|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
0000 beden, wey mala minêêê!

Dr.Mihyedîn-25/09707-Zanîngeha Lotikxanê- Wextekî di nav model û mankenên lotikvan de 0 (sifir) beden bûbû mode. Heçê radibû xwe wek darikekî jar dikir û dixwest ji mankenên din zeîftir bibe. Lê wextek hat ku ev zeîfbûn û 0 beden ji wan re bû nexweþî. Bû nexweþîyek ku ew birin haleta mirinê û hew karîbûn qelew bibin. Çend manken û modelên navdar bi vî awayî lotikek xwarin û di navbera axret û dinyayê de dirin û tên, ha îro bimrin ha sibê.
Werhasil, pispora jîyana cinsî a Ingilîz Dr.Sarah Brewer li ser sifir bedenê lêkolînek kir û di encama lêkolîna xwe de dîtinên xwe pêþkêþî raya giþtî kir. Dr.Sarah Brewer dibêje:”Jinên ku xwarinê naxwin û dixwazin xwe bikin wek ta û derzîyê, xwesteka cinsî (seksê) û lotikan bi wan re namîne. Jinên ku zû zeîf dibin, sewîya hornoma ostrojeyê winda dikin û ji þewqa seks û zîtirkan dûr dikevin” filan û bêvan.
Ez serê we neêþînim, þikir ji Xwedê re ku jinên me Kurdan xwe nakin “sifrrrrrrrrr beden” û nabin wek îskeletan. Yan na bi namûs wê tuxmê me Kurdan biqelîya. Jinên me dikevin ser goþtê mirîþkan û savara bi rûn, kutilk û epraxan, bixwe û hey bixwe heta go zikê wan dibe wek meþka koçera.
Kuro ma jina go hinekî ne qelew û bi goþt be tam û lezzet tê de heye xwedêjêrazî! Naaaaaaaa!
De li ferqê binerin û hûn biryarê bidin



Û ev ???






