Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

 Senar Þahîn

senarsahin@hotmail.com

 

KATEGORIYÊN NIVÎSKARIYÊ

 

- 2 -

 

Ji qalkirina kategoriyên nivîskaran mexseda min ne taswîra wan ya li gorê çînayetiyê ye. Yanî ez wan li gorê lîteratura çepîtiyê, Marksîzmê tasnîf nakim û nabêjim kîjan nivîskar burjuvaziya biçûk e, kîjan proleter e û filan û bêvan. Ji kategoriya wan mexseda min kîjan nivîskar helbestvan e, kîjan çîroknivîs e, kîjan romannivîs e, kîjan lêkolînvan e.

 

Zeynelabîdîn Zinar bi navê ”Hemdîn û Þemdîn” pirtûkek nivîsiye û gotiye ev roman e. Ew bi vê pirtûkê nabe romannivîser. (Ji xwe ew pirtûk jî ne roman e) Wî pirtûkeka helbestan jî nivîsiye. Bi min ew helbestvan –þaîr- jî nîn e.  Wisan e, kategoriya nivîskariya wî çiye? Wî digel pirtûkek helbestan û romaneke, 49 pirtûkên berhevkirinê amade kiriye. Lewre jî ew kedkarekî berhevkirina çîrokên gelêrî û folklorî ye, amadekar û lêkolînvan e.

 

Malmisanij lêkolînvan e. Wî helbest jî nivîsiye, lêbelê þaîr nîn e, lêkolînvanekî pispor e. Rohat Alakom û Hasan Yildiz herweha lêkolînvan in. Ev kategoriya lêkolînvanan kategoriya dîrokzanan e jî. Yanî ev nivîskarên lêkolînvan di heman demê de dîrokzan in û pirtûkên wan yên li ser dîrokê hene.

 

Omer Dilsoz herçiqas roman nivîsîbe jî ew romannivîser nîn e, helbestvan –þaîr- e. Çîya Mazî hem berhevkar e û hem çîroknivîser e. Lokman Polat hem romannivîser e û hem çîroknivîser e. Heçiqas ew carna ji bo danasîna pirtûkan nivîs dinivîse jî, ne rexnegirekî edebiyatê ye.

 

Çend nivîskarên nû, herwekî Enwer Karahan û Dîlawer Zeraq bi çîroknivîsîna

xwe, xwe di nav edebiyata kurdî de dane qebûlkirin. Li welêt çend nivîskarên çîroknivîs yên nû çend pirtûkên çîrokan yên baþ nivîsîn. Mirov kare Yaqob Yîlermî û Sedat Yurtaþ jî di nav kategoriya nivîskarên çîroknivîs de bihesibîne. Îbrahîm Seydo Aydogan herçiqas pirtûkek çîrokan (ku çîrokên wî ne çîrok in) weþandiye jî, ew di kategoriya romannivîseran de ye.

 

Di nav edebiyata kurdî ya mîzahî de nivîskarên ku di kategoriya mîzahî de ne hindik in. Berhemên wan jî herkê ji yek, du pirtûkan nabure. Di mîzaha kurdî de yê ku navê wî bi nivîsên mîzahî û pirtûkên mîzahî hatiye nasîn di serî de Mahmûd Lewendî ye. Dr. Ciwan Batu, Laleþ Qaso, Cemalî, Murat Batgî û Zinarê Xamo jî her yekê yek pirtûkek mîzahî weþandine.

 

Di nav kategoriya nivîskarên kurd de kategoriyeke din ya nivîskaran heye. Ew jî kategoriya nivîskarên teorîsyen yên siyasî ne. Ev nivîskarên siyasî bi tirkî û carna jî bi kurdî nivîsên teorîk, îdeolojîk yên siyasî dinivîsin. Di nav vê kategoriyê de nivîskarên navdar Kemal Burkay, Îhsan Aksoy, Selîm Murad, Sidik Bozarslan, Sînan Çîftyurek, Osman Aytar, Saîd Aydogmuþ, Yilmaz Çamlîbel, M. Emîn Aslan û hwd, in.

 

Di kategoriya nivîskarên zimanzan yan jî zimannas de çend nivîskar hene ku xwe pisporê zimên dihesibînin. Pirtûkên wan yê derbarê ziman de hatine weþandin. Ew jî ev in : Zana Farqînî, Murad Ciwan, Samî Berbang, Reþo Zîlan, M. Emîn Bozarslan, Baran (Kemal Burkay) , Baran Rizgar, D. Îzolî, A. Varlî, F. Husein Sagnic û hwd.

 

 

 

KATEGORIYÊN NIVÎSKARIYÊ

 

- 1 -

 

Herçiqas hinek nivîskar di gelek waran de nivîs binivîsin û berhemên edebî yên pircure biafrînin jî, navê hinek nivîskaran bi yek cureyeke berhemên wan

ve hatiye nasîn. Wek mînak Dostoyevskî û Tolstoy çîrok jî nivîsîne, lê herdu jî weke romannivîser têne nasîn. Yaþar Kemal digel romanan çîrok û þano jî

nivîsiye, lê ew weke romannivîser tê nasîn.

 

Di nav nivîskarên kurd de navên Malmisanij, Rohat Alakom û Hasan Yildiz bi lêkolînerî, lêkolînvaniyê hatiye nasîn. Dema mirov navê Hesenê Metê bibîhîse

kurteçîrok dikevin bîra mirov. Navê Mehmet Uzun bi romannivîseriyê tê ravekirin û weke sembola romannivîseriya kurdî tê pêþkêþkirin.

 Hinek nivîskar herçiqas hem helbest, hem çîrok û hem roman binivîsin jî, ew bi yekê têne quncandin. Firat Cewerî gelek kurteçîrok nivîsî, wî hinek

helbest nivîsî û vê paþê romanek jî nivîsî û weþand. Heger kategoriya nivîskariya wî bê destnîþankirin, bi min ew ne helbestvan e û ne

romannivîser e, lêbelê çîroknivîs e.

 

Li gor bîrûraya min, nivîskarekî di kîjan hêlê de bi ser bikeve, divê kategoriya nivîskariya wî / wê di wê hêlê de bê diyarkirin. Weke mînak

Mustafa Aydogan romanek nivîsî û sekinî. Wî berdewamiya romannivîseriya xwe nedomand, lêbelê wî pirtûkeke ceribandinê – deneme- nivîsî û di weþanên

kurdî de nivîsên xwe yên ceribandinê domand. Lewre jî mirov dikare bibêje Mustafa Aydogan nivîskarê ceribandinê –deneme yazarî – ye.

 

Laleþ Qaso pêþî helbest nivîsî, paþî li ser zindana Amedê –Diyarbekirê- pirtûk nivîsî, lê wî rengê xwe, kategoriya nivîskariya xwe di romannivîseriyê de dît. Navê wî bi romannivîseriyê re bû îdentîk, anku bû wekhev. Loma jî êdî ew ne wekî helbestvan, wekî romannivîser tê nasîn. Laleþ

Qaso xwe weke helbestvan –þaîr- bihesibîne jî kes wî weha qebîl nake û bi çavên romannivîseriyê lê dinêre.

 

Di nav nivîskarên kurd de bi hemû þêwe û kategoriyê nivîskar hene, lê di kategoriya rexnegiriya edebî de nivîskar tunin. Ramazan Alan xwest di vê

kategoriyê de cih bigre, lê bi ser neket. Kategoriya rexnegiriyê zor û zahmete, loma jî kes newêre zû bi zû têkil bibre û xwe bixe vê kategoriyê.

Ev kategorîya nivîskariya rexnegiriyê vala ye û divê ev valahî ji alî hinekan ve bê tijekirin.

 

Hinek nivîskar jî hene, du hêlî ne. Ferz bikî ew ewil helbestvan in û paþî çîrokvan in. Yan jî pêþî helbestvan in û paþî þanonivîser in, pêþî

çîroknivîser in û paþî romannivîser in. Di nav edebiyata cîhanê de nivîskarên weha gelek in. Yanî ew bi herdu hêlên xwe ve, bi herdu aliyên xwe ve hatine nasîn û ev herdu hêlên wan ji alî xwendevanan ve hatiye ecibandin.

 

Kemal Burkay hem siyasetmedar –teorîsyen – û hem helbestvan –þaîr- e. Ew bi van herdu hêlên xwe ve hatiye nasîn. Nacî Kutlay roman jî nivîsiye û gelek

pirtûkên lêkolînî yên li ser kurdan jî nivîsiye. Ew newek romannivîser, weke lêkolînvanekî –û protîpekî siyasetvaniyê- tê nasîn. Helîm Yusif hem

kurteçîrok dinivîse û hem jî roman dinivîse. Ew di herdu hêlan de jî biserketiye û divê herdu hlên xwe yên edebî bidomîne, yanî hem kurteçîrok û

hem jî roman binivîse.

 

 Mêranîya Jinan û Jinitîya Mêran

A. Ocalan hem þoreþa ekolojîk diparêze û dixwaze civaka ekolojîk pêk bîne,

hem jî þoreþa cinsî diparêze û dixwaze mêran bikuje. Ji xwe navê pirtûkeke

wî jî ”Erkegi Oldurmek – Kuþtina mêrî ye- ” Pirtûk tirkî ye. Yanî ew dixwaze

mêran bike jin û jinan bike mêr. Berê li Kurdistanê mêran jin berdidan. Mêran

telaq davêtin û jin berdidan. Lê niha dinya berevajî bûye û jin mêran berdidin. Ji xwe di nav rêxistina wî de zewac hatibû qedexe kirin, keç û jin nikarîbûn bizewiciyana. Û heta îro jî bi dilê xwe nikarin bizewicin.

 

Dibêjin di nav kurdan de yê ku herî pir li ser jinan nivîsiye, pir bi keç û jinan mijûl bûye û ew anîne rayê A. Ocalan e. Wî li ser hin keç û jinan wisa tesîr kiriye ku ew keç û jin eynî weke ku bi zikrê bikevin pêve hatine girêdan. Heger xwendevanek ji vê rewþê hayidar nîn e û bawer nake bila pirtûkên wî û pirtûka Necdet Buldan ya bi navê ”PKK de Kadin Olmak – Di PKK-ê de Jinbûn” ê bixwîne. Di pirtûka Þemdîn Sakik ya bi navê ”Apo” de jî mesela Apo û

helwesta wî a di derbarê keç û jinan de heye.

 

Dibêjin di nav kurdan de Laleþ Qaso çiqas li hemberî jinên serdest e, A. Ocalan jî

ewqas li gel jinan e. Ew wisan piþtgir û parastvanê jinan e ku ji bo jinan

partîya jinan jî damezrandiye. Lê Laleþ Qaso kir û nekir ku karibe komeleyekê ji bo mafê mêrên bindest damezrîne, nikarîbû. Damezrandina komelê têk çû, lê Laleþ Qaso jî dev ji têkoþîna li dijî jinên serdest berneda. Ew niha bi pirtûkan rewþa mêrên belengaz û zordariya jinên desthilatdar tînê zimên.

 

Belê, gelek mêrên Kurd di mesela jinan de têk çûn û A. Ocalan dîsa bi ser ket. Wî piþtî teslîmbûna xwe bi çendeyekî rêxistina Partiya Jinên Kurdistanê belav kir û di þûna wê de rêxistina  “Partiya Jinên Azad”, dû re jî ew belav kir û di þûna wê de jî vê carê ”Koma Jinên Bilind” ava kir. Êdî karê nivîskarên Kurd tune bila lê bixebitin ku jinên bilind daxînin xwarê. Wele gelekî zehmet e, ew nikarin ”jinên bilind” nizim bikin. Nivîskar Laleþ Qaso li hemberî ”Partiya Jinên Azad” têkoþîya, nav li wan kir û ji wan re got ”Partiya Jinên Kole” ka, ew ê li hemberî ”Koma Jinên Bilind” çi bike, çawa tê bikoþe û çi navî li wan dayne em nizanin?

 

Em mîzahê daynin cihekî, ne bi henekî lê bi rastî jî A. Ocalan her çiqasî pirtûk li ser jinan nivîsandibin, qedir û qîmet dabe wan jî, lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Azadiya jinê ne di biçûkxistina mêr û dijberiya wan de ye. Jinên ku di civaka Kurd de dijberiya mêrên Kurd bikin ewê tucarî nikaribin bilind û azad bibin. Jinên ku bi fermana kes yan partiyekê mêrên xwe berdin, malbat û civaka Kurd aloz û tevlihev bikin, wê çiqas jinên azad û serbilind bin kes nizane. Azadiya jinê bi azadiya welêt ve girêdayî ye.Di welatên bindest de bi qasî jinan mêr jî ne azad in, ev rastiyek e. Lê gava jinên Kurd her tiþtî daynin aliyekî û azadiya ku ew dixwazin derxin pêþberî hertiþtî, ew ê bixwazin bilind bifirin, lê mixabin nizim bikevin….

 

01/08/06