Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

    

Xwedê ji Mihemed û Ferhanan stend!

 

Hecî Sebrî-05/08/07-Nisêbîn- Hûn bi qedrê Xwedê û Pêxember kin, kesî ji we dîtiye ku heta niha serokê taximekî sporê ambargo danîbe ser navan? Ev li dinyayê hatiye dîtin? Bawer nakim! Lê em Nisêbînî dikin brê min! Hem jî em ambargoyê datînin ser navê ”Mihemed û Ferhan” ku piranîya Kurdên misilman navê wan yan Mihemed e yan Ferhan e.

   Erê kurooooooo! Em Nisêbînî jî wilo serhiþkin ha, wîî!

  

Werhasil, jinên me li ser tenûran dibêjin:”Serokê Nisêbîndemîrsporê Servet Talayhan biryar daye û gotiye:Jina min ji min berdayî be, ezê kesên ku navê wan Mihemed û Ferhan bin negrim nava Nisêbîndemîrsporê. Serokê Beledîyê Mihemed Tanhan zane park û bexçeyan ava bike lê alîkarîya klûba me nake. Ji xwe ew namzetê Genç Partîyê Ferhan Ayaz heye ya, ewî sermezinî soza alîkarîya 3000 YTL dabû me lê piþtî ku qezenc nekir soza xwe kir bexdûnis û derew li me kir. Ji ber vê jî, li dê û bavê min heram be ku ez kesên navê wan Mihemed û Ferhan bin bigrim nava klûbê” filan û fîstan.

  

 Lê ji ber ku Qeymeqamê Tirk Ersîn Emîroglû alîkarîya klûbê kiriye, Servet Talayhan efendî dibêje:”Emê bûrsê bidin wan kesên ku navê wan Ersîn bin”. Aha em Kurd wilo ne ha gelî xwendevanan! Gava Kurdek alîkarîya me neke, emê lotikekê lêxin û wî neqenc bikin. Lê gava xwînheramekî Tirk qirûþekî bide me, emê potîna wî balêsin û pesnê wî bidin. Îcar emê çilo bighên  meqsed û miradê xwe ka hûn nabêjin?

 

    Ê lawo sayin Servet Tayhan! Qey çavê te lêye Kurd hemi navên xwe biguherin û bikin Ersîn hêê? Kuro lawo Mihemed navê Pêxember e û Ferhan jî navê mezinekî Kurda ye, tu çawa kari heqaretê li van herdu navan biki oxlimm!

 

   Na na, ez dibêjim hema heçê go navê wan ne ”Kemal Atatirk” be neke endamê klûba xwe û xelas!