Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Hesê Belê

 

Xaltêya Medê û Nimêja Înê

 

 

Wê rojê min hibîst ku li Emerîkayê jinek nimêja înê bi jinên misilman dide kirin. Kesên ku hay ji dîroka me nebin, vê wek yekem bûyer dinirxînin. Lê, berî bi salan, li Nêribê Xaltêya Medê nimêja înê dabû kirin lê piþtre ev ji merîyetê hat rakirin. Bi vî awayî ku:

 

Wek hûn zanin, piþtî serhildana Þêx Seîd a 1925an (silav li wî û hevalên wî be), li Kurdistanê ji ber ku piranîya alimên me, mezinên me, mêrên me bi mahneya vê bûyerê hatin girtin, yan ketin zindanan û yan jî çûn ber darê sêdarê; pêwistîyek mezin bi alim û zanyaran hebû. Herweha, ji ber ku medreseyên me hatibûn girtin, xwendin û perwerdeya netewî û dînî qedexe bû gelê me ummî mabû.   

 

Bi ser vîqasî de jî milletê Kurd ê dîndar nimêjkirina xwe berdewam dike, lê tengasîya alimên ku pêþnimêja roja înê bikin dihat kiþandin. Tê gotin ku, di hingamek wisa de gava li Nêrîbê alimên pêþnimêja înê namînin, gundî kom dibin û li çareserîyê digerin. Xaltêya Medê tê bîra wan. Çunkî, mirîda þêxekî rehmetî ye û kêm zêde xwedî zanînek olî tê qebûlkirin. (Her çiqasî hinek wê wek dosta þêx bidin naskirin jî bawer nekin, zimandirêjî û bêbextîyên bi vî awayî têm çêbûne.)  

 

Xaltêya Medê ji mecbûrî pêþniyazê qebûl dike û dest bi pêþnimêjîya roja nînê dike. Piþtî demekê hinek minafiq dest bi qalûqult û zimandirêjîyê dikin. Gotinên wek „na jin nikarin nimêja roja înê bidin kirin, haþa di wî mekanê pîroz de di warê cinsî (zayendî) de tên tehrîq kirin“ û wekî din belav kirin; bûn sebebê rakirina vî karê bi xêr ku nimûneyek ji nîþana hekhevîya jin û mêr pêþkêþ dikir.

 

Bi vê wesîlê dixwazim bêjim ku divê em keç û jinên xwe jî perwerde bikin û di her beþê jiyanê de insiyatîfê bidin wan. Di vî warî de ez dibînim ku þêx û alimên me, axayên me di sinif de mane. Ji xwe derfetên xelkê belengaz nînin, hêlên ku xwedî derfetin jî ger zarokên keç nedin xwendin em nikarin di dinya medenî de ciyê xwe bistînin.

 

MEHÊ MELAY

 

Tê gotin ku; gava jin nîqaþê dikin li ser babetekê ji hev nakin. Biryarê didin ku meselê ji jina seyda re vekin. Navê seyda Mehê, ji ber ku bavê wî jî seyda bû jê re Mehê Melay dihat gotin. Diçin cem jina seyda û di warê hinek babetên olî de jê dipirsin. Xanima reben ji ber ku di hinek babetan de kêmzanîn bû, wê gunehbar dikin.

 

Xanima seyda wek dilþikestîya ku bavê wê û mêrê we zanînek dirust nedane wê ji jinan re dide zanîn û dibêje ku; (Mehê Mela yo, ser û binê ardun zonu, þarê rî havt / haft zonu, mirî nezonu – yanî, kurê Melê Mehê ye.Ser û binê erdê zane, ji xelkê re heftziman e, lê ji min re nezan e.)

 

Bawermendîya xizmeta Mahmûd Beg

Ji þagirtekî re sê palkursî

 

Perwerdeya keçan girîng e û ji bo perwerdeya wan çi ji destê me tê divê em bikin. Heger ji bo serwîsa dibistana wê em mesrefa sê kesan bidin jî, divê em vê bikin. We go çawa bûye, gundarî bikin: Mirovê hêja Madmûd Beg, yekî naskirî ye û di þîrketek ku bi çûnûhatina zarokan dibistanê ve dadikeve dixebite. Rojekê kesek diçe cem wî û bi minasebeta þagirtê ku wê biçe dibistanê wî dibîne. Ji ber hê dibistan venebûye nav dinivîse. Mahmûd Beg, wek Fatma Zehra Dîlan têbinîyekê dinivîse.

 

Bi vebûna dibistanê re, roja pêþîn þagirtên ku navê wan li cem xwe nivîsandiye digre dibistanê. Diçe navnîþana ku me li jor behsa wê kiribû radiweste û keça me Zehrat ê û li ciyê xwe rûdinê. Mahmûd Beg hê jî rawestiyaye. Piþtî demekê keça me Zehra dipirse; Mamo çima em naçin? Mamê Mahmûd; Ez li benda hevalên te me. Zehra dipirse; Kîjan hevalên min? Mahmûd: Hevalên ku bavê te tembîya wan li min kiribû, divê ez Zehra û Dîlanê jî bibim.

 

Tam di wê kêlîkê de pirqînî li þagirtên di serwîsê de dikeve. Ji ber Fatma, Zehra û Dîlan heman keç in. Fatma û Zehra nav, Dîlan jî paþnav e. Lê Mahmûd Beg sê nav û mesrefa sê kesan li kêleka hev nivîsandiye.

 

Wê salê palkursîyê du kesan vala dimîne û þagirt her sibe vê bûyerê di devê xwe de dikin benîþt û ji Mahmûd Beg re; Mamê Mahmûd, erm Zehra û Dîlanê jî bigrin, dibêjin û henekên xwe pê dikin.

 

30/03/2008-Amed- 

 

 

Nivîsên berê

Hiþmendî ji dê, mêranî ji bavê tê

Berî ku em zanîna xwe a derûnî bi we re parve bikin, em berdewamî mijara xwe bikin. Ji bo ku meraqê di dilê xwendevanên xwe de nehêlim dibêjim ku; hiþmendîya bi me re ji dê, mêranî jî ji bavê tê. Weke ku ji rîwayetan jî tê fêhmkirin; jinên Kurd pir zekî (bi aqil), mêrên wan jî mêr in. Ezê niha hinek bûyerên ku ez bûme þahidê wan bi we re parve bikim.

Me nû dest bi dibistana navîn kiribû. Me zimanê Tirkî baþ nizanîbû, çunkî ji bo me zimanekî biyanî bû. Hetta em bêjin zimanê dagîrkeran bû rasttir e. Li gel vê jî di bersivandinê de me zehmetî nedikþand. Ji xwe Hamza yê Çermûkî hebû ku ( wek Rustemê Zal bi heybet bû) bersivên pir maqûl û di cîh de didan. Rojekê mamostê me jî wek me meraq kir û pirsa zanîna wî jê kir. Gava Hamza, yekser di bersiva xwe de got; dapîra min (pîrka min) gotiye, em tev behitî man. Me zanîbû ku dapîrên me ummî ne. Lê me fêhm kir ku ummîbûna dapîrên me ji arifî û zanebûna wan re nedibû asteng.

Ji wê rojê û pêde gava yekî çavkanîya bersivên me dipirsî; me “dapîra Hamza gotiye” digot û henek dikir. Ev rewþ wek “Qewlê Dapîr / Daya Pîr” derbasî lîteraturê bûye. Dayika cenabê min jî xweþ arif e. Pir kêm diaxive. Gotinên wê mecazî, lê bi gotinên hunerî xemilandî ne. Gava me zexelî (tembelî-tiralî) dikir û li kuçe û kolanan digeriyan; “Þima nan gaz kenî, kuçe vaz kenî” digot. (1) Carna jî gava me ew pir aciz dikir; “Þima mi resay, nukoray mi gi resay” digot û gazin dikirin.(2)

Hinek Kurdên xwenenas ên ku bi jehra Kemalîzmê ketine (heger me Kurd gotibe, hûn Kurdên xweser fêhm bikin), îddîa dikirin ku qaþo jinên me hêsîr û kole ne, haþa cahil in, û îddîa dikin ku ji salên 80î û pêve dane ser rêya azadîyê. Lê rastî cuda ye. Li herêma me navê gellek malbatan bi navê jinê tê zimên; mala Eyþo, mala Zeyno, mala Fato û wekî din. Gellek leheng jî bi navê dayikên xwe tên pesinandin. Ji rehmetîyê bapîrê min re Ehmedê Mencê digotin.

Madem gotin ji bapîrê min vebûye, em behsa evîna wan nekin wê neheqî be. Du jinên wî, du hespên wî, du çekên (sîleh) wî û 12 jî (ez niha fêhm dikim ku alîgirê YE ye) çêlekên wî hebûn. Ewqasî hez ji Nûrîyeya nûranî dikir ku, evîna wan destana ser zimanan bû. Carekê gayê wî poþekê li jinek wî dixe û li meydana gund dibe sebeba ketina wê. Mele Ehmed ewqasî aciz dibe ku ga girêdide û dixwaze serjê bike ( nebêjin ga û derbas nebin, wê demê ga pir bi qîmet bûn û bi serwetekê dikatin kirîn) lê gundî bi zorê wî disekinînin. Carekê jî, gava Nûrîye xanim li çiyê ji bizinên xwe re berûyan kom dike, mozek/mozqirk pê vedide. Yekser bi tifinda di destê xwe de mêþê diþopîne û wê dikuje. (Meselên mozê û Dimilîyan pir in. Carekê; mozek bi yekî Dimilî vedide, dike vizeviz û jê bi dûr dikeve. Ê Dimilî hebitî dimîne û; “we pededonu we vizviz kenu” dibêje.  

Sedema ku ez vana dibêjim; heger di berdewamîya nivîsên bê de we çavkanîyek bi navê “Qewlê Dayapîr” dît yan bihîst, bigrin balê (dîqqetê). Piranîya kultura me di van serpêhatîyan de veþartî ye. Heger hûn jî lê bikolin, hûnê maf bidin min. Lê li henekpêkirinên Kurdên Kemalîst jî tehamul bikin. Wê dema han xatûnek ji vê taîfeyê (tê gotin ku endama Partîya Teþkîlata Plankirina Dewletê ye) sûnd xwariye û; “nan bi min vede ku em ne cudaxwaz in” gotiye.

Ez behitî mam, rehmetîya dapîra min sax bûya ewê jî  behitî bimaya. Çunkî dapîra min ji Þêx Ebdulrehîm û hevalên wî re ( rehma xwedê li hemiyan be. Hecî Zîlan û Eloyê Rûvî jî pêre bûn, ji ber vê) erzaq û fîþeng dibir. Carekê du eskerên Romî zorê lê dikin û eskerekî Þêx ji dûrbûna çar kîlometro bi tifingê herdu cendirmeyan ji ser hespê tîne xwarê û bi vî awayî dapîra min rizgar dibe.

Seleb ( selep, ji Xaça Filehan-Xiristiyanan re tê gotin. Ji ber ku tifing malê Ingilîz bû û ew jî Xiristiyan bûn ji tifingê re Salebî digotin). Li gor tê gotin, kesê ku bi tifinga Salebî herdu esker ji ser hespê anîne xwarê zatekî bi navê Hecîyê Agay bûye.

Ez zêde wextê we negrim. Emê di nivîsên bê de berdewam bikin.

Têbinî:   1) Hûn dev li nan dikin, li kuçê dibezin .

                  2) Hûn gihan min, nikilê min giha pîsîyê.

02/03/2008- Amed

 

---------------

 

Di derbarê nav û dengê min de

 

Piþtî ku nivîsa min di Lotikxanê de hat weþandin, emaîl bi ser min de barîyan. Xwendevanên ku navê min û hunera min meraq dikin pir in. Min bixwe gava bersiva xwendevanekî daye, min gotina „karî“ bikaranîye, lê wî wel „kari-jin“ fêhm kiriye û gazin ji min kirin. Min jêre pirtûka helbestên Mehmet Akîf „Safahat“ pêþniyaz kir ku bi Eyyuhel Karî ango ey xwendevan dest pê dike. 

      Heger em bên ser meselê, navê min meþhûr e. Ji brayên ku min nasnakin re; dixwazim gotina Tirkan „Mihemed Axayê Potînzer“ bînim bîra wan. Lê esasê ku divê hûn meraq bikin huner e. Ev hunera me zayendî ye. Bi du nimûne û serpêhatîyan, dixwazim biryara hiþmendîya me ji xwendevanên birêz re dihêlim.

 

Cenabê min ji Nêrîbê ye. Hûn karin Nêrîbî jî bêjin. Bapîrên me berî Îsayê kurê Meryem (ji wî û dayika wî re silav û hurmet) li hêla Sêwregê dijîyan. Hikimdarê zalim ê Asûr êrîþî welatê me kiriye û li gora ku wî nivîsandiye (tableta hejmar 3); 30 hezar bizinên me wek xenîmet dest danîye ser, ji xeynî hêsîrgirina jin, keç û mêran, 20 hezar mêr jî kujtine. Yên li paþ mane jî berê xwe dane herêma rojhilatêbaþûrê Kurdistanê. Nerîne ku avzêmek mezin li wir heye, wek çemekî diherike. Ji wê re Eynê ango amzêm gotine. Ji ber ku ew bi Dimilî diaxivîn. Ereban jî ew gotin ji me girtine. Ew jî dibêjin Ayn (Eyn).

 

Navê bajarokê me Hênê ji wir tê. Bapîrên me yên ku ji wir berê xwe dane baþûrêrojava herêma Nêrîb ava kirine. Em pê zanibin ku Medan Asûrîstan zevt kirine û zêde li ber nekevin. Hetta hinek ji bapîrên me yên ku hêsîr gatibûn girtin li Asûrîstanê bûne padîþah. Padîþahê bi navê Naîrî ji bapîrên me pêve ne tu kesekî din e.                   

 

  Piþtî vê nirxandinê ezê du serpêhatîyên ku ji hiþmendîya me re dibin nimûne ji we re bêjim. Li cem me ji bo av û xwarinê kûp tê bikaranîn. Rojekê gayek serê xwe dixe kûpek ji van kûpan. Dikin û nakin nikarin serê gê ji kûp derxin. Ji bêçaretî serî li mezinê gund (rûspîyê gund) dixin û ew jî dest datîne ser bûyerê. Pêþî ji bo serjêkirina serê gê emir dide. Lakîn serê gê di kûp de dimîne û dîsa ji kûp nayê derxistin. Fermana duyem dide û dixwaze kûp bê þikandin. Xelk dibîne ku serê gê bi hêsanî ji kûp hatiye derxistin.   

 

Serpêhatîya duyem jî mezinên me dibêjin. Dimsa Nêrîbê meþhûr e. Em Dimilî ji dimsê re Rîb dibêjin. Hetta ji bo zêdebûna bax û rezên me bînin zimên; Nêrîb û Pîrê Rîb tê gotin. Yanî tije dims e. Hetta keçeke ku ji bêhezîyê ketiye bûhranê; Nêrîb û pîrê rîb û baray mi tede çinîya wa pîrê gi bû, gotiye. Dimsê ev anîn bîra min lê min hê serpêhatî negotiye. Serpêhatî ev e; Gundîyekî Nêrîbî ji bo firotina dimsê xwe berê xwe dide hêla Tîrkan. ( Li gora rîwayetê eslê wê Tir e, û kan jî pêvek e û tê maneya welêt (memleket). Li Îranê jî pêveka an tê bikaranîn. Ger ez merama xwe bînim zimên; gava Cemaleddîn Harzemþah ê ku pir zilm û zordarî li Kurdan kiribû, li Hênê zilm û zorê ji Moxolan dibîne û dixwaze xwe bavête tor û bextê Merwanîyan. Di wê demê de ji alî Kurdan ve tê girtin û Kurd wî dikujin. Ji ber ku berî mirina xwe ji tirsan tirekê (zirtik) dike ji vê herêmê re Tirkan, û di nava demê de hem ji bo tir ê, û hem jî ji bo ev serpêhatî bê bîra xelkê Tirkan / Turkan hatiye gotin.)

 

 Di rê de rastî du kesên ku ji gundên Cezwê û Comayiqê berê xwe dane êþ (aþ) tê û bi hevre rêhevaltîya xwe dikin. Di rê de herdu kesên ku wê biçin êþ, li ser dora hêrana genim li hev nakin (em ji genim re Xele dibêjin, ezê serpêhatîya wê piþtre ji we re bêjim. Hetta em ji Xweda re jî Homa dibêjin). Yek ji yê din re; ferz bike ku ev pûþ û strî aþ e, tu kari çi biki, dor dora min e, dibêje. Yê din yekê nake didu û çewalê genimê xwe bera nav pûþ û strîyan dide û; aha ezê wisa bikim, dibêje. Yê din jî çewalê genimê xwe bera ser genimê hevalê xwe dide û; ezê jî wisa bikim, dibêje.

 

Ê me yê Nêrîbî li wan temaþe dike û li aqilê wan dimîne heyirî, bi rengekî henekpêkirî tiliya þehadetê pêþ wan dike, kêrê ji ber xwe derdixe li herdu meþkên dimsa ser kerê dixe, qul dike û; heger piþek aqil bi we re heye bila xwîna min wek vê dimsê birje, dibêje. Ew jî radibe dibe sebebê rijandina dimsê firotinê.

 

 Biryar a we ye. Heger hîna jî kesên ku ji hunera me þikdar in hebin, ezê li aqilê wan bimînim heyirî.

 

 16/02/2008-Amed

 

------------

Gelo gotina “ji kerê re ço” caîz e?

21/01/08-Amed- Elhemdulîllah em misilman in. Ji ber ku xwedî hinek agahdarîyên olî ne carna em raserî pirsên cûrbecûr tên. Ji van pirsan pirsa herî balkêþ pirsa “caîzbûna bikaranîna gotina Kurd û Kurdî” ye. Ango; bikaranîna gotinên Kurd û Kurdî caîz in yan na? Cenabê min ez mezûnê Îmam Xetîb ê me û min bi belgeya TSE li deverên cuda Îmam Xetîbî kiriye. Bav û kalê min jî Mele bûn. Ji ber vê jî ez xwe dispêrim erka ku min ji vê rewþê stendiye û dibêjim ku; bawerîyê bi gotinên cahil û nezanan neynin.

Bi israr bêjin Kurd, bêjin Kurdistan. Çunkî xwedê me û zimanê afirandiye. Ev pirrengî û pirdengî jibo naskirin û xweþahengê ye. Gava Elî û Welî bixwazin hevdu binasin; Elî xwe dide nasîn, ger Welî xwe nede nasandin wê çawa hevdu binasin. Niha li Tirkiyê 30 (sîh) ziman ji alî bi hezaran kes ve tê axavtin. Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Laz, Pomak, Azerî, Boþnak, Peçenek, Cihû (Yahûdî), Ermenî, Rûm û gellekên din. Înkarkirin, tunekirina van tevan û ji wan re “Tirk” gotin lazime bi jarbûna Tirkan yan jî bi belengazîya sîstema Kemalîst a înkarxwaz ve bê girêdan. Çunkî; zanîna wan bi çend gotinan ve sînorkirî ye. Dibêjin Tirk û li wir disekinin. Gava gotina Kurd yan gotinek din dibihîzin dîn dibin, dikevin tirsa parçebûna welêt, têkçûna yekîtîya millî û yekser bêdeng dikin, difetisînin.  

Lê gava kesên ji milletên din bi zimanê xwe diaxivin, çima û çawa ziyanê dighînin zimanê Tirkî û yekîtîya Tirkan têk dibin min hê jî fahm nekiriye. Li dinyayê nimûneyek bi vî rengî nîne. Bi awayekî vekirî ev rewþa înkarê (ku maneyek wê jî kufir e, kesên rastîyê veþêrin jî jê re kafir tê gotin) ye ku di warê hiqûqî de jî telîfa wê ne mimkin e. Ji ber vê jî, dibêjin ku Kurd belakir in, terorê dikin û mafên me yên medenî binpê dikin.       

Hetta li gora tê gotin; wek ji we ve xuyaye di dîroka de (eslê wê dîroka fîlê ye ku Qralê Hebeþ yan Yemenê Ebrehe di wê salê de sefera rûxandina Kabeyê esas digre. Hetta berî salnama Hicrî hinek ji Ereban salnama Sedsala Fîlê esas digirtin bi kar dianîn, lê serpêhatîya me ne di demên ewqasî kevnare de, di Tirkiyeya Kemalîst de jîyaye) axavtina Kurdî, bikarneanîna þevqê qedexe bû. Gundîyekî Kurd þevqa xwe dide serê xwe, jibo bi Kurdî neaxive, a rastî jibo qet neaxive zorê dide xwe (ji ber ku bi zimanekî din nizanîbû) û berê kera xwe dide bajarê Mêrdînê. Armanca wî ew bû ku barê êzingên xwe bifroþe û jibo malê hinek alav û firaxan bistîne. Cendirmeyan jî car caran bela xwe di gundîyan didan û jibo henekên xwe bi wan bikin rê û taktîkên cuda didîtin. Cendirmeyên ku li devê rê kemîn danîne dixwazin xeletîyek gundîyê ku em behsa wî dikin bibînin. Gundîyê ku ji bê peretî perîþan e û ji lîztikên cendirman agahdar e, devê xwe hiþk girêdaye û hewl daye ku gotinekê nebêje. Tenê car caran jibo lezandina kerê xwe zixt li kerê daye û Ço....Ço.... gotiye.

Cendirme bi lez derketine pêþîya wî, meqbûz derxistine û gotine: Peran derxe, tu bi Kurdî axivî.

Ê gundî ecêbmayî maye û bi wê Tirkiya xwe ya nîvcoyî: Çima, ez bi Kurdî neaxivîm ku, gotiye.

Ê cendirme : Ma te ji kerê xwe re negot ço, gotiye.

Ew roj û ev roj e ew gotin bûye wek mesele û serpêhatîyekê, ji zilma ku li ser Kurdan tê kirin û ji qedexeya li ser zimanê wan re bûye wek nimûna serpêhatîyek trajîkomîk.