Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Rayedarên Baþûr ji bo pêþerojê çi ji Kurdan re amade dikin?

Serdar Mehabadî

 12/04/2008

Berî niha du caran min li ser mijara saziya Islamo-Turk, cema’at u xeterên wê ji bo Kurdan nivisîbû. Di hin nivîsarên din de me behsa rewþa Baþurê Kurdistan kiribû.

Serekê Cema’etê Fethullah Gulen e û li derdora wî gelek þewirmendên nijadparêzên Turk hene. Pirraniya wan xwedî dîplomeyên xwendina bilind in, di qadên bilind de li nav dewleta Turk cîkirî ne. Yan li dewletên cihê di ciyên giring de kursiyên wan hene.

Armanca cema’etê Turkitîyê bi rêya Islamiya nerm di cihanê de belav bike. Awayên belavkirina Turkitîyê cihê ne û hemi jî girêdayî yak navendê ne. Ew navend di vê kêliyê de li Amerika xuya ye lê li Turkiyê bi xwe jî (Ankara) organîze ye. Di nava her qada civakê de peyda dibe, di nava her saziyê de heye. Ji parlemento û leþkerî bigre heta saziyên mamosteyan, textoran, bazirganan (tuccar), xwendekar û dergehvanan organîze ye. Armanc yek e û ji bo vê armancê desteka dewletê bi xwe jê re mezin e.

Berî niha me gotibû ku ev cema’et li dewletên temamiya cihanê organîzekirî ye. Rojhilata Navîn, Asya, Ewropa, Amerika, u hwd. Di van her du salên dawîn de li Rûsya û çend dewletên Afrika ev rêxistin û sazîyên cihê ku peywendiyên wan bi rêxistinê re hene hatin qedexekirin. Bi taybetî li Rûsya ev sazî û hemi rêxistinên ku pê ve girêdayî ne ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi tewanbariya “ji dewletê û navneteweyî re xeterek mezin e” hat qedexekirin. Heta bi pirtûk û kovarên wan jî ji bazarê re qedexe kirin. Li gora ajansa nûçeyan RIA, ev sazî heri zêde bi Bozkurtçuyan (faþîstên Tirk) re di têkiliyan de ye. Loma sazî divê were girtin û ti mecal neyê dayîn ku li nava wî welatî zêde bibe.

Baþ e, ew li Rusya dibe û xetera vê rêxistinê ji dewletek weha mezin re “xeter e”. Li nav dewletên li Afrika hin dewletan ev sazî nedane ava kirin û dezgehên bazirganî dane kêmkirin. Xwendegehên ku vê rêxistinê dabûn vekirin yan hatin girtin yan jî ji bin bandora vê saziyê derxistin. Dîsa li 35 dewletan bi qasi 400 heb xwendegeh hene.

Baþe gelo rayedarên me Baþûrîyan çi dikin? Dezgehên bazirganên Turk zêdetir dikin. Xwendegehên vê Cema’atê zêdetir ava dibin û þagirtên van xwendegehan bi pirranî ji zarokên rayedarên Kurdistan pêk tên! Siyasetek baþûr ji bo vê êriþa bazirgan û serdestiya planên Turkan nîne. Lê siyaseta dewleta Turk, bi rêya cema’etê di hember Kurdan de heye. Mînak: Di destpêka sala 2007 de gelek bazirganên din xwestin ku li wir fîrmayên xwe vekin. Yên bi cîbûyî « xebata xwe » didomandin. Gelek bazirganên din dixwestin dezgehên xwe li wir ji bo « bazirganiyê » vekin. Lê pirr enteresan e ku ji qada bilind ya nav dewleta Turk, bi taybetî ji navenda cema’etê ferman hat ku yên nuh divê demekê rawestin. Ew bazirgan bi hevra rawestan. Planê xwe paþde xistin.

Dema ku meriv li wê demê dinêre tê xuyanîkirin ku dewleta Turk ji bo haziriya ketina nav Baþûrê Kurdistan lebikî ye. Û Cema’et jî di xwe de dibîne ku bi dewletê re mudaxela bazirganên xwe bike. Loma ew dizane ku wê þer derkeve.

Êrîþ li hêviya erêkirina emrê serokatiya Turkiyê ye. Û ew dema êrîþan kete nav mehên Mijdar û Kanûna 2007. Leþkerê dewletê þikest. Bi bayê bezê vegeriya. Ev þikestin bû sedema êriþên nav sînorên Turkiyê. Li her aliyê Bakurê Kurdistan zilm û zorek mezin li ser gelê Kurd tê meþandin. Çengê zarokan li kuçeyên bajerên Kurd li ber kamereyan tên þikandin, pirejinên Kurd li nava sikakan tên êþkencekirin, malên Kurdan tên þewitandin, li Kurdan heqaretek mezin dibe!

Cihana “demokrat” bêdeng” e û Baþûrê Kurdistan xwe kerr kiriye!? Halbûkî Kurdên ku li bakur Newroz di bin her awayê zor û zilmê de, bi gelek bedelan pîroz kirin, ji temamiya nifûsa Baþurê Kurdistan zêdetir bû!!!

Li Rojhilat û Rojavayê Kurdistan jî bi eynî coþê û bi eynî bedelan Newroz hat pîrozkirin. Newroz, îsal bu roja ispata Kurdbûnê. Roja xwe naskirinê. Roja biryara hebûn û nemanê. Roja biryara qewîn ya “Em Kurd netewe ne û em wek netewe jî dixwazin bijîn”.

Di sê televizyonên bashþurê Kurdistan de yek nûçeyek ciddî nehate dayîn??? Di êvara Newrozê de programên muzîka Erebî dihat weþandin. Reqqasên jinên Ereb hebûn!!!

Gelo dema ku Enfal û komkujîyên li Baþûr dibûn û Baþûrî direviyan nava pêsîra Bakurî, Rojavayî û Rojhilatiyan ji bîra brayên me yên Baþûrî çûye?

Xwedê xêr ke, nûçedayîn jî kete bin bandora berjewendiyên sivik û rojane? Eger em Kurd li ser hev nexeyidin wê kî li ser me bixeyide?  Çi birre birra me ye ku em ji xelkê dixwazin li ser me bixeyidin? 

Ev dem ji bo pêþeroja Kurd u Kurdistanê gelekî giring e. Pirrbûn û cihêbûna partî, bîr û ramanan tiþtekî xwezayî ye. Lê gereke her Kurd, her partî û her saziya Kurd bizane ku vê demê Kurd di bin kontrolek navneteweyî de ne. Hêzên ku xwedîyê qudreta parvekirina cîhanê ne Kurdan tenik tenik û bi agahdarî diþopînin. Dinêrin ka Kurd xwedî cewher in, xwe bi xwe îdare dikin yan na? Ka ew dikarin siyasetek Kurdî û Kurdistanî bi rêve bibin yan na? Ango, projeya Kurdan neteweyî ye yan herêmî ye?

Hêzên navneteweyî dixwazin bibînin ka ji bo bûyerek li Amed, Mehabad, Hewlêr yan Qamiþlo diqewime ji hawîrdorê Kurdistan Kurd dirabin û li ser xwe dixeyidin yan na? 

Gelo ewê ji zor û zilma li ser xwiþk û birayên xwe re bêdeng bimînin yan na? 

Eger Kurd li ser hev xeyidîn û serê xwe li hember bandora derve rawestan ewê pêþeroj wekî din be. Yan na ev bindestî û sefalet dewam e! Ango, dema cîhan bibîne em li ser hev dixeyidin û ji dijmin destdirêjiyan qebûl nakin, ewê xwe nêzîkî me bikin. Ne ku ewê hez ji me bikin. Na, ewê ji bo berjewendiyên xwe nêzîkî me bibin. Divê em vê di mêjiyê xwe de bikolin!