Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Kurdan hê dev ji nîþan û sembolên qewmê Arî bernedaye

 

Arkeologê Lotikxanê-23/11/07-Kurdistan- Kurd ji qewmê Arî û ji malbata milletên Aryan in. Gellek ji nîþanên vî qewmê kevnare heta bi îro jî hatine û di nava Kurdan de tên jîyandin. Yek ji wan nîþan û sembolan jî nîþana qencî û pêþketinê “Swastîka” ye. 

Swastîka tê maneya “Xaça Deqandî” û di nav gelên Arî de wek nîþan û sembola qencî û pêþketinê dihat bikaranîn û paraztin. Lê mixabin pismamê me ê Alman Adolf Hîtler ev nîþan bi xerabî bi kar anî û kir nîþana “xerabî û zilimdarîyê”.

Adolf Hîtlerê ku dixwest Aryan bibin hakimê dinyayê, ev nîþan û sembol ji kevneþopîyên Zerdeþtîyê wergirt, bi niyetek xerab bi kar anî û bi taybet li dijî qirkirina Cihûyan (Yahûdî) kir wek sembolek reþ, sembola xerabî û dijminatîya insên. Gellek arkeolog û dîroknas vê sembolê dikin malê Cihûyan û dibêjin ku di kevnedîrokê de Cihûyan jî ev sembol wek nîþana qencî û pêþketinê bi kar tanîn. Lê tê zanîn ku di dema Zerdeþt Pêxember de jî ev sembol sembolek ji ê Zerdeþtîyan bû û her bi heman maneyê dihat bikaranîn.

Werhasil, bi çi sedemê dibe bila bibe, kîjan qewmî bi kar anîbe bila anîbe, ev sembola xaçê her bi armanca qencî û pêþketinê hatiye bikaranîn. Lê mixabin pismamê me Adolf Hîtlerê teradînî têde rît, mane û naveroka vê sembola pîroz herimand û di bin sîya vê sembolê de bi milyonan Cihû kujtin.

De kerem bikin li deq û nîþanên li ser destê vê jina Kurd (Fadîme Kadem-80 salî ji bajarê Meletê – wêne Gundem) binerin û hinekî lê bifikirin.