durûtî?
Bi rastî, ya her balkêþ nasyonalistên tirkan reaksiyonek pir tûj li himberî slogana “Ez Hrant Dink im, ez ermenî mim!” rê dan û hinek kurd(an)(!) jî ji bo piþtgiriya gelê ermenî û neheqîya li wan hatiye kirin û hîn jî tê kirin got “Ez jî Hrant Dink im, ez jî ermenî mim!” Çawa mirov cilên kurdî li xwe dike û here parlamentoyê, ji bo piþtgirtiya gelê kurd (li Swêdê, Serokê partiya Çep(V) ya berê) mirov nabe “xwenenas” û “xwefroþ”, wisa mirov bi “Ez Hrant Dink im, ez ermenî mim!” nabe “xwenenas” û “xwefroþ”. Gelo gava Fredrik Malmê dostê kurdan û serokê Ciwanên Lîberal li Swêdê got “Bijî Kurdistan” ma heþayî wî ew bû “xwenenas û xwefiroþ”? Ma gava Hrant Dinkê rehmetî di konferansekê de got “Ez kurdîya xwe dixwazim”, wê çaxê zimanê xwe yê ermenî înkar kir? Tew gava Hrant Dînkê ermenî dilê xwe li ser kurdan û deskeftên wan diêþand û ji birêz Mihemed Sanri re digot “Vêca hege hon kurdên Tirkiyeyê nekarin bo kurdên Iraqê tiþtekê jî bikin, qene zerarê nedin wan” (Bnr www.nefel.com) ma îxanet bi welatê xwe re kir? Ma kesî jê re got “Tu ne kurd î, tu çima ji bo me serê xwe diêþînî?”. Ma gelo kes lê fikirî bê çima navê keçeke wî “Delal” e. Bersiva van pirsan çi be, sedema slogana ji bo Hrant Dink hatiye avêtin jî ew e.
”Xwenenasî û xwefroþî” ne peyvên mîzahi ne ji bo welatparêzên kurd, ew heqaretên herî giran in. Yên naxwazin heqaretên wanî li wan bibin divê ew wî heqî di xwe de nebînin ku heqaretan li xelkê din bikin. Ya xerabtir, mirov ji bo welatparêzekî din tekûztir diyar bike, bi vê metodê mirov heqaretên herî xerab li welatparêzekî din dike. Metodên wisa xîzmetê ji nêzîkbûna welatparêzan re nake.
Gelo çima Cemîl Çargurçik li himberî navê “Demokratên Þoreþger” derdikeve? Gelo ew li himberî þoreþgeriyê derdikeve yan li himberî demokrasiyê yan jî li himberi herduyan e(?) ÊÊÊ, gava mirov naveroka têgehan (mefûman) nizanibe, mirov ê wisa hertiþtî bike þorbe!
Ez bi îftîxar dibêjim “Ez enternasyonalîst im”, “Ez jî Hrant Dink im, ez jî ermenî mim”,û “Ez Mustafa mim”. Bala xwe bidin reaksiyonên tirkên herî nasyonalîst û tirkên herî dijminên kurdan bê ji bo slogana “Ez jî Hrant Dink im, ez jî ermenî mim” çi dibêjin û dû re yên xwe û wan bidin ber hev bê çiqas diþibin hev û çiqas ji hev cuda nin. Ê min, ez bi îftîxar dibêjim, bila li tu derê û bi tu þêweyî dawa min li dawa nasyonalîstên tirkan (MHP, Turk Solu, Dogu Perinçek, CHP û hwd) nekeve; bila reaksiyona min û ya nasyonalistên tirkan ne wek hev be, bila em % 100 yan jî 180 C º li himberî hev bin. Ez kurd im, bi kurdbûna xwe serbilind im û bi ser de jî ez kurdekî Demokratên Þoreþger im.
Stratejiya Xalê Heso
Berî sê rojan, xwendevanekî kurd yê li universita Ege li Ýzmir ê li Tirkiyê dixwîni, bi rêgeya MSN, ji min pirsî, gelo stratejiya kurdê baþûr heyi li himberî rapora Baker-Hamilton. Teva baweriya min ya ji serokên kurdên baþûr pirr xurti jî, min nikanî bigota stratejiya wan heyi, lê min gorî bîrûbaweriyên xwe, ji xwendekarê kurd ri, îzah kir ku divê stratejiya kurdan li himberî gelek guherandina çibi û qasî zimanê min geriya û mejiyê min kar kir min jê ri got.
Derengê þevê, min xwe liser nivîna xwe dirêj kir û ketim nava ramanan, birastî stratejiya kurdên baþûr, li himberî siyaseta amerika ya ku rojkê muhtemel bê guherandin heyi ya na? Birastî nizanim, çi stratejiyên wan heni. Gelo hûn dizanin? Lê dîsa jî stratejiya gundiyekî kurd hat bîra min, ku dikani bive alîkar ji bo stratêjiyên kurdan yên navnetewî. Ez ê ji wî gundî ri bêjim Xalê Heso.
Xalê Heso gundiyekî jêhatî, bi aqil û mejî bû. Demsalekê bîstanekî li ba rêyekê datîni û bîstanê wî geþ û xweþ dibi. Havîna berîka Mêrdîn tê, cebeþên pirr mezin, sor û mîna hingiv þêrin di nava leman di mexel tên. Merov dibê hema di wê germiya berîka Mêrdîn di, di dema nîro de, merov wan cebeþena ji lema jêki û kêrek tuj di nêvî di cit biki.
Gelek rêwî, di rêya xwe di derbasdibin û bê destûra Xalê Heso destan dirêjî cebeþên Xalê Heso dikin, ev jî nayê hesabê X. Heso. Ew, ji xwe ri di nava bîstanê xwe di kozikekê çêdiki û dem, dem di kozika xwe di rûdini û çavên wî li bîstanê zîz dibin……
Rojekê di wê gerimiya berîka Mêrdîn di, di dema roj her pirr mejiyê merova dikelîni û xwêdanê ji canê merova diherikîni; sê rêwî derbas dibin. Yek ji wan muslimani, yek fileyi û yek jî cihû yi. Qirika wan sê rêwiyan zûha bûyi û dilê wan deheri cebeþan, dema çavên wan li cebeþên Xalê Heso dikevi, çavên wan diuzuri, ol û îmana xwe ji bîr dikin. Berê xwe didin nava bîstanê X. Heso û çend cebeþên hilbijartî yên sor û hingivî ji lemên wan jêdikin û li kêleka rê rûdinin ku wan di qirika zûha ri derbasî midên xwe bikin.
Ez serê we neêþinim, çavê X. Heso li wan dikevi, meji ji serê wî deheri û radihêli darê xwe û berê xwe didi wan sê rêwîyan. Dema X. Heso nêzî wan dibi, ew dibîni ku wan sê rêwîna bi hindikayî qasî wî xurtin û ew nikani bi hersiya ri þer biki. Wê demê Xalê Heso stratejiya xwe di serê xwe di çêdiki û bi hirs nêzî wan dibi û berê xwe didi yê cihû.
Dibêji: ”Ya cihû, ev muslimanê birê mini, malê me li hev helali, biraqe ew bê destûra min cebeþên min bixwi!” Û dizîviri ser yê file: ”Ev jî fileyi, birê me muslimana tê hesêb, malên me li hev jî helali! Lê li te?!” Û êrîþî ser ê cihû diki. Yê musliman û yê file pevri dibêjin: ”Erê wele xwediyê bîstan rast dibêji! Û ji bo xwe li ber çavên X. Heso pak û paqij derxînin bi Heso ri, êrîþ dikin ser ê cihû û têra wî lotikan li wî dixin; hinekî jî, ji hestên xwe yên veþartî yên olî û ji bo îmana xwe taze bikin, ew ji Xalê Heso bêtir lotika li yê cihû dixin.. Ê cihû mat dikin.
Dawiyê X. Heso berê xwe didi yê file û dibêji: ”Ey file! Evaya birayê minî muslimani, malê min lê helali, lê tu kuro?” Xalê Heso êrîþî ser ê file diki. Yê musliman dibêji: ”Welle rasti, em muslimanin malê me li hev helali, lê tu gawiri!” Dîsa ji bo îmana xwe taze biki û di çavên Xalê Heso di, xwe pak û paqij rê bidi, ji X. Heso bêtir ew lotika li yê file dixi û wî jî mat diki.
Îja Xalê Heso berê xwe didi yê musliman û dibêji: ”Tu xwe musliman dibîni û tu bi yê cihû û file ri, malê muslimana didizi! Ma ev jî muslimantî yi, dizê pîs?!” Xalê Heso êrîþî ser yê Musliman jî diki, wisa bi lotýka wî li erdê rast diki, pehînekê li paþ wî dixi û dibêji: ”Tu jî heri muslimanê heram!”
Xalê Heso bi stratejiya xwe her sê zilamana bi lotikan li erdê rast diki! Gelo ma nabi, rêberê me kurdan vê stratejiya Xalê Heso ji xwe ri bikin mînak? De ka bira rêberên me jî’ vê stratejiya Xalê Heso bixwînin û tozekî ji xwe ri li ser wê rawestin!!!!! Stratejiyak ne xerabi, ma ne wisa yi?
Hilbijartina navên zarokan mafê dê û bava yi
Birastî ne Gulben Ergen û ne jî tu hunermendên tirkan yên dengbêj bala min dikþîne. Qasî dizanim ew xanim, bi xortekî kok kurd re, ku navê wî Mustafa Erdoðan e, zewiciye, ew xort jî birê hunermendê bi nav û deng Yýlmaz Erdoðan e ku ji eslê xwe ji Colemergê tê. Gorî nûçeyên massmediya kurd û tirkan, wê zarokekî Ergen-Erdoðan (EE) bê vê dinya ya bê edalet, bi êþ, bi kul û bi derd. Xwedê giravî wê navê wî bikin Jan.
Ev nûça bebeta massmediya megazînê ye, ku ew jî ji bo min biyanî ye. Lê ya bala min kiþand û ez mecbur kirim ku çend gotina li ser vê babetê binivîsînim, ew jî þovenizma tirkan û çewtîtiya nûça Lotikxanê bû, ya di derheqa navê zarokê EE, ji hêla Roja Aydin hatiye nivîsandin.
Lotikxanê di ev nûçe, di bin sernivîsa Nav mabûn ew jî dizîn hat weþandin: Ne hewceye em dîsa behsa Tirkan û dizîya wan bikin. Zimanê me dizîn, welatê me dizîn, stranên me dizîn, xwarin û vexwarinên me dizîn, navên me mabûn wa destavêtin dizîya navên Kurdî jî û dîsa lotikek li me xistin.
Bê gûman dewleta tirkan bi diziya xwe bi nav û denge. Swarên hespa, talangirên þaristaniyênin. Ew ne hew dizên tiþtên maddî ne, ew dizên, çand û hunerê jî nin. Her pirr gelê kurd vê yekê dizane. Lê diziya navên zaroka nabi, ku koka navan înkar nekin. Sedemê wê jî ev e: Di peymana Navnetewî ya Yekitiya Netewan, ya di derheqa zarokan de di xala 7a, benda 1ê de bi kurtayi wisa hatiye nivîsandin. Zarokên piþtî hatina wan ya dinyayê, wê hemen bê qeydkirin û mafê wanî nav heye...û ew xal berdewam dike.
Peymana Navnetewî ya Mafên Zarokan, peymanek wisa ye ku ya her pirr imkana dide zarokên kurd ku cîh li dewletên dagirkirên Kurdýstan ê teng diki û wan welatana di raya giþtî ya navnetewî, rûreþ reþ diki, ji ber ku bêtirr wan welatana vê peymanê îhlal dikin. Ji ber zarokên kurdan, deshilatiya tirkan nedixwest vê peymanê imze bike, lê qasî ez dizanim, di van salên dawiyê de ew peyman qabûl kirin û wek her paymanên wan qabûl kiriye, vê peymanê jî binpê dikin. Desthilatiya tirkan navên zarokên kurdan qetexe diki û navên wanî kurdî dugûherîni, ev jî îhlalkirina peymana navnetewî ye û divê her dê û bavên ku desthilatiya tirkan navên zarokên wan qetexe kiriyi yan jî navên zarokên wan nanivîsîni, ew dikanin, dewletê bidin dadgehên navnetewî, ji ber ku dewlet peymanên navnetewî bi cîh nînin.
Em werin ser babeta xwe, Mafê dê û bava ye ku kîjan navî li zarokên xwe bikin. Yekî kurd dikane navekî biyanî jî li zarokê xwe bike ku pirrên wan jî navên biyanî li zarokên xwe dikin, Ali, Osman, Hasan, Mustafa, Selim, Yýlmaz, Yýldýz, Selma û gelekî wek wan, gelo ev dibi dizî? Na! Wisa, yên tirk jî dikanin navên kurdî li zarokên xwe bikin, gelo ev ê çima bive dizî, ku koka nav nê înkar kirin? Qasî min xwend koka navê Jan înkar nekirinin. Bi rastî divê em kêfxweþ bivin, ku kesên ji netevên dinê navên kurdî li zarokên xwe bikin, heta ew tirk, erep û ecem bin, ji ber ku ev xweþbûna navên kurdî nin. Her dê û bav gorî bîr û baweriyên xwe dixwazin navên xweþ li zarokên xwe bikin, ev jî gorî peymana navnetewî ya ku di berjewendiya gelê kurde yi.
Ji hêla dinê, nijanperest û þowenistên tirkan di massmediya xwe de û di e-mailên xwe yê þandinen wan weþana gotinên pirr kirej, kirêt, xerab û nexweþ, ji bo EE û gelê kurd nivîsandinin. Wek mîsal di rojanama Hurriyetê, rojnama elektionik Ýnternethaber ûhw, gelek namên xwendinvanan di derheqa navê zarokê EE hat weþandin. Pirr ên wan namenana gotinên pirr xerab û kirêt hebû. Ez ê ji wan du nama bistînim yek ji wan diyare þoweniste yek jî muslumane. Yê nîjaperest wisa dinivîsýne: Baþ e ku navê kurdî lê kirine, navên tirkî tenê bo egîda ne. Û yê oldar, Jan ne navek kurdî ye. Mebesta wan ne navê kurdî ye. Jan navê gawura ye.
Bi rastî pirrê caran ku dema demokrat, musluman, liberal, pêþverû heta nijaperestên tirkan derdikevin himberî kanerên TV nan, îdea dikin, kurd û tirk biranin, divê li hev bikin, hurmetê rêhev bide û her wisa gotinên hinekî erênî dixebitînin, ji bo xapandina kurdan, lê dema navên wan dizî be, zimanên xwe yê her qirêj, gemarî û bê sewiye, dirêjî kurd û gelê kurd dikin. Wana ne hew nijaperestin, pirr jî derewvan, durû û fenekin. Mixabin kînga siyasetmedarên tirk, du peyvên erênî ji bo kurda bixebitînin, pirr ên kurda, bê ku li ser wan gotinên erênî mujîl bivin û niyeta wan ya li paþ wan gotinên dixebitîne mêze bikin, pevre ji wan re li çepika dixin.
Em kurd ji Anatoliya yê re nebêjin anadolu, lê bira navên hezaran zarokan wan Jan, Hêlîn, Brûsk Histêrk, Roder û Roj be, ma xerabe? Ku xerab be, çima nijanperestên wan wisa aciz û tûre dibin?
Qaþo (sözde)
Ka îro têkevin internetê û çend meqalên ku nivîskarên dewleta tirkan nivîsandinin, bixwînin! Bê hûn ê çend mealên bi qaþo (sözde) bibînin? Sözde komkujiya ermeniyan, sözde komkujiya suryaniyan, sözde demokrasî, sözde ala kurdan, sözde federasiyona Kurdistan, sözde parlementa Kurdistan, sözde Kurdistan, sözde kurd, sözde hemwelati, sözde zimanê kurdî, sözde serokê Kurdistan Mesud Berzanî, sözde Serok Komarê Ýraqa federel Celal Telebanî, sözde…., sözde….sözde sözde…û her sözde.....!!!!!
Ku merov vê sözde (qaþo) ji meqalên wan û ji programên wan ên televiziyonan derxîne, tu tiþtek ne di zimanê wanî propaganda û ne jî di naveroka nerîna wan namînin. Merov matmayî dibe û dibêji: Ev çiqas qaþo (sözde) di vî zimanî de heye ya rebbî?!!
Birastî min jî ji vê sözde hez kir, hem jî pir min jê hez kir! Êdî meqale û nivîsandinên bê ku sözde têde tunebe, tu zewqê jê nastînim. Min ji xwe pirsî gelo merov berovacî bike bê wê çawa be û wê çi derkevi holê? Ku merov ji bo politîka û îdeolojiya tirkan a resmî, qaþo bi kar bîne bê wê çawa be? Kurd di lîteratura xwe de kêm bêja qaþo bi kar tînin; ev ne xerabe, ji ber ku pirên wan di nerînên xwe de ciddînin û nerînên wan ê resmî pir di mejiyê wan de cîh negirtiye. ( Hûn ji bîrnekin îstîsna jî heye) Ev baþe, ji ber ku kêfa min qet ji îdeolojiyên resmî re nayê, îdeolojiyên resmî û þêwên wan ol, mejiyan dixin nava çar dîwaran. Merovan dike tûtî (papexan).
Lê dîsa jî ka hinekî vê bêja ”qaþo” wek mînak hinekî bi kar bînim, ka bê wê çi derkeve holê: Tirk îdîa dikin ku dîroka wan bi þan û þerefe. Birastî nizanim îþgal û talan, çawa dibe bi ”þan û þeref” (!), lê vê yekê dizanim, qaþo dîroka wan qûsana bi “þan û þerefe” (!) hin dîroka wanî piþtî damezirandina komara wan’ ne zelale û ji derveyî dîroka resmî, nivîsandina dîroka rastî qedexeye, hûn dev ji qedexebûnê berdin, berî mehek berê wênakî du (2) leþkerên bi kinc û solên qetyayî, weþandin û gotin: ”binerin!” Bê wan çawa di dema þerê cihanê yê yekem de li himberî dijminên xwe þerkirinin. Ana jî ew dikanin bi van îmkanên xwe yên baþtir, li himberî avrupî û amerikiyan þer bikin. Berî du rojan derket holê ku ew vêne ne wênê leþkerên wan bûn, wênê du parsekan bûn.Qaþo ew jî xwedî dîrokin, hîn parsek û leþkerên xwe nikanin ji hev cuda bikin.
Tirk xwedî îdîanin ku li welatên wan demokrasiya di sewiya welatên Avrupaya deyi. Qaþo ew jî dibên ew demokratin, demokrasiya îþkencê û ya leþkeran. Ku serokleþkerên wan dikani emir bide serokvezîrê wanî ku hatiye hilbijartin.
Tirk dibên ku kurdî ne zimane. Kurdî hew çend bêjenin û bêjên dinê yên dixebitînin ew jî bêjên tirkî, erebî û farisî nin. Ez nabêjim, birastî ew zimanê xwe tarîf dikin! Lê dikanim vê yekê bêjim navê parlementa wan Turkiye Buyuk Millet Meclisi`ye “Turkiye” navê ”buyuk” bi zimanê wane lê herdû bêjên dinê bi erebî ye ango %70 navê parlementa wan bi erebî ye, qaþo ew jî dibêjin zimanê wan pirr dewlemende.
Demokratên wan li sînga xwe dixin û dibêjin ew demokratin, lê gava serleþker dibêji “binerin!”, ji tirsan dikevin dorê û dibêjin: “ emrê we li ser seran û li ser çavan!” Qaþo ew jî dibên ew demokratin.
Hinek çepê wan bi Che Guvara, Deniz Gezmiþ’ xwe serbilind dibînin û ewana ji Ýnternasýonalizmê danayên, lê di nerînên xwe de, ji Hitlerê alman þowenîsttir û nîjastperesttirin. Wek mîna Turksolu û Doðu Perinçek û partiya wî Ýþçi Partisi. Qaþo ew jî dibên ew çepin û internasiyonalistin.
Grubên wanî îslamî pir in. Lê yek ji wan gruba gruba nûrciyê tirka ye, serokê wan li welatekî musluman, cihê axa pîroz bi cîh nebûye, çûye Emerika ku wêderê welatê kafiran dibînin bi cîh bûye. Qaþo ew jî dibêjin ew muslumanên tekuz in.
Her du bêjên kemalistên wan yek jê laîsîstiye (laiklik). Xwedêgiravî ku karê dewletê û olê ji hev cuda ye, lê butça karên olê ji butça sê-çar wezaretên wan zêdetire. Ol di xîzmeta dewletê deye, ji bo vê yekê dewlet qusana pere ji bo karê olê mesref dike. Qaþo ew jî dibên ew laîsîstin.
Tirk dibê ew ne nîjadperestin lê di sirûda wan de, ew ”nîjadê qahreman” in û di sirûda wan a ciwanan de, “xwîna” wanî “paqij” di damarên wande heye. Qaþo ew jî dibên xwîna wan paqije! Lê heme heme nêviyê nifûsa wan, ji nîjadên dinênin, ereb, arnawudî, çeçan, sirb, bulgar, laz gurcî hwd.
Dibêjin: ”kurd bi eslên xwe tirkin” lê nikanin hevokek kurdî
fambikin. Ev çawa tirkin? Derewên wîsa bi terî jî! Lê qaþo di sirûda zarokên xwe
de yê di her serê siba di dibistanan de, bi xwendinkirin didin, qaþo ew tirkin
rastgonin!
Ka îja dora we xwendevana ye ku hûn jî, hinek “qaþo” li ser derew û îdeolojiya
wan zêde bikin!
Fermo!
Roja Reþ û Tarî
Bi teqînê re, cam hatin xwarê, mîna zîpika buharê. Her der cam, perçe-perçe, dîndik-dîndik, gava roja havîna Amedê li wan da bû, mîna lampên bajarên mezin. Refek çûk ji tirsê ber bi esmên ve firiyan . Tirsê û xofê dîsa Amed pêça. Bêdengî, bêdengî da ser sûrên Amedê. Lê kîn û nefreta Amediyan bû çem û lehî! Wisa mêze nekin ew bêdengiya nîþana volkana dilê Amediya ye...
Li vira û li wira dest û nig ji gewdên taze qetiyan. Çep û rast serî, dest û tilî li herderê bela bûn, bûn mina morîkên merov li zinar xin. Bîhna xwînê, bahrûd û xwêdan bi goþtên biraþtî re tev li hev bû. Dilan zûtir li qefesa sînga xist û çavên mêze dikirin, vebûn, bûn mîna tasan, dest û ling kilbûn bûn mîna pelên dara çilo.
Amediyan wê Dîlan bikirana, Þîlanê reng bida, ji bo wan wê biva Mizgîn. Roja wan wê ji Rojhilat bilind biva. Lê ev nayê hesabê Roman. Ew nevîyên yeniçeryane, “kurên qenc in”, ji roja Rojhilatê tirsiyan, xof ket dilên wan, ji Mizgîna, Þilan, Dîlan û Rojhilat.
Ew roj roja pîrozkirina 26. salvegeriya, reþkirina roja Rojhilat e. Divê bi teqînekê re 10 kesan bikin 1000 perçe. Soz dabûn, divê yekî wan, bi 10 Kurdan ba. Wan ew 10 kes nasnedikirin, nedîbûn û bi wan re neaxivî bûn, lê ji ber ku ew Kurd bûn divê, bivana qurban. Divê wan berxên virnî bidana ber bomban. Ev bû sûnda wan.
Ew ”kurê qenc”, neviyê yenîçeriyan li wira di bin siya darekê de rûniþtibû û rûyê xwe yê tarî veþartibû. Piþtî teqînê, li laþ û gewdên bela bûbûn, mêze kir û di bin simêla re kenya, çavên wî ji xwîna zarokan têr bû, dilê wî rehat bû û ji kêfxweþiyê mîna teyrekî firiya....
“Lawkê qenc” bi muzika sirûda xwe ya netewî re fîkand û berê xwe da kolana ku wê law û keça xwe ya 8 û 10 salî bidîtana. Soz dabû wan, piþtî teqandinê wê berfeþîr (dondûrma) ji wan re bistenda, þekirên qulikî û du nepox, yek sor û yek jî sipî. Li ser wan hîv û stêrk divê hebana.
Wî, kûrê yeniçerî, karê xwe kiribû. Ew ”kurekî qenc i”, ew bi hêviye ku wê madaliya diyariyê ji destên mezinên xwe wergire. Ew ”lawikê qenc”, zarokên xwe, li cihê lihevkiribû dît, silavek germ li wan kir û bi dil û can ew himêz kirin. Bela ew bavekî baþe û sermiyanê malê ye. Bi vê keda xwe, van zarokana û vê malê xwedî diki....
Zarokên ”kurê baþ” berfeþîra xwe bi xweþî alast û dev û lêvên wan ji berfeþîrê sor bûn, ango ji xwîna Mizgîn, Dîlan û Þîlan. Zarokên wî ji kêfa qîryan: “Baba! Em bûnin mîna wampîran.” Bavên wan ji wan re got: “Zû berfeþîra xwe bixwin, bila sar nebi, ew ê bive mina kelpîçan!.”
Ev zarokana, wê wisa mezin bivin û ji bavê xwe jêhatîtir bibin; yê bavê wan, yek bi deha ne, yên wan wê yek bi sedan be. Nokê divê bê li kokê!......
Amed bê deng û bê his e. Çav tije hêsir û dil tije keder e. Serê wan di ber wan de û ketinin ramanan. Ev çi roje?! Rojek wisa reþ û tarî! Ya ronahî! Ma ka ronahî? Wisa elektironên mejîyê wan livyan.
Hinek kesan gotin: “Divê em ji vê rojê jî fêde bikin!” û qîryan: “bijî serok!” Serok doh gotibû Mustafa Kemal yekî jêhati û biaqil e. Ma gelo ev kûrê qenc, neviyê yeniçeryan, ne berhemê wî kesê jêhatî û biaqil e? Wana, pirsin wisa ji xwe napirsin, ji ber ku tiþtên serok bêje tiþtên pîrozin, þupha ji tiþtên pîroz gûnehkariye ji bo mirîdan!
Amed wê bêdeng û bê his bimeþin! Ji bo, bi Mizgîna sibê re, ku karibin Dîlanê bikin bi vekirina Þîlanê re, di dema roj derkevi, ji Rojhilat! Milyonên bêdeng wê ji niþfkare li ser zarokên wanpîran, kûrê yeniçeryan, generalên cûnta û xwarziyên wan re, biqîrin: ”Barkin herin, tovên we, li axa me, hêþîn nabin!”